'Xulamê Du Xwedî' ji bo Rojava tê lîstin

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bi leyîza xwe ya Xulamê Du Xwedî ji bo piştgiriya bi Rojava re bileyîze. Bilêtên leyîzê ji aliyê xwendekarên Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dicleyê têne firotin….
Derhênerê Hunerê yê Giştî yê DBŞTê û derhênerê şanoya Xulamê Du Xwedî Ruknettin Gun, da zanîn ku leyîz 15ê Adarê roja înî û 16ê Adarê roja yekşemê saet: 20.00ê tê pêşandan. Ev leyîz ji aliyê nivîskarê Îtalî Carlo Goldonî ku sedsala 18ê jiyaye ve hatiye nivîsandin. Leyîz bi du perdeyî, behsa cîhana ku pere pir lê bi qîmet e û hemû têkilî li ser wê ava dibin dike. Li gorî wê, evîn jî bi pere tê kirîn û firotin. Bilêtên wê xwendekarên Fakulteya Hiqûqê a Zanîngeha Dicleyê dê bifiroşin, buhayê wan 5 lîre ye û her weha li gîşeya DBŞTê jî têne firotin.
Hatina ji vê şanoyê dê ji bo kampanyaya piştgiriya bi Rojava re ku di bin serperiştiya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan de bi rê ve diçe bête terxankirin.
HAWAR NET Çandname

Paylaş.

Yanıtla