Şagirtên Cegerxwînê lîstika xwe ya bi navê "wenda" raxistin ser sehnê

Pinterest LinkedIn Tumblr +

wendaDi xebatên Akademiya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê de, Şagirtên beşa Şanoyê ya pola 2. bi navê lîstika “Wenda”li Amedê  derket ser dikê û rastê eleqeyek mezin hate. Derhêneriya lîstikê ji mamosteyên Akademiyê Omer Şahîn kiriye. Nivîsandina lîstikê ji aliyê şagirtan ve hatiye çêkirin. Mijara lîstikê “Dayikên Şemiyê” ye û di lîstikê de dayikek ku li kurê xwe diğere, ji jiyana wê dîmenên bere tene nîşandan.
Lîstik li girtîgehê bi vegotina çîrokê dest pê dike û ji 5 epîzotan, bi şêweyeke trajîkomîk hatiye honandin. Di temaşeya lîstikê de temaşevan jî bi çepik û kenên xwe kêfxweşiya xwe nîşan didan.
Di perwerdehiya sê saliya Akademiyê de xwendekar di sala xwe ya 2. de lîstika xwe raxistin ser sehnê û temaşevanan jî razîbûnên xwe, bi çepikên ser piyan nişan dan.
Derhêneriya lîstikê, Omer Şahin kiriye û alikarê derhêner jî Nurcan Yaprak e.
Dekor ji aliye, Dilo Hesso û Aysel Arslan ve hatiye  saz kirin.
Kostûmê lîstikê ji hêla îkram Taştekin û Hêvîdar Budak ve hatiye çêkirin û di lîstikê de, Welat Bayhan, Aysel Arslan, îkram Taştekin, Meyrem Kazan , Bircan Kaygusuz,Buşra Korfecî, Mukades Angay,Nurşen Temel , Hêvi Budak, Nurcan Yaprak , Serhat Yunusoğlu, Ozgur Adiguzel, Ahmet Reviş, û Dilo Hesso cih girtiye.

Paylaş.

Yanıtla