Tirsa Şêwazê, Nefamkirina Ziman û Şanoya Kurdî

Zana Jarr Kılıç

Gelekî ku bi zimanê xwe perwerde nebe, wêje û hunera xwe bi zimanê xwe neşopîne, dê ew gel di warê zimanê xwe de qels bimîne. Loma jî ji zimanê xwe bêtir wê bi zimanê biyan ê ku di bin desthilatdariya wî de dijî biaxife, bifikire û hunera wî zimanî bişopîne. Lewre weke ku tê zanîn zimanê devkî an jî zimanê rojane, têra tu beşên hunerê yên ku bi ziman tên afirandin nake. Ne bi tenê huner, hemû beşên zanyariyê jî para xwe ji vê rastiyê digirin.

Gelê Kurd, di vî warî de mînaka herî ber bi çav e. Bi hezaran sal in ku bi zimanê xwe perwerdehî nedîtine û kêmasiyên vê rewşê her û her jiyane. Kurdên ku li gelek welatan belav bûne, her tim di bin bandora zimanê welatê ku lê dijîn de mane. Lewre bi zimanê wan serdestan perwerde bûne û bi zimanê wan bi çand û hunerê re têkîldar bûne. Vê yekê jî bandoreke neyînî li têkilîya di navbera wan û zimanê wan ê zikmakî de kiriye. Vê rewşê jî, hişmendiyeke birîndar derxistiye holê lewre ji xeynî jiyana rojane her tişt bi zimanekî biyanî ye. Kurdan her tim xwe li hemberê zimanê serdest kêm û paşdemayî hîs kirine lê belê sedema vê yekê wekî ku tê zanîn ne qelsbûna ziman e, sedemên sosyo-polîtîk in.

Piştî têkoşîna azadiyê ya Kurdên li Tirkiyê, hem di warê wêjeyê de, hem jî di warê beşên din ên hunerê de bikaranîna Kurdî azad bû. Lê belê ji ber sedemên ku me li jor qala wan kir in, ev pêvajo bi zor û zehmetiyên xwe re dimeşe. Lewre perwerdehiya bi zimanê Kurdî pêk nehatiye û zimanê devkî an yê rojane têra afirandinê jî, ya xerîdariyê jî nake. Wekî ku me gotibû, sedema vê yekê jî ne qelsbûna ziman e, bêtir qelsbûna wan kesên ku bi zimanê xwe perwerdehî nedîtine ye. Bi taybetî li Tirkiyê ji bîst salî û vir ve xebatên sererastkirina zimanê Kurdî dimeşin. Gelek kesan bi berdêlên giran be jî di vî warî de xebatên bêhampa meşandin û rêzimanê Kurdî ya ku em îro bi kar tînin bi rêk û pêk kirin. Bi vê yekê re jî, tevlî bikaranîneke hevpar re gelek peyvên nû jî tevlî ziman kirin. Û bi demê re ev rewş hem di warê wêjeyê de, hem jî di warê beşên hunerê yên din de jî bikaranîneke hevpar afirand. Lê mixabin ev yek li girseyan belav nebû û gelê Kurd bi piranî hîn jî bi zimanê devkî an zimanê rojane dijî/diaxife.

Li hember vê rewşê bi gelemperî hunermendên Kurd lê bi taybetî jî şanogerên Kurd gelek zor û zehmetiyan dikşînin. Lewre wêje û gelek beşên hunerê tirsa nefamkirinê bijîn jî derfetên hînbûna peyvên xerîb an hevokên ku nayên famkirin dibe ku hebe. Lê belê ev yek ji bo şanoyê wê bi temamî dezavantaj be. Lewre lîstika şanoyê li hember temaşevanan tê lîstin û bi dawî dibe. Di pêvajoya lîstina lîstikê de tu derfetên temaşevan tune ne ku bersivên pirsên xwe yên di der heqê zimanê lîstikê de bistîne. Ev xal jî bandoreke neyînî hem li afirîner hem jî li temaşevan dike. Afirîner jî, temaşevan jî tirsa nefamkirinê dijî. Loma jî divê rewşa şanoya Kurdî bi van pîvanan bê nirxandin.

Tirs an jî weke pirseke hunerê fam û nefamkirin, di dîroka hunerê de gelek caran hatiye nîqaşkirin û gelek şêwaz li ser vê pirsê şîn bûne. Loma jî şêwaz û zimanê berhemê her tim sedeman ji nîqaşê re afirandine. Tevlî vê yekê ku hunermend tirsa nefamkirina zimanê berhemê jî bijî, gelo wê berhema ku derkeve holê li gor kîjan pîvanan bê nirxandin? Li vir pirsa ku divê hunermend li gor çi binivîse an jî derxe ser sahnê derdikeve pêş. Gelo wê bi tirsa nefamkirinê bi zimanê devkî an jî zimanê rojane binivîse an weke xwe? An jî gelo wê bi tirsa nefamkirina şêwazê lîstikê derxe ser sahnê? Ev paradoks, heta ku Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nebin, wê bidome. Ya rast, gelek kurdên “xwende” îro bi derfetên xwe be jî, di vî warî de gelek pêşketî ne. Lê belê ji ber ku huner an jî şano ne bi tenê ji bo wan e, wê ev pirsgirêk bidome.

Divê tevgera nivîskar, derhêner an jî bi gelemperî şanoger li hember vê rewşê çi be? Ya rast, ji ber ku derfetên şanoyê gelek in, divê şano di vê pêvajoyê de li hember girseyan weke dibistanekê be û gel di warê hînbûna ziman û şêwazê de bi rêk û pêk bike. Vê yekê jî bi zimanê devkî an jî yê rojane nikare bibe serî. Weke di hemû beşên jiyanê de hunermend divê di vî warî de jî pêşeng be û tirsa nefamkirinê nejî û nede jiyîn. Ji bo asta şanoya Kurdî bilind bibe û lîstikên bêşêwaz dernekevin holê, divê ziman û hemû alavên şanoyê bê tirs bên bikaranîn. Lewre pêvajoya afirîneriyeke bi tirs, hem wê şêwazê hem jî wê ziman bi paş de bibe.

Yorum


işlemi tamamlayınız: