Li Moskowê lîstika 'Hirç û Xwazgînî'

Pinterest LinkedIn Tumblr +

moskow hirç ê xwezgînî
MOSKOW
Duh êvarê Kurdistaniyên li Moskowa dijîn di nîşandana şanoyê de hatin cem hev. Şanoya ku ji hêla listîkvanên “Tiyatro Sî ” ve hat lîstin ji aliyê Kurdistaniyan ve bi baldariyek û eleqeyek mezin hat temaşekirin.
Duh êvarê di saet 19.00’an de li salona Jar Tiyatro Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskowayê dijîn di xwepêşandana Tîyatro Sî de hatin cem hev. Listika ku ji hêla nivîskarê navdar yê Rûs Anton Çêxov ve hatiye nivîsandin jî hêla Têmûrê Xelîl û Aysel Tabak ve ji zimanê Rûsî bo zimanê Kurdî yatiye wergerandin. Ji hela Tîyatroya Kurdî “Tîyatro Sî” ve hat listin. Tîyatro Sî ku li bajarê Tirkiyê Stambolê xwebatê xwe yê hunerî didin meşandin heya niha gelek cara ev listik li Salona Maya ya li semta Taksîmê ev listik listiye.
Listika ku ji hêla Baran Demîr ve derhênertiya wê tê kirin bi listikvaniya Baran Demîr, Bêrîtan Erdal Ayna, Dawn Hannahan Rojda Yavuz û recep İçen ve wê di rojên pêşiya me de li bajarê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Elih, Kozluk û gelek cihêdin jî listika xwe ji şanohezan re parve bikin.
ANF

Paylaş.

Yanıtla