“Hirç û Xwezgînî" Rêwiyê Moskowê Ye

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Nûçe/Mimesis101
Teatra Sî, bi Lîstika xwe ya bi navê “Hirç û Xwezgînî” di 21ê Nîsanê de dibe mêvanê festivala Moskowê. Lîstikên Anton Çêxov “Hirç û Xwezgînî” wê bi Kurdî li Rûsya’yê were temaşekirin.
Bi destpêkirina lîstikên Çêxov, xwestine silaveke Kurdî li Çêxov bikin. Wan ji kurtelîstikên wî “Hirç”, “Xwezgînî” û “Derheqê Zirarên Titûnê De” çîroka lîstika xwe derxistine ser sehnê. Ji temaşevanên Kurdî re, karakterên Çêxov yên çîna navîn (Karmend û Milkedar) li pey komediyên wan ketine û heta ji destê wan hatiye raxistine ser sehnê.
Teatra Sî di 21ê nîsanê de, wê li Moskowê di Têatra Jar-Ptîsa’yê de derkeve ser sehnê. Teatra Sî, wê li wir silava xwe li Anton Çêxov û li temaşevanên Rûsya’yê bi “Spas/îva” biqedînin.

Paylaş.

Yanıtla