Ferhenga Teatroyê

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Mimesis Werger / Fona Pêşxistina Teatroyê dest bi çavkaniyek online ya ecêb, bi navê Ferhenga Teatroyê kir.

ArtsJournal, 20 Sermawez 2012, Werger: Hekîm Kılıç

Ev amûr “ji terefî Fona Pêşxistina Teatroyê û komên teatroyê yên li hemû Amerikaya Bakur weke rêberek vîdeoyê ji bo terîmên teatroyê” hate îlan kirin.

Eşkere ye ku gelek xebat ji bo pêşxistina vê çavkaniyê hatiye kirin.

Vîdeoyên deqîqeyek dirêj û pirtirîn bi şên ku terîmên weke “derhênerê lihevdanê”, “teatroya hîbrîd” û “dîwarê çaremîn” îzah dike û tevî vê yekê, gotarên nivîskî ku di derbarê her terîmekê de zêdetir agahiya binekok dide, dihundirîne.

Her wiha elementek înteraktîf jî heye ku bikarhêner dikarin rave û vîdeoyên xwe pêşkêş bikin û dikarin ji bo şanoyê malperek mîna Wikiyê ava bikin.

Vê sibehê min hinek wextê xwe bi Ferhenga Teatroyê xerc kir. Di bingehiya xwe de, ji bo temaşevaneke/î giştî di derbarê vê forma hunerê de bê ronîkirin, derfeta rêyek şeng û têketina kêm biasteng, dide. Lê qalîteya vîdeoyan nelihev e.

Kêfa min ji ew vîdeoya di derheqê “The Scottish Play” de re hat. Tê de du heb şanoger dilîzin li Soho Repê (li New Yorkê) û di derbarê, bê çiqasî ji lîstina karakterên pîrebokan hez dikin, de dipeyivin. Gava ku hindik maye wê sernavê tragedyaya Shakspearean ya hatiye naletkirin bibêjin, şanogerek din ji nişka ve derdikeve û wan disekinîne. Ev dibe sebeba daxuyaniyeke bikêf ku wê çi bê serê lîstikvanan heke ew vê peyvê bibêjin. Mîna vê yekê, vîdeoya di derheqê “Pears and Carrots” de kêfxweşker e. Ev terîm, ji bo gotinên tewş ku gava aksiyon / diyaloga sereke li pêş dewam dike, li plana dawiya sehneye ji terefî şanogeran tê gotin, tê bikaranîn.

Lê, vîdeoya ku “teatroya qutiya reş” daxuyanî dike, ne zêde balkêş e. Tê de pêşandanek slayta fotografên ku ji warên qutiyên reş hatine wergirtin û vegotinek ji terefî zilamekî ku xwediyê dengekî monoton e, heye. Ev monotonî, dibe ku bi zanebûn hatibe kirin, belkî jî ji bo konseptek “warê vala” ku ji jiyanê bêpar e, bînin bîra meriv. Lê monotoniya wê zêde zêde xulqê meriv teng dike.

Ez bêsebir dibim ku bibînim Ferhenga Teatroyê mezin bibe û kêrhatîtiya xwe zêde bike. Hîn jî gelek xebat heye ku divê bê kirin ji bo naverok bê zêde kirin. Sîte aniha hinekî qels e. Ez dibêjim qey, ev çavkaniya ku naveroka wê ji terefî bikarhêneran tê pêşxistin, wê bi taybetî bikêr bê.

Dîsa jî, tevî ev rewşa xwe ya niha, ev amraz li gorî ferhengên standart yên teatroyê ku çapkirî yan jî online hene, hêj jî pirtir raveya terîmên teatroyê, ji hêla têgihiştinê, pêşkêşî meriv dike.

Paylaş.

Yanıtla