Konferans û Şanoya Kurd

Baran Demir

1.Konferansa Şanoya Kurd li Amedê hate çêkirin. Bi salan e ku pêdiviyek wisa hebû. Bi hin kêmasiyan be jî, lidarxistina konferansê li cî bû. Di roja yekemîn de, du akademisyenên şanoya Tirkan li ser avakirina şanoyê û çewtî û nebaşiyên di wê rêyê de, axifîn. Balkêşiyek ji axaftina wan; “Divê metod û reçeteyek ku şanoyê bike qalibek an jî di çarçoveyek de heps bike, çê nebe. Ku şano bi reçete û qaliban bimeşe; dû re wê ew form bi destê çêkeran bê xerakirin.”

Tespîtek rast bû. Şanoyên Kurd yên li bakûr, her komek rengek wan heye û bi lîstikên xwe jî yek bi yek cûda ne. Reçete û qalib li gor her lîstikan cûda ne. Li ser kîjan esas û bingeh bê avakirin? Armanc û sedema lîstikê? Ji bo çi ev lîstik an jî bi lîstikvaniyeke çawa? Ji xwe ev pirs li gor her berhemek tê kirin û divê du lîstikên komek şanoyê, divê neşibin hev û temaya xwe cûda be.

Ji Elmanya, Eberhard Wagner li ser navê Theatre An Der Ruhr beşdarî konferansê bûbû. Li ser tecrûbeyên Enstitûya navneteweyî ya Şanoyê axivî. Wagner diyar kir ku ev enstitû di sala 1946’an de li dijî globalbûn a cîhanê ava bûye û bi sedan şanoyên wan hene.

Ev mînakek baş bû ji bo şanoyên bakûr. Komên şanoyan, sînor ji nav welatan radikin digihîjin hev û bi hev re xebatên hevpar çê dikin. Lê em komên şanoya Kurd? Divê yekîtiyek me jî çê bibe. Di konferansê de herkesî fêm kir ku, ji vê pê de herkes li xwe mikûr were û hewl bide ku xeletî û kêmasiyên heta niha çêbûne, car din neyên dûbare kirin.

Muhsîn Osman, lêkolînerê şanoyê, ji Dûhokê beşdar bibû. Wî di bin vê hevokê de xeber da; Di Şanoya Kurd de paşpilgên Çandî û têkiliya wî ya bi Şanoya Kurd. Muhsîn Osman gote “Ev mijar bi tena serê xwe mijara konferansekê ye. Bajar pêşve nekeve şano jî pêş nakeve. Alim û seydayê me berê xwe dane ezman, rewşenbîr û hunermendên me jî berê xwe dane rojavayê (ewropa). Em dionsysosê dizanin lê em babîl û gilgamêşê nizanin! Divê ew 12 tabletên gilgamêşê bi Kurdiya Amedê bên xwendin.”

Rast gote, ev mijar bi tena serê xwe jê re konferansek divê. Lê li gorî min hin rexneyên wî ter bûn. Em dionsysosê, babîlê û gilgamêşê jî dizanin. Heke pirs ev be; em çawa dizanin. Bi lêkolîner û arkeologên Tirkan? An jî bi xebatên oryantalîstan? Rast gote, divê gilgamêş bi Kurdî bê xwendin. Lê çawa? Ev derfet hene? Wê şarederî ya Amedê lêkolînerên Kurd bîne cem hev û wê li ser xebat bikin? Ev niha ne mimkun e. Ji ber ku ew ax hê jî bindest e û ji hêla fermî de tu derfet nîn e ji bo xebatek wisa. Yek jî li ser alim û seydayan. Raste berê wan li ezman e. Lê tenê ne li ezman, li zimanê Kurdî ye jî. Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Mele Xelîlê Sêrtê, Şêx Mihemed Kerbelayî û bi dehan nivîskarên Kurd, berhemên wan bi xêra van şêx û seydayan gihîştiye heta van rojan. Ehmedê Xanî bi xwe alimeke mezin e.

Îcar em vegerin ser meseleya xwe. Em şanogerên Kurd, an jî reben û belengazên bakûr; me digot qey şanoya Kurdan bi awayekî profesyonel di sala 1991’ê de li NÇM a Stenbolê dest pê kiriye. Heta çar-pênc salên dawîn jî me digot qey wisa ye. Di sala 2007’an de em bi lîstikeke xwe çûn başûr, li bajarê Dûhokê me lîstika xwe li ser sehnê raxist. Dû re em pê hesiyan ku li Dûhokê şanoya wan di salên 1980’ê û vir de heye. Pir kêfa min hat, ez kêfxweş bûm, weke sêwiyan. Dibe ku niha hin tiştên nû jî derketibin ji wir. Lê niha haya min jê tune ye.

Sala 2012’an…

Ev sal, ji bo min saleke dîrokî bû. Di vê sala qiyametê de, dîroka şanoya Kurdî salek din paşde çû. Li Tiflîs a sovyetan di sala 1979’an de, bi destên sovyetan şanoyeke Kurdî ava dibe. Sêzdeh sal lîstikên xwe li wir derdixin û ji temaşevanan re radixin ser sehnê (hebûna lîstikên wan, bi probagandaya komûnîzmê ve girêdayî bûye). Yek ji wan derhêner û lîstikvan Şaliko Bêkes e û niha li Moskowayê di şanoya bi navê media de, derhêner e û lîstikvaniyê jî dike. Min û Şaliko Bêkes, me hev li 1. Konferansa Şanoya Kurdî nas kir. Me lîstika wî ya bi navê “GUL BÊ STRÎ NABIN” ji dvd yê temaşe kir. Ew rîspî yê şanoya Kurdî ye. Şaliko Bêkes, ji bo şanoya Kurdî tecrûbeyek mezin e û divê girîngiya wî ya ji bo şanoya Kurdî bê fêm kirin.

Dîsa li Elegezê bi destê sovyetan di sala 1937’an de, Şanoya Kurdî ava dibe. Heta sala 1947’an, ji Mem û Zîn heta Siyabend û Xecê bi dehan lîstikan derdixin û dilîzin.

Li Şîkagoyê di sala 1893 yan de lîstikek ku bi sê perdeyan pêk tê, di bin navê “THE KURDISH DRAMA” ji Amerikayiyan re tê lîstin.

Ji xewnê van agahiyan, ez bawerim gelekên din jî hene. Ya di arşîvên dewletan, ya di bin erdê, yan jî di pirtûkxana hinekan de hene. Lazim e ku gava çi bi destê kê bikeve, bi hemû şanogeran re wê parve bike. Ku mînak zêde bin, wê rêya şanoya Kurdî jî ronî bibe. Wek ku di wêje ya Kurdî de “Hawar” nebûya, wê edebiyata Kurdî ewqas pêş neketiyana û di xetereyek mezin da bûna.

Têbinî; Di vê malpera mimesis’ê de ji pê de em ê nûçeyên şanoya Kurdî çê bikin û hêviya min ji Şanoyên Kurd; Agahî û nûçeyên lîstikên xwe ji me re bişînin em jî biweşînin.



  tarafından yazılan diğer yazılar.

Yorum


işlemi tamamlayınız: