Li Moskowayê şanoya Kurdî

Pinterest LinkedIn Tumblr +

ÊRÎŞ QOSER – MOSKOW
Kurdistaniyên li Moskowayê dijîn di xwepêşandin şanoyê de gihiştin hev. Şanoya ku ji hêla mamosteyê mezin yê şanoya Kurdî Şalîko Bêkes ve derhinêrtiya wê hat kirin. Li gel gelek hunerhesê Kurd û Rûs, şano ji hêla jûriya şano ya mihrîcana şonaya Moskowayê ve jî bi baldariyek mezin ve hat temaşekirin. Beriya şano dest pê bike şanoger Şalîko Bêkes li wate û girîngiya şano hin agehî dan temaşevana û got: “Li welatê xerîbiyê şanoya bi Kurdî ji bo me bi wate ye”
Duh danê êvarî di seat 19.30’an li paytextê Rûsyayê Moskowayê li Mala Çandê Lûnaçarskî Kurdistanî û dostên wan yê hunerhes di xwepêşandana şanoyê de hatin cem hev. Şanoya bi navê “Qûrban” ku ji hêla nivîskar û senarîstê Rûs Îvan krîlov ve hatiye nivîsandin ji hêla şanoger û senarîstê Kurd Şalîko Bêkes ve li gor rastiya civaka Kurd hatibû şîrovekirin û pêşkeşkirin. Şanoya ku listikvanên wê hemû Kurd bûn ji hêla jûriya şano ya mihrîcana şonaya Moskowayê ve jî bi baldariyek mezin ve hat temaşekirin. Şanoya ku ji 75 deqeyan pêk dihat bi zanebûnek mezin hatibû amadkirin û hat leyistin.
Beriya ku şano dest pê bike ji hêla senarîst û şanoger Şalîko Bêkes ve ji temaşevanan re li ser şanoyê hin agehî hat dayîn. Şalîko Bêkes li ser şano wiha axifî:
“Li welatê xerîbiyê bi zimanê dayikê û bi awayekî profesyonel xebat kirin ji bo her mirovî zehmet e. Bi taybet ji bo me Kurdan ku me ne bi zimanê xwendiye û ne jî perwerde dîtiye. Ji ber ve yekê li gor min bi zimanê Kurdî ev şano amadekirin pir gîrîng bû. Hevalên me yê di şanoyê de dilîzin ji bo karîbin bê pirsgirêk bi taybet di mijara ziman de vê lîstikê bilîzin gelek xebat dan. Ez wan sipas dikim. Ev lîstik, lîstikek Rûsîye min jî li gor civak û dîroka gelê Kurd ji nû ve sererast kir ez hêvîdar im ku hûn ê biecîbînin.”
ANF
qurban

Paylaş.

Yanıtla