Hamlet Xwe Dîsa Nîşanê Amediyan Dide

Pinterest LinkedIn Tumblr +

“bûn yan jî nebûn”

William Shakespeare

Nûçe Mimesis / “Hamlet” (Muzîkal / Kurdî) wek projeyeke hevpar a Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Theater RAST a Amsterdamê hat amadekirin û promiyera we ya cîhanê di 17 ê Cotmehê de li Amsterdamê pêk hat. Piştî ku li 7 bajarê Hollandayê û li paytexta Siwêdê Stokholmê derket hemberî temaşevanan, di 9 ê Sermawezê de jî li Amedê promiyera wê ya Kurdîstanê pêk hat.

Lîstika nivîskar û helbestvanê Îngilîz W.Shakespeare ya bi navê “Hamlet” ji hêla gelek netewan ve bi şîroveyên cûda derketiye hemberê temaşevanan. Şîroveya “Hamlet” a bi Kurdî jî cara yekem bi rejiya derhênerê giştî yê şanoya RAST ê Celil Toksöz derket ser dikê. Şîroveya “Hamlet” a bi Kurdî ne şîrovekirina naveroka çîrokê ye, şîrovekirina vegotina lîstikê ango forma vegotina lîstikê ye. Forma vegotina lîstikê li ser Dengbêjiyê hatiye avakirin. Lîstik bi vegotina du “dengbêja” dest pê dike û hin sahne bi stranan, hin sahne bi awayê teatral û disa hin sahne bi vegotinê didome. Lîstik ji hêla cil û berg, dekor, stran û orkestrayê ve di nav atmosfereke Kurdî de derbas dibe.

Temsîlên “Hamlet” wê 24-25-26-31 Çile û 1-2 Sibat ê saet:20.00an li Şanoya Bajêr a Amedê pêk bê.

Derhêner: Celil Toksöz

Wergera ji Îngilîzî bo Kurdî: Kawa Nemir

Lîstikvan: Yavuz Akkuzu, Özcan Ateş, Elvan Koçer, Mesut Erenol, Emin Yalçınkaya, Serdar Geren, İsmail Oyur, Rojda, Gülseven Medar, Ali Tekbaş, Leyla Batgi û Vural Tantekin jî di lîstikê de vebêj e.

Paylaş.

Yorumlar kapatıldı.