DestAR-Theatreyê Bernameya Mehane Aşkera Kir

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Koma şanoyê ya kurd, DestAR-Theatreyê, bernameya xwe ya meha Gulanê aşkera kir.

Koma şanoyê ya kurd, DestAR-Theatreyê, bernameya xwe ya meha Gulanê aşkera kir.  Koma DestAR-Theatreyê par bi lîstika xwe ya bi navê Reşê Şevê dest bi kar û xebatên xwe yên hunerê kiribû, îsal jî bi amadekirina lîstika bi navê Ceribandin (Experiment / Deney) a ezmûngerayî-bêdiyalo bi hunerê berdewam e.

Komê di rojên derbas bûyî de li dika xwe ya bi navê “Şermola Performans”ê ya ku nêzîkî 60 bîneran hildigire, dest bi pêşkêşkirina şanoya xwe kir. Kordînatora Giştî ya DestAR-Theatreyê, Berfîn Zenderlîogluyê diyar kir, ku wan bi hinek kêmasiyên teknîkî perdeyên xwe vekirine.

Zenderlîogluyê ji bo kesên ku wateya Şermolayê mereq dikin jî, ev zanyarî da: “Şermola navê lîstikeke şanoyê ya Kurdan e, ku li Tirkiyeyê, ji bo şanoya Kurdî ciyekî xwe yê girîng heye. Navê lîstikê yê tam ‘Komara Dînan Şermola’ ye. Ev lîstik, di sala 1998’an de, ji kurteçîrokên Helîm Yusiv ên pirtûka wî ya bi navê ‘Mirî Ranazin’ hatiye berhevkirin, di heyna derhêneriya Erdal Cevîz de jî, ji aliyê lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ve, li Stenbolê û li gelek deverên din hatiye lîstin.” STENBOL

Azadiya Welat

Paylaş.

Yorumlar kapatıldı.