Hirç û Xwezgînî Derket Ser Dikê

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Teatra Sî ku di binesaziya bgst’ê de xebatên xwe dike, lîstika xwe ya duyemîn, “Hirç û xwezgînî” ya Anton Çêxov, roja yekşemê yekem car ji temaşevanan re hate ser sehnê. Derhêneriya lîstikê Baran Demir kiriye. Wergera lîstikê ji Rûsî, Têmûrê xelîl û Aysel Tabak çêkiriye. Lîstik di 17’ê vê mehê saet 18.00’an de li Maya Sahnesi ya li Beyogluya Stenbolê yekem car derket pêşberî temaşevanan û hefteyeke din di heman saetê de dê dîsa bê lîstin. Ji kurtelîstikan “Xwezgînî”, Karakterên ku di navbera pêwîstiya şexsî û civakî de mane; bi komediyê raxistine ser sehnê. Di mîzaha kevneşopiyê de “evîn, pere û maqûlbûn” têgeh û mijarên sereke, di kurtelîstika “Hirç” de xwe dide der.

Lîstik wê di 24ê sibatê de êvarê saet di 6an de li sehneya Maya yê bê lîstin.

Kunyeya lîstikê:

Nivîskar: Anton Çêxov

Werger ji Rûsî: Têmûrê Xelîl, Aysel Tabak

Dramatûrg: Çetoyê Zêdo

Derhêner: Baran Demir

Kostum: Nursel Çelik

Lîstikvan. Baran Demir, Beritan Erdal Ayna, Dawn Hannahan, Recep İçen, Rojda Yavuz, Veysel Bakır

Wêne: İhsan Kaçar

sazkirina Afîşê: Cemil Ozçelik

Roja lîstinê:

24 reşemî 2013, Yekşem, Saet 18:00

Navnîşan: Dika Maya, Kolana Îstîklalê, Pasaja Helebê (Hemberî Atlas Pasaji) Qat: 2 Beyoglu

Telefon: 0 530 952 86 96 / 0 212 252 74 52

Paylaş.

Yanıtla