Gezi û Kurd

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

Taksîma Stenbolê, parka Gezi’yê cihekî ku bi kêmanî şeşsed darên heftêsale tê de ne û şînahiyeke şêrîn e ji bo kesên ku ji acisiya bajar li bin siya daran rûdinên û bêhna xwe didin.

Di 31ê adara 1909an de li wê parkê, “Topçu Kışlası” (Avahiya mezin a ku leşker tê de dimînin) hebûye. Leşker û mirovên oldar li dijî Meşrûtiyeta II. rabûn ser piyan, serî hildan û şerîetê xwestin. Ji Selanîkê qefleyek leşker têne Stenbolê, davêjin ser “Topçu Kışlası” û Abulhamit’ê II. ji desthilatdariya Osmaniyan tînin xwarê û tarewgehê (sirgûn) Selanîkê dikin. Di vê tevgerê de “Topçu Kışlası” dibe keleh û sembola berxwedanê.

Niha jî serokwezîrê Tirkiyê dixwaze ev darên li parkê bibire û li dewsa wan “Topçu Kışlası” ava bike. Lê ne wek ku dîsan leşker tê de bimînin. Tenê mîmariya avahiyê wek berê be. Lê di avahiyê de cihên dan û stendinê an jî otêlan çê bike û wê mizgeft jî tê de hebe wek berê.

Çar pênc meh e ku xebateke li meydana Taksimê tê kirin ku ew der û dor tenê ji bo mirovan be, tê avakirin. Berê wesayîtê taybet û rawestgeha otobêzên fermî ku gel bi wan tên Taksimê; li wir rêya trafîkê asê dikirin. Ji bo darên “Gezi Parkı” neyên birîn,”TMMOB’ê” (Komeleya Mîmar û Endezyarên Tirk) konên xwe danîn û dest bi nobedariya parkê kirin. Di serî de bi temamî bîst kes tunebûn. Rojekê kepçe tê ku rêya di ber parkê fireh bike, çalakîsaz nikarin ew mekîneyan bidin sekinandin û gazî parlamenterê BDPê Sırrı Süreyya Önder dikin. Ew tê xwe dide ber kepçê û derxistina daran ji bin erdê disekine. Ev bûyer di înternetê de belav dibe û dibêjin dest bi birîna darên parkê kirine. Piştgirî li wan zêde dibe û kesên Taksimê zêdetir dibin. Ew roj ez jî çûme wê derê û ez heta derengê şevê li wir bûm. Sibeha wê şevê 29ê gulanê saet di pêncan de, polîsan havête ser “Gezi park’ê” û konên “Taksim Dayanışması” (Piştgiriya Taksîmê) dane ber agir û gazê.

Agirê “Gezi Parkı” êdî pêketibû. Roj bi roj geş dibû û Kurd jî di nav wan de cihê xwe girtibûn Di 1ê Hezîranê de, polîsan dev ji mudaxilên xwe berdan û ji Taksimê derketin. Dema polîsan meydanê vala kirin Kemalîst û şovenên Tirkan, bi alên xwe hatin marşên şovenî xwendin. Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş daxûyaniyek da û gote; “Em bi tu awayî li ber netewperestan (Yên Tirk) cih nagirin” Piştê van gotinan, Kurd ji meydanê kêm bûn û jixwe protestoyên bê polîs ji bo Kurdan tiştekî xerîb e!

Bûyer mezin bû. Di serî de Ankara û İzmir’ê, li 78 bajaran Tayyip Erdogan (Serokwezîrê Tirkiyê) hate protesto kirin. Ji Erdogan re bû int û gote; “Ez bejna xwe li ber Çapûlciyan (Kesên ku talan dike û avahiyan xera dike) natewînim. Ew Topçu Kışlası wê ava bibe.” Bi gotineke din Çapûlcî; Tirkên ku ji Asyaya navîn hatin û malên me wêran kirin. Helbet, Erdogan bi vê maneyê negotibû. Çapemeniya televziyonên Tirk, vê bûyerê havêtin paş goyê xwe û nîşan nedan. Ji ber ku Erdogan emir dabû, sernûçeyên heft rojnameyan di heman rojê de wek hev çap bûn.

Di van çalakiyan de çar kes bi destên polîsan mirin û bi hezaran jî birîndar kirin. Polîsan bi Tomayan ava tîj reşandin, fişekên gazê teqandin ser mirovan û bi cop û daran li çalakîsazan xistin.

Bi xêra çend daran, hinek Tirk li xwe mikûr hatin û gotin; “Heta niha me nizanibû ev wateya çanaxên ser xaniyên Kurdan çi ne. Şîddeta van polîsan teror e. Em niha Kurdan fêm dikin.” Empatiyek hûr be jî ev radeyek e. Lê têr nake. Bi ya min hêna jî, ji halê me fêm nekirine û ev tiştên ku hatiye serê wan û tiştên ku me bi xwe dîtiye ne wek hev e. Ez bawerim tenê ev hevok bes e ji bo wan: We hêna panzer û guleyên bi rastî nedîtiye…

Mesele êdî ji birîna daran derketibû. Bûbû; demokrasî, azadî, qedexeya alkolê, ku firotina piştê saet dehê şevê, qedexebûna zarok jiberxwe kirin, çêkirina balafirgeh û pira sêyemîn (ji bo çêkirina wan wê bi hezaran dar bên birîn) û hwd.

Piştê roja çaremîn bû şova şovenîst û nijadperestan. Dema, BDP xwe ji çalakiyan dûr da, çepgir û netewperestên Tirkan gotin; “Kurd çima ne di çalakiyê de ne?” Alîgirên Erdogan jî, Kurdan xerab nîşan dan û gotin; “Kurd jî di van çalakiyan de ne.” (Maneya vê hevokê ev e; Me pêvajoya aştiyê dest pê kiriye lê hûn di refê wan da ne) Hin kesan jî gotin; “BDP hê ji vê rewşê fêm nekiriye.” Kesên ku van hevokan bikar dianîn zanayên wan bûn. Îcar bifikirin. Zanayên wan, ji zarokekî me yê ku keviran diavêtin panzeran çêtir nizane vê meselê. Di vê meselê de nezan ew in, ne Kurd!

Ev 30 sal zêdetir e, ku li Kurdistanê şer heye. Di vî şerî de nêzîkê 50 hezar kes mirin û piraniya wan Kurd bûn. Dema leşkerên we bi hezaran gund şewitandin û bi milyonan mirovan koç kirin; HÛN LI KU DERÊ BÛN? Beriya pkk’ê Kurd bi we re bûn li dijî sîstemê. Lê çi bû? Ne tiştek! Welatê we dîsan welatê we ye û al dîsan ala we ye. Di destê me de çi heye? Bi hezaran mirî. Dayikên Şemiyê her hefte li Taksimê kom dibin û hestiyên lawê xwe dixwazin. Ew kesên ku ji bo daran diçin vê çalakiyê qey haya wan jê tunebû. Helbet hay jê hebûn, nedixwestin bibînin! Herkes pê dizane, ku AKP here, wê CHP were li şûna wê. Û dîsa herkes pê dizane, ku CHP çi aniye serê Kurdan û wê dîsan bixapînin û tiştekî nedin Kurdan.

Hêviya min, serî hildana Tirkan li dijî sîstemê, fêmkirina halê me Kurdan be.

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Baran Demir

Yanıtla