Dramatûrjiya Teatroya Kurdî

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Çetoyê Zêdo

Carinan hin mijar û hin gotin, bi hemdê xwe û bêhemdî xwe jî “giran” in. Gotinên giran di vegotin û xwendinê de mirovan aciz dike. Di Kurmancî de jî gellek tişt, bi vê giraniyê dest pê dike û dîsa bi vê giraniyê nayê famkirin. Ji ber ku wergirtina wateya kurmancî, ji bêpergalbûna “îroniya xwe” zû bi zû xwe nade dest xwendevên. Hin caran dibe ku ji bo hevokekê, çend hevokên din di hundurê kevanê de, bi têbinî were şîrove kirin. Sedemên vê yekê, di qelsbûna xwendina Kurmancî de dibînim. Gelek gotin, ji ber vê qelsiyê nagihêje muxetabê xwe…

Mafê gotinê li kê dikeve, mirov xwediyê wan peyvan e, yan na? Her gotin, çi berbirsyariyê dide xwediyê xwe? Mafê gotinê li ku disekine û muxetabê gotinê kî ne? Raste rast mecbûr dimînim û bêdîlî xwe peyvên giran weke “divê, çareserî, Kurdî, xwendin û zanîn…” bikartînim. Ez xweş zanim, ku mirov qala Kurdî bike û li ser navê “em, zimanê me, çanda me, şanoya me” vebêje, berbirsyariyeke giran û “zimanekî tundî” jî li ber xwe dertîne…

Ji ber van sedeman, xwe mecbûr dibînim û “destûra gotinên giran” dikim. Weke ku di her mijara Kurmancî de, zanîn û mafê gotinê li her kesekî kurd dikeve, bila li min jî bikeve. Dibe ku çend peyvên zêde jî bikarbînim, wê jî bidin xatirê dramatûrgekî Kurmanc! Ez dixwazim li ser dramatûrjî û şanoya Kurdî û li ser mijarên wê yên sereke bisekinim.

Di hebûna temsîliyata netewî de; wêje, şano û bi giştî huner weke “pêdiviyekê” tê dîtin. Şanoyeke netewî, bi ziman, mijar û şêwaza xwe, xwe dide nasîn. Li Bakur, şanoyeke Kurmancî çi qasî dikare vê temsîliyetê ragire? Hunermend û şanogerên Kurd, di vê “temsiliyetê” de li ku disekinin û xwe çawa dibînin? Derfetên hunermendên şanoyê, di vê pergalê de çi ne? Çi ji destê wan tê, dikarin ji bo huner û şanoyeke Kurmancî çi bikin yan jî niha çi dikin? Nirxandin û kêşeyên Teatroya Kurdî, di hişmendiya hunera teatroyê de li ku disekine? Nakokiyên Teatroya Kurmancî, xeteriyên dramaturjî û listikavaniya wan çi ne? Têkiliya şano û wêjeya Kurdî, çi qasî bi hevdu ve girêdayî ye? Literatura hunera Kurdî, kêşeyên xwendin û nivîsandina Kurdî, çi qasî bala lîstikvanan dikişîne? Şano û şanogeriyeke Kurmancî bi kêrî çi tê?  Bi van pirsan mirov dikare dest bi têbiniyan bike.

Bi gotineke giran,  ji bo şanoyeke Kurdî, bigihêje temaşevanê xwe “divê” serê xwe bi dramaturjiyê biêşîne. Mijarên sereke yên ji bo şanoyê, gellek in û ne hêsan in. Beriya ku şanoger dest bi şanoyeke Kurdî bike, divê pirsgirêkên xwe yên Kurdî çareser bike û zanîna şanoya xwe bi Kurdî biafirine. Zanîna şanoyê, li her derê û bi her zimanî heman mijar û huner e. Jo bo ku mirov, qala şanoyeke Kurmancî û xwedî taybetiyekê bike, divê pirsgirêkên wan tenê ne ziman be. Mijar û şêwazên şanoya neteweyekî, naşibe neteweyekî din. Ku tenê mirov li zimanê şanoyê binêre wê tênegihêje. Jixwe “zimanê” şanoya Kurmancî bi her halê xwe, bi qusûran tije ye. Ev mijareke êşî û xîzaniya şanogeran e; ne ya temeşevan e. Ku mirov bala xwe bide rexneyên li ser lîstikên Kurmancî, bi nivîskî yan jî bi devkî, her temaşevan vêya bi dengekî bilind vedibêje, ev tiştekî berbiçav e. “Qirrik” û zimanê lîstikvanan bi xeteriyên zimên ve tije ne.

Ji bo hunera şonoyeke Kurdî, mijarên mezin û xebatên dûvedirêj li benda şanogeran e. Gellek têgehên teatroyê, hîna di rojeva şanogeran de ne zelal e û ne jî bi Kurmancî ye. Ji ber vê sedemê şanogerên Kurdî, nikarin qala hunara xwe, bi zimanê xwe bilêv bikin. Zanîn û dîroka teatroyê divê bi Kurmancî rave bibe û di poetîka şanogeran de divê bi cî bibe.

Di teatroya Ewrûpî de qonaxên dîrokî û nivîskarên wê, divê bên nasîn û bi “Kurmancî” were xwendin û dîtin. Ji bo hin kesan dibe ku weke dubarekirinekê be, lê ji bo çend kesan be jî, divê mirov qala hin serdem û navên taybet bike. Li welêt, gelek kom û atolyeyên şanoyê bi Kurmancî xebatên xwe didomînin hene, lê hîna jî, xwe ji wergera Tirkî xelas nekirine. Gellek hezkiriyên şanoyê hene û dixwazin di hunara şanoyê de pêş ve bikevin, ji bo van kesên ku nû dest bi şanoyê kirine, mirov dikare qala wêneyekî dramaturjiya giştî bike. Ji bo zanîneke dramatûrjiyê pêdivî bi kîjan serdem û nivîskaran heye? Beyî dîrok û nîvîskarên teatroyê,  ne zanîna şanoyê û ne jî nivîskariya wê, tê famkirin. Bi kurtasî, ji bo destpêkirina dramatûrjiyê, serdemên taybet û nivîskarên navdar ev in: Di Teatroya Antîk de (Yewnanî-Latînî) Aiskhylos, Sophokles, Eûropîdes, Arîstoltales “Poetîka”; Aristophanes, Plaûtûs, Seneca, Horatîos “Arspoetîka”.

Serdama Navîn (Feodalîte Ya Ewrûpa) û Ronesansê de, Lîstikên Olî “Morality- Everymen”, Comedîa dell’arte û Goldonî, Lope de Vega. Nivîskariya Dawiya Serdama Navîn; Marlove û “Rebbê Teatroyê” Shakespeare…

Di klasîzima Serdema Nû de; Corneille, Racîne, Moliere û bi Şoreşa Frensî şanoyên netewî bi romantîzmê re di melodramê de; Schîller, Lessîng “Dramaturjiya Hamburgê”. Di Realîzma Ewrûpî de (naturalîzm) Îbsen, Çêxov, Hauptman.

Di Sedsala 20’an de Teatroya Modern weke “Serdema Derhênerên Teatroyê” tê zanîn. Stanîslavskî “Sîstem”, Meyerhold “Bîomekanîk”, Artuad “Tundî û Rituelî” A. Antoîne “Xwezayî û Diwarê Çaremîn”, Max Reinhardt, Otto Brahm, Appia, Gordon Craig…

Teatroya Politîk bi Pîscator re dertê û Brecht bi Teatroya Epîk, dijberiya li himber Teatroya Arîstotalyenê poetika şanoya xwe datîne. Teatroya Absurd û berhemên nivîskarên xweser weke; Beckett, Îonesco, H. Pinter, Strinberg, Maeterlinck, A. Jarry, B. Shaw, Kaiser, Eugene O’Neill, Lorca, Dario Fo,  Arthur Miller, Tenesse Williams, Sartre, Camus, Jean Genet, Anoilh, Durremant, S. Shepard…

Şonoya Hemdemî an jî Teatroya Avangard an jî Teatroya Postmodern; Grotowskî “Teatroya Xizaniyê û Lîstikvaniya Pîroz”, Eugene Barba “Antropolojiya Teatroyê”, “Peter Brook “Teatroya Navnetewî”, Augusto Boal “Teatroya Bindestan”… Ji bo teatroyê wêneyekî giştî, bi van navan mirov dikare li ser hunera şanoyê bixebite û binase.

BERHEM Û MIJARÊN DRAMATURJÎYA KURDÎ

Dramaturiya Kurdî, bi referansên xwe û berhemên şanoyê divê were nirxandin. Ku nivîskariya şanoyî û listikvanî li ser vê hîmê neyê kirin, wê hertim bilukume û loqal bimîne. Ji bo derfetên şanoyeke xwedî karakter, divê bi tevahî girî û kenê xwe bi ziman û zanîna xwe bibîne… Zanîna şanoyê, bi derfetên Kurdî ku were kolandin û şopandin, wê gavê mirov karibe qala şanoyeke xwedî taybet bike.
Şanoyeke kurdî mecbûre ku, bi nivîs û xwedina Kurdî re têkilî be û zanîna şanoyê ji çavkanî û berhemên şanoyê binase. Şanoya Kurdî, mijar û çîroka xwe di laş û zimanê lîstikvanan de divê berbiçav bike û xwe vebêje. Her mirovê ku di xwestaka lîstikavaniyê de be û bixwaze di sahneya Kurdî de bêje “Ez li vir im, bala xwe bidene min!” divê ji xwe re poetikaya hunera xwe biafirine. Derhêner û lîstikavanên Kurd, divê xwe li sahneyeke “Kurd û Kurmancî” bibîne; ku berê xwe nedin berhem û civaknasîya xwe, wê hertim çavê wan li deriyên Tirkî be. Û ji ber vê yekê mirov, wê nikaribe qala hunereke xwerû Kurmancî bike.

Ji dîroka nivîskariya Şanoya Kurdî, berhemên ku divê bi “lezgînî” were nirxandin ev in: Evdirehîm Rehmî Hekarî  “Memê Alan-1918”, Erebê Şemo “Koçekê Derewîn-1930”, Celadet Alî Bedirxan, “Hevind-1933”, Mûsa Anter “Bîrina Reş-1959”, Taharê Biro “Memê û Eyşê-1967”…

Piştî Salên 1990î û ceribandinên tekstên şanoyê: A. Gernas, Helîm Yûsiv, Cemîl Denlî, Rênas Jiyan… Çend berhemên şanoyî, yên sereke ku wergera wan çêbûne jî ev in: “Prometheûsê Zincîrkirî” Asxîlos (Aiskhylos), “Tartuf” (Moliere), “Bexçeyê Vîşnê” (A. Çêxov), “Dayîka Wêrîn û Zarokên Wê” (Brecht), “Li Benda Godot” (Samuel Beckett).

Ji bo ku serboriya şanoya Kurdî were dîtin, gellek berhemên Kurdî yên ji Sovyetê û ji şanoya Soranî (Başûr) hene ku, hîna werger û tîpguheziya wan çê nebûne, mirov divê wan jî ji bîr neke. Muhsîn Osman, di pirtûka xwe ya bi navê “Hizirkirin Di Pirsên Şanoyê De û Mezopotamya” vekolînên dîrokî û dramayê, ji bo zanîn û lêgerîneke şanoyê, çavkaniyeke berfiref dide xwendevên.

Beriya ku lîstikvanek an jî hezkiriyên şanoyê, bala xwe bide dramaturjiyê, divê di lêgerîn û nirxandina hunerê de be. Hin ji pirsên dramaturjî ev in: Teatro çi ye? Çi dibe teatro? Wêjeya Kurdî, çi qasî nêzî şanoyê ye? Ji bo sahneya Kurdî û temaşevanên wê kîjan berhem û adaptasyonên teatral lazim e? Pîvan û kêşeyên lîstikavaniyê çi ne? Listikavaniyeke Kurmancî, lê çawa? Rastiya jiyanê û raxistina sahneyê li ku pêrgî hev tê? Mirov ji bo çi dilîze? Mijarên ku dibin astengî yên ji bo şanogeran çi ne? Hîle û teknîk û derfetên lîstikavaniyê çi ne? Mirov dikare qala temaşevanên Kurdî bike û hebe temaşevan kî ne? Şanoya kurdî û rojeva kurdi çiqasî li hev dike?

Şanoya Kurmancî, di lîstikên xwe de “çi?”, “ji bo kê?” û “çawa?” derdixin?

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Çetoyê Zêdo

2 yorum

  1. Ardîxan Tarih:

    Bi rastî nirxandinek hêja li ser şanoya Kurdî hatiye nivîsandin . Hêvîdarim muxatabê vê nivîsê (Şanogerên Kurdî) ji vê rexnenivîsê Îstifade bikin.

Yanıtla