Nirxandina Werger û Berhemên Şanoyî

Baran Demir

Weke her zimanî pêdiviya Kurdî jî, bi hemû wergera berhemên wêjeyî û zanistî heye. Ji ber ku werger hertim asta hunera zimên bilind dike. Werger, karekî profesyonel û estetîk e. Ku mirov li rewşa Kurdî binêre, werger ji bo Kurdî dibe karekî “pîroz”.

Her wergêr, divê di navbera du zimanan de jî serwext û şareza be. Ji bo berhemên şanoyê, tenê zanîna du zimanan têr nake. Ji ber ku zimanê berhemên şanoyê, zimanekî zindî û yê sehneyê ye. Ku mirov bala xwe bide wergerên şanoyî yê serkeftî, ji hêla şanogeran ve hatine werger kirin, wê bibîne. Bi gotineke din, wergera metnên şanoyî, ji hêla wêjevanên ku şanoyê ji nêz ve nas dikin ku bê wergerkirin, wê ew jî serkeftî be. Wergera berhemeke şanoyî, divê bi mirovên ku zana û hezkiriyê wê huner û beşê be. Weke mînak; ku helbestvanek helbestê ji zimanekî din wergerîne, bi gumana min wê ji wergêrekî rexnevan, an jî wê ji çîroknûsekî bêtir bi bandor wergerîne. Ji ber vê helwestê, berhemên şanoyî, ji destê wergêrên ku “zimanê sehnê” dizanin çê bibe, ez di wê baweriyê de me ku, wê werger zindî bîmîne û wê bêtir bi kêrî şanogeran bê.

Em bala xwe bidine wergerên şanoya Kurmancî, wê piranî ji Tirkî derkeve pêşberî me. Dibe ku sedemên vêya gelek bin û gelek tişt bêne gotin. Dîsa jî, li gora wergerên ji zimanên din piraniya Tirkî, em weke problemekê dibînin. Ji bo geşbûna lîteratura Kurdî, rewşeke neyînî bi xwe re derdixîne. Hin werger jî hene, ji zimanên biyanî, ji ser Tirkî hatine werger kirin. Raste rast zirarê didine ziman û estetîka wêjeya Kurdî.  Ez naxwazim van berheman yek bi yek bi nav bikim. Tenê mirov bala xwe bide zimanê orjînal, wê her tişt zelal xuya bibe. Em dibînin di hin wergeran de, tenê navê werger tê nivîsandin; lê navê zimanê orijinal nayê gotin. Weke mînak “Ji İngilîzî – ji Frensî bo Kurdî” di afîşên lîstikan de nayê nivisandin. Ji ber ku werger ne ji zimanê orjînal e û raste rast ji ser Tirkî hatiye werger kirin û naxwazin vêya eşkere bikin! Di vê helwestê de taybetiyeke “xapandinê” hatiye nixumandin.

Ku wergêr li ber zimanê orijinal, wergerên ji zimanên din jî weke çavkanî bigire, wê wergêr, jê fêdeyekê bistîne û dikare wê wergera xwe xurttir bike. Mirov dikare vêya biparêze. Ya ku dilê mirov raneke ew e ku, berhemek biyanî ne ji zimanê xwe, lê ji zimanê Tirkî hatiye werger kirin e. Weke ji Lorca, Îbsen, Gogol û hwd, ji wergerên Tirkî çi qasî dikare xwe bi Kurdî li ser sehnê bide fêmkirin? Ji ber vê yekê, baweriya me ji wergerên ji ser Tirkî tune ye û ji xwe her mirovê xwende û şanogerên Kurd yên Bakûr, “axirê” bi Tirkî xweş dizanin!

Di vê rewşa wergerê de, çi dikeve para şanogerên Kurdî?  Cûdahiya wergeran ji hêla ziman û şêwaza berhemê, divê çewa be? Adaptasyona berhemên şanoyê, li ser sehnê divê çewa be? Wergêr û nivîskarên Kurdî, di vê rewşê de çi dikin? Nivîskarên Kurdî, ji bo şanoyeke serwext çiqasî nêzî şanoyê ne? Em di wê hêviya ku nîvîskar û wergêrên Kurdî bi retorîka şanoyê nêzî berhemên şanoyî bibin, wê çaxê em ê karibin hunereke Kurmancî biafirînin.

Wergerek Kurdî ji bo ku li ser sehnê zindî be, divê bi zimanê xwe, xwedî retorîk be. Retorîka wergera sahneyê ku pêk were, divê her sê merhaleyên wê hebe. Merhalaya yekemîn “Ethos” vebêjer/lîstikvan e; ya duyemîn “Pathos” guhdar û temaşevan e; ya sêyemîn jî “Logos” e, an jî zimanê ragîhandinê ye û divê di retorikê de hersê hebe.  Di wergera şanoyê de, divê “lîstikvan, temaşevan û ziman” hertim di bîra wergêr de bimîne. Wergêrê ku, zimanê şanoyê û têkildarên şanoyê nas neke, wê ew werger pûç bimîne. Ji ber vê ye ku, berhema ji zimanê orjinal nehatibe werger kirin, wê gelek tiştan ji  xwe wenda bike.

Dema ku me xwest, em ji lîstikên Çêxov derxîni ser sehnê û bilîzin, me karibû ji Tirkî weregera xwe çê bikira. Ji ber ku, li ber destê me bi dehan wergerên cûda bi Tirkî hebûn. Me bi hêsanî karibû ji van wergeran metna xwe ya sehnê derxista. Me ji destpêkê, qîma xwe bi vêya nehanî. Ji ber ku wergera wergerê ne zindî ye û ne jî estetîk e. Me ji du wergêran alîkarî xwest. Wergêrên tekstên me, Têmûrê Xelîl (Axirê bi Tirkî Nizane) û Aysel Tabak, wergera metnên “Hirç û Xwezgînî” ji Rûsî çê kirin. Dema me tekstên lîstikê bi dest xist, bi zimanekê edebî bû. Ji bo sahneyê zimanê nivîskî zêde destê me ditengijand. Ji ber vê taybetiyê, me bi xwe adaptasyona ser sehnê çêkir û li hev hanî. Me wergerên xwe û yê Tirkî da ber hev. Me di hevberkirina van tekstan de, ji honandina hevokan, heta ku tiştên jê hatine derxistin û guherînên ciddî pergî me hat. Weke mînak, di kurtelîstika “Di Derheqê Zirarên Titûnê De” Çêxov weha nivisandiye: “Çi bêjim, hemû yek e, piştî ku bi hubra Farisiyan nehatiye nivisandin.” Di wergerên Tirkî de ev hevok tunebû. Çêxov di vê hevokê de, dewlemendiya wêjeya Farisî tîne ziman. Minakên bi vî rengî di wergerên Tirkî de zêde hebûn. Hin tişt bi vî rengî li Tirkî hatibû adaptekirin. Her wergêr li gorî xwe hevokên nû afirandine û şîrove kirine, an jî guhertine.

Li ber destê me du wergerên Kurdî hebû û dramatûrgê me Çetoyê Zêdo jî, ji van tekstan metna sehneyê derxist. Carinan di proveyan de jî metna sehnê li gora pêdiviya lîstikê dihate guhertin. Dibe ku, ji hin kesan re weke karekî zêde û zahmet bê dîtin; lê em bi vê helwesta xwe bawer in û vêya ji bo literatura zimanê Kurdî diparêzin.

Ji şanoya cîhanê berhemên navdar û yên bûne klasîk, divê bi taybetî, ji zimanê orjînal wergerên wan çê bibe. Ji bo wêjeya şanoyê, Çêxov jî, yek ji wan nivîskarên mezin e. Divê bi hişekî zelal û bi derfetên xurt wergerên şanoyê di kurmancî de zêde çê bibe. Ji bo karên bi vê helwestê alikariya gellek kesan lazim e. Şanoger dive ne tenê bin. Nivîskar û wergêrên Kurdî divê alîkariyê bidine şanoya Kurdî. Ne tenê ji bo temaşekirinê werin şanoyê. Beriya ku lîstik derkeve di karên dramatûrjiyê de, divê li cem wan be. Ne ku piştî lîstik derket û pê ve “rexneyên” xwe bikin! Heta ku egoya xwe neşkînin, wê rewşa berhem û wergerên şanoyê  qels bimîne. Kurdî, ya Kurdan teva ye, ne tenê ya şanogeran e. Pisporê zimanê Kurdî, divê bi berhem û wergerên xwe, rê li ber şanoya Kurdî vekin.

Di van salên dawî de Şaredariya Mezin Ya Amedê, ji bo şanonivîskariya Kurdî re, rêyeke mezin vekir. Dîsa jî em bala xwe didin van berheman, nîviskarên Kurdî, di vê pêşbaziyê de  zêde tune ne. Yên hene jî bi formên şanoyê, ne têkildar in. Divê mirov vêya bêje ku; şano ne ji bo xwendinê ye; ji bo lîstinê tê nivisandin… Asta van lîstika ne li gora zanîna şanoyê ye. Dîsa jî em van ceribandinan pêwist û bêhempa dibînin.

Em bala xwe bidin nivîskarên Kurd, bê çima lîstikên şanoyê nanivisînin û wernagerînin? An jî yên ku dinivîsin jî, lîstikên wan bi piranî çima lewaz û qels in? Ez bi rehetî dikarim bêjim ku şanoyê naxwînin û kêm kes ji wan, lîstikan temaşe dikin. Ku temaşe jî bikin, tenê dikarin rexneya ziman bikin. Ew jî tunebûya halê me wê çi bûya! Xweziya ku van gotinên min ne rast bûya…

Bi hêviya ku, mirov qala bi sedan wergerên şanoyî yên bi Kurdî bike!



  tarafından yazılan diğer yazılar.

Yorum


işlemi tamamlayınız: