Navenda Cegerxwîn Li Benda Gel E

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn ku ji bo parastin û pêşvebirina çanda kurd xebatên girîng dimeşîne, her meh bi bernameyên gelek dewlemend derdikeve pêş hunerhezan.

Navenda Cegerxwîn ku weke mala çand û hunerê a gel tê ditîn, her tim xebat û bernameyên xwe bi hişmendiya “Nirx û çand e. Çand jî beden, exlaq û rihê mirov e” bi her awayî li ser çand û hunera gelê kurd bernameyên dewlemed amade dike. Rêveber û hunermenda Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Şîlan Dura got ku her tim ji bo bernameyên nû biafirînin di nava hewldanê de ne.

Rêveber û hunermenda Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn Şîlan Dura der barê xebatên navendê de agahî dan. Dura got ku ji bo gel çand û hunera xwe ji nêz ve bişopîne û bi çanda xwe re bijî xebatên giring didin meşandin. Dura got ku her tim ji bo bernameyên nû biafirînin di nava hewldanê de ne û diyar kir ku ew van xebatan dê bê navber bidomînin. Dura ku xebatên meha adarê jî nirxand anî ziman ku bi boneya ku meha adarê ji bo kurdan xwedî wateyên gelek girînge wan jî li gorî vê bername amade kiribû. Dura wiha axivî: “8’ê Adarê û 21’ê Adarê ji bo me kurdan rojên gelek girîngin. Ji bo ku me xwest gel zêdetir tevli bibe û zêdetir eleqe nîşan bide, me hewl da ku bernemeyek gelek dewlemend û tije amade bikin.

Di vê meha derbasbûyî de daneşîna fîlman di her rojên înê de me pêşkêş kir. Weke din şanoya ‘ji me re çîrokan nebêjin’ hat leyîstin. Her wiha ji bo yekem ‘Ajansa Jinha yê’ li Navenda Cegerxwînê resepsîyon hat dayîn. Tevlîbûn di asta herî jor de bû. Di wê şevê de hem gel, hem jî çapemeniyên ji cihên çûda hatibûn û bernameya me şopandin.”

TÛRIKÊ ADARÊ TIJE BÛ

Dura, her wiha diyar kir ku wan wekî Navenda Çandê ya Cegerxwîn ji gelek panelên girîng re jî malovanî kiriye û wiha pêde çû: “Her meh bê navber em li ser mijarekê panêlan amade dikin. Di meha çûyî de panêla me li ser çîrokên kurdî bûn. Îsmaîl Heçî û Dilawer Zaraq wek panelîst û axaftvan tevlî bûn. Tevlîbûna panêlê baş bû û rastî eleqeyek mezin hat. Di meha derbas bûyî de, bi taybetî me giranî da ser zimanên cuda. Ji bo wê me starnên “Seranata Qedexe” pêşkêş kir. Di dema pêşkeşkirina serenata ku rastî eleqeyek gelek baş hat de bi zimanê ermenkî slaytek hat nîşandan.” Hunermed Dura bi bîr xist ku ji bilî panel, resepsiyon û mûzîkê li navendê Şanoya Antîgone, govend û fîlm hatine pêşandan û wiha berdewan kir:

“Ez dikarim bêjim hemû bernameyên me rastî eleqeyek gelek baş tê. Lê ya herî zêde tê şopandin û rastî eleqeyê tê, şano û konserên me ne.”

FÎLMÊN BALKÊŞ HENE

Dura, destnîşan kir ku çawa bernameyên meha adarê rastî eleqeyek gelek baş hatine ew li bendê ne ku bernameya wan ya meha nîsanê jî rastî eleqeyê were. Dura, der birî ku ji bo meha nîsanê jî bernameyek gelek têr û tije amadekirine û ev agahî dan: “Cardin weke meha derbasbûyî vê mehê jî fîlmên me hene. Em dê vê mehê fîlmên ‘Ji welatê dayî min stran’, ‘Di rê de’ û ‘Beynelmînel’ pêşkeşî hûnerhezan bikin. Di nava bernameya vê mehê de, ya herî balkêş jî xebatkarên astengdar ên ‘Ker û lal’ in. Dê şanogerên astengdar ên ku xebatên xwe dibin banê Komeleya Sur Kentê dimeşînin bi lîstikekê dê li ser dika şanoya me bin.”

NAVEND LI BENDA GEL E

Hunermend Şîlan Dura anî ziman ku şagirtên wan carnan pêşnîyarên cuda ji tînin rojevê û axaftina xwe wiha domand: “Her xebatkar û şagirtê me bi beşa xwe ve eleqedar dibin û her tim di nav nû kirinekê dene. Vê mehê şagirtên Navenda Cegerxwînê li ser ‘Çar Diyalog’ wê şano bileyîzin û em dê ji bo vê yekê resepsiyon bidin. Koma Teatra Birca Belek a xebatên xwe di bin sêwaneya Çand û Hunerê ya Mem û Zînê ya Cizîrê de wê bi şanoya ‘Xal û Xarzî’ tevlî bernameya me ya nîsanê bibe.”

Dura, diyar kir ku vê mehê her wiha dê pêşengeha wêneyan a bi navê “Çukên Mezra Botan” ku ji aliyê hunermendê wênekêşiyê Dûrzan Baran ê ku astengdar e û ev nêzî 20 salane li ser sandeliya bi teker jiyana xwe didomine, jî pêşkeşî hunerhezên bikin. Dura diyar kir ku Baran bi rengekê sîtematîk wêne kişandine û wan jî xestiye berhemên Baran pêşkeşî gel bikin.

‘EM LI BENDA GELÊ XWE NE’

Dura di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hunerhezan kir û wiha got: “Ev hemû xebatên ku em didin meşandin ji bo na gelê meye. Em dixazin gel çand û hûnera xwe nas bikin û jê xerîp nemînin. Deriyê me her tim ji bo vê yekê ji her kesîre vekiriye. Em dixwazin gel bêhtir li deriyê me bidin û bi rengekê watedar bên çanda xwe temaşe bikin.”

Azadiya Welat

Paylaş.

Yorumlar kapatıldı.