Dîsko 5 No’lî û Mîrza Metîn

Pinterest LinkedIn Tumblr +

disko_5_noBûyerên vê lîstikê, her çi qasî beriya sîh salî qewîmî bin jî mijar û çîrokên wê heta dema îro jî di hişmendiya kurdî de zindî ne. Ji bo vê temaşevenên kurd bi travma û bi bîrîn in… Lê bo temaşevanên tirk, ixtîmal e ku “Disko 5 No’lî” bibe nîşaneya hovîtiya nijadperestiyê

ÇETOYÊ ZÊDO

Dereng be jî, ji bo “Dîsko 5 No’lî”, dema nirxandineke bi kurmancî ji zû de hatibû. Lîstik ev du sezon in dilîze û wiha xuya ye ku wê hîn jî bilîze.
Ji bo vê lîstikê gelek tişt hatin gotin, lê heta niha lîstik bi kurdî nehate nirxandin. Ji bo her lîstikê, divê neyînî an jî erênî temaşevanên kurdî, di pîvanên hurmetê de, dîtin û ramanên xwe vebêjin. Lê ez ê ji destpêkê de bibêjim, ev nivîs ji sedî sed erênî ye.
Mirov beriya lîstikê, ji wateya girtigehê haydar dibe û dizane lîstik wê li ser kîjan mijarê bisekine. Ji ber vê yekê, temaşevanên kurd, di der barê girtîgeha Amedê de, xwedî hest û raman in. Bi vê zanîne, bûyer û kesên lîstikê, ji hêla temaşevanên kurd xweş tê nasîn.
Bûyerên vê lîstikê, her çi qasî beriya sîh salî qewîmî bin jî mijar û çîrokên wê heta dema îro jî di hişmendiya kurdî de zindî ne. Ji bo temaşevenên kurd, bîranînên “binçavkirin û girtîgehê” bi travma û bi bîrîn in… Lê ji bo temaşevanên tirk, ixtîmale ku “Dîsko 5 No’lî” bibe nîşaneya hovîtiya leşkerî û nijatperestiya serdestî.
Dik dibe girtîgeha lêşkerî ya Amedê. Temaşevan wekî ku di wê girtîgehê de bin û li pêş çavên wan her tişt diqewime, hiş û hestên temaşevanan di navbera şano û rastiyê de diçin û tên… Deng ji wan dernakeve, lê çavên wan, dilên wan û hişên wan her û her li ser “Girtîgeha Amedê” dimîne. Piştî lîstikê jî temaşevan zû bi zû bi ser xwe ve nayên.
Mîrza Metîn, performansa lîstikvaniya xwe, ji bo “Dîsko 5 Nolî” li ser rituelên tundî derxistiye.  Lîstikvaniyeke bêhemba û bi kedeke mezin, performanseke hêja nîşan dide temaşevanên xwe. Bi elastîkiya laş û bedena xwe û bi şêweya lîstikvaniya xwe, li ser sahnê tekane, hemû derûniya girtî û vebêjeriya kesên lîstikê dike. Mîrza Metîn, bûyerên li wir qewimîne bi tena serê xwe dilîze û dide temaşekirin.  Lîstikvan, di vê şanoyê de dibe “girtiyek azadiyê, serleşkerekî wehş; mişk, kûçik, pîrê, mêş…” Hemû tişt bi laş û performansa Mîrza Metîn derdikeve pêşberî temaşevanan. Aksiyonên li ser sahneyê, bi veguherînên “kesên lîstikê” tê lîstin.
Derhenera lîstikê Berfîn Zenderlîoglu ye û teksta lîstikê Mîrza Metîn nivîsandiye. Ji bo vê lîstikê, di derbarê girtigeha Amedê ya Leşkerî de; bîranîn, dokumanter û bi hevpeyvînên girtiyên wê û bi “metaforên” wê, “Dîsko 5 Nolî” hatiye çêkirin. Îşkenceyên 5 Nolî’yên bi çavdêriya girtiyekî, carinan bi ya mişkekî an jî bi hovitiya serleşkerekî tên vegotin û lîstin… Hêma û têgehên wê demê, li ser sehneyê bi hin amûran ve hatine girêdan. Serdestî û kirinên faşistî, bi “kûçik” û wehşetiyên din tên sêwirandin… Bi dîmen û efektên deng, ronahî û xumamê û lexema avê ya li ser sahneyê, werîs û bi konê pîrê, dekor û alavên sahneyê, atmosfera lîstikê hatiye sazkirin.
Bi gîştî, piştî lîstikê jî temaşevan zû bi zû ji bandora girtigehê dernakevin û di hişê  temaşevan de lîstik didome…
Bûyerên vê girtigehê ji temaşevanên kurd re ne biyanî ne, lê ji bo yên din? Wekî pêşandeyekê “Dîsko 5 No’lî” gelek pirsan ji temaşevanên xwe re dihêle… Mirov çawa dikare vê zulmê li mirovekî din bike, an jî ji bo çi vê zulmê dike? Mirov texmîn dike ku ev pirs, ne ji bo temaşevanên kurd e! Divê bêtir “ew” li dîroka xwe vegerin… Lîstik, li ser êşandina temaşevan hatiye lêkirin.  Temaşevan, bi vê lîstikê dikeve nav hestên tevlihev û hişê wan ser û bin dibe. Her tişt li ser sehneyê û li ber çavê temeşevan diqewime… Bandora lîstikê wekî “travmayekê” di hişê temaşevan de diçike. Bi carekê re, mirov dixwaze lêdan û zulma li ser sehneyê biqede, ji ber ku temaşevan diêşîne… Lîstikvan, temaşevanên xwe “neçar dihêle”, careke din aciz û gêj dike. Lîstik, rasterast berê xwe dide temaşevan, vê pirsê li cem wan dihêle: Hûn vê wahşetê bi çi ve girê didin?
Heta niha Şanoya Kurdî, bi “polîtikbûnê” dihat qalkirin; lê bi vê lîstikê, Şanoya Kurdî wê bi mînakên “in your face” û bi têgeh û formên din jî ve were girêdan. Lîstik, saetekê wekî bombebaranê, nahêle ku temaşevan jê biqete. Bala temeşevan saetekê zîndî dimîne. “Dîsko 5 No’lî”, mirov di paldanka xwe de diçikîne û nahêle xwe bilivîne. Destar Teatro, ji bo şêweya vê lîstikê, navê “ceribandinê” bi kar tîne. Lê encama vê lîstikê, nebûye ceribandin; rasterast bûye raxistina “wehşeta” gîrtigehekê ye. Ji ber vê şêwazê, temaşevan mîna girtiyekî, li “Dîsko”yê temaşe dike. Lîstik temaşevan mecbûr dihêle ku êcêbmayî li vê wahşetê binêre û biêşe… Lîstik mîna “sîleyekê” tê ku li ser çavên temaşevan bikeve. Mirov bi derûniyeke tevlihev girê dide û dike ku temaşevan ji xwe bikeve gumana: Ew girtî ye, yan temaşevan e?  Wehşeta nijatperestî û berxwedana şoreşgerî bi hev re li ser sehnê berbiçav dibe. Mirov, naxwaze li girtiyên wê demê û li “komkujî, tecawuz, hovitî…hwd” bifikire. Bi temaşekirina vê lîstikê, ne bawer im ku dîmenên vê girtîgehê werin ji bîr kirin…
Mijareke mezin û êş, di vê kurtedemê de tê vegotin. Zimanê êşa vê lîstikê, ne ji bo “ajîtasyonê” ye, ji ber vê yekê dengeya lîstikê xweş hatiye hûnandin. Bi hêsanî mirov dikare bibêje lîstikvaniya Mîrza Metîn û rejiya Berfîn Zenderlîoglu serkeftî ye. Mirov texmîn dike ku kedeke mezin di vê lîstikê de heye. Lîstik neketiye xetereyên derveyî şanoyê… Heta gelek tişt ji bo ku ajîte nebe, kurt hatine birîn… Ev jî nahêlê ku lîstik bibe mîna “melodramekê”. Vegotina zimanê ajitasyonê, xweş hatiye parastin. Êşa bûyer û çîrokên lîstikê, di hedê xwe de tê ser dikê û rejiya lîstikê rê nedaye ku “Disko 5 Nolî” têkeve zemîna ajiteyê…
Lîstikên ku bi yek kesî tên lîstin, xwedî rîsk in. Lê Mîrza Metîn, di “Dîsko 5 No’lî” de ji heq ve rîskê derdikeve û xwe li ser sehneyê îspat dike… Mîrza Metîn, dizane enerjiya xwe kontrol bike û bide hîskirin. Bala temaşevan, hertim li ser xwe zindî dihêle. Ji 2008’an heta niha, di repertûara Destar Teatro de “Reşê Şevê, Cerb, Qeşmerên Apoletî, Bûka Lekî, Dîsko 5 No’lî, Antîgone 2013” bi van lîstikan mirov dizane ku ji bo şanoyeke kurdî , bi gotina wan “ceribandin” lê wekî hewldaneke şanoyî bi encam dibe… Teybetiya van lîstikan ew e ku lîstikvanên Destar Teatro bi xwe dinivîsinin û dilîzin. Şanoya xwe li ser tekstên xwe diafirînin…
Ji bo hemû şanogeran domdariya xebatên lîstikvanî û hunerî, ji bo motîvasyoneke afirandinê pêdivi ye. Destar Teatro, bi lîstikên din û bi xebatên atolyeyî mijûl dibe. Ji ber vê yekê xebatên xwe wekî “ceribandinekê” dibîne. Ji xwe her şanoger, bi kêmaniyên xwe û bi kêmaniyên Şanoya Kurdî dizane; lê kêm kes serê xwe bi xebat û ceribandinên hunerî diêşînin. Destar Teatro, bi lîstik û xebatên xwe dixwaze ji Şanoya Kurdî re alternatifekê derxîne.
Kêm kom hene, xwedî repertuarekê ne; lê Destar Teatro, ne li ser lîstikekê tevdigere. Her sal bi kêmanî lîstikeke nû derdixîne pêşberî temaşevanên xwe. Heta niha şeş lîstik derxistine. Ji 2008’an heta niha ji bo şanoyeke “xwedî taybet” tevdigere û di van salên dawî de bi lîstikavanî û şêweyeke nû, lîstikên xwe dertîne… Xebatên xwe yên lîstikvanî û atolyeyî didomîne, ev jî wekî encamekê di lîstikên wan de derdikeve û helwesteke nû bi xwe re tîne.

Careke din mirov ji bo “Dîsko 5 No’lî” dikare bibêje ku “dîtin û gotin nabe yek!” Divê mirov bibîne û biêşe…
Azadiya Welat

Paylaş.

Yanıtla