Dîsko 5 No’lî

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Çetoyê Zêdo

Dereng be jî, ji bo “Dîsko 5 No’lî”, dema nirxandineke bi Kurmancî ji zû de hatibû. Lîstik ev du sezon in dilîze û wiha xuya ye ku wê hîn jî bilîze. Ji bo vê lîstikê gelek tişt hatin gotin, lê heta niha lîstik bi Kurdî nehate nirxandin. Ji bo her lîstikê, divê neyînî an jî erênî temaşevanên Kurdî, di pîvanên hurmetê de dîtin û ramanên xwe vebêjin. Lê ez ê ji destpêkê de bibêjim, ev nivîs ji sedî sed erênî ye.

Mirov beriya lîstikê, ji wateya girtigehê haydar dibe û dizane lîstik wê li ser kîjan mijarê bisekine. Ji ber vê yekê, temaşevanên Kurd, di derbarê girtîgeha Amedê de, xwedî hest û raman in. Bi vê zanîne, bûyer û kesên lîstikê ji hêla temaşevanên Kurd xweş tê nasîn.

Bûyerên vê lîstikê, her çi qasî beriya sîh salî qewîmî bin jî, mijar û çîrokên wê heta dema îro jî, di hişmendiya Kurdî de ew qasî zindî ne. Ji bo temaşevenên Kurd, bîranînên “binçavkirin û girtîgehê” bi travma û bi bîrîn in… Lê ji bo temaşevanên Tirk, ixtîmal e ku “Disko 5 Nolî” bibe nîşaneya hovîtiya leşkerî û nijatperestiya serdestî.

Sehne dibe girtîgeha leşkerî ya Amedê. Temaşevan weke ku di wê girtîgehê de be û li pêş çavên wan hertişt diqewime, hiş û hestên temaşevan di navbera şano û rastiyê de diçin û tên… Deng ji wan dernakeve, lê çavên wan, dilên wan û hişên wan her û her li ser “Girtîgeha Amedê” dimîne. Piştî lîstikê jî, temaşevan zû bi zû bi ser xwe ve nayê.

Mîrza Metîn, performansa lîstikvaniya xwe, ji bo “Dîsko 5 Nolî” li ser rituelên tundî derxistiye. Lîstikvaniyeke bêhempa û bi kedeke mezin, performanseke hêja nîşan dide temaşevanên xwe. Bi plastîka laş û bedena xwe û bi şêweya lîstikvaniya xwe li ser sehnê tekane, hemû derûniya girtî û vebêjeriya kesên lîstikê dike. Mîrza Metîn, bûyerên li wir qewimîne bi tena serê xwe dilîze û dide temaşekirin.

Lîstikvan, di vê şanoyê de dibe “girtiyekî azadiyê, serleşkerekî wahş; mişk, kûçik, pîrê, mêş…” Hemû tişt bi laş û performansa Mîrza Metîn derdikeve pêşberî temaşevanan. Aksiyonên li ser sehnê, bi veguherînên “kesên lîstikê” tê lîstin.

Derhênera lîstikê Berfîn Zenderlioğlu ye û teksta lîstikê Mîrza Metîn nivîsandiye. Ji bo vê lîstikê, di derbarê girtîgeha Amedê ya Leşkerî de; bîranîn, dokumanter û bi hevpeyvînên girtiyên wê û bi “metaforên” wê, “Dîsko 5 Nolî” hatiye çêkirin. Îşkenceyên 5 Nolî’yê bi çavdêriya girtiyekî, carinan bi mişkekî, an jî bi hovitiya serleşkerekî tê vegotin û lîstin… Hêma û têgehên wê demê, li ser sehnê bi hin amûran ve hatine girêdan. Serdestî û kirinên faşistî, bi “kûçik” û wehşetiyên din tê sêwirandin… Bi dîmen û efektên deng, ronahî û xumamê û lexema avê ya li ser sahnê, werîs û bi konê pîrê dekor û alavên sehneyê atmosfera lîstikê hatiye sazkirin.

Bi giştî, piştî lîstikê jî temaşevan zû bi zû ji bandora girtîgehê dernakeve û di hişê

temaşevan de lîstik didome… Bûyerên vê girtîgehê bi temaşevanên kurd ve nas e, lê ji bo yên din? Weke pêşandeyekê “Dîsko 5 No’lî” gelek pirsan ji temaşevanên xwe re dihêle… Mirov çawa dikare vê zulmê li mirovekî din bike, an jî ji bo çi vê zulmê dike? Mirov texmîn dike ku ev pirs ne ji bo temaşevanên Kurd e! Divê bêtir “ew” li dîroka xwe vegerin…
Lîstik, li ser êşandina temaşevan hatiye lêkirin.  Temaşevan, bi vê lîstikê dikeve nav hestên tevlihev û hişê wan ser û bin dibe. Her tişt li ser sehnê û li ber çavê temaşevan diqewime… Bandora lîstikê weke “travmayekê” di hişê temaşevan de diçike. Bi carekê ve, mirov dixwaze lêdan û zulma li ser sehnê biqede. Ji ber ku temaşevan diêşîne… Lîstikvan, temaşevanên xwe “neçar dihêle”, careke din aciz û gêj dike. Lîstik, rasterast berê xwe dide temaşevan, vê pirsê li cem wan dihêle: Hûn vê wahşetê bi çi ve girê didin?

Heta niha şanoya Kurdî, bi “polîtikbûnê” ve dihat qalkirin; lê bi vê lîstikê, şanoya Kurdî wê bi mînakên “in yer face” û bi têgeh û formên din jî were girêdan. Lîstik, saetekê weke bimbebaranê nahêle temaşevan jê biqete. Bala temaşevan saetekê zîndî dimîne. “Dîsko 5 No’lî”, mirov di paldanka xwe de diçikîne û nahêle xwe tev bilivîne. Destar Teatro, ji bo şêweya vê lîstikê, navê “ceribandinê” bi kar tîne. Lê encama vê lîstikê nebûye ceribandin; rasterast bûye raxistina “wahşeta” girtîgehekê. Ji ber vê şêwazê, temaşevan mîna girtiyekî, li “Dîsko”yê temaşe dike. Lîstik temaşevan mecbûr dihêle ku êcêbmayî li vê wahşetê binêre û biêşe… Lîstik mîna “sîleyekê” tê ku li ser çavên temaşevan bikeve. Mirov li derûniyeke tevlihev girê dide û dike ku temaşevan ji xwe bikeve gumana: Ew girtî ye, yan temaşevan e?

Wahşeta nijatperestî û berxwedana şoreşgerî bi hev re li ser sehnê berbiçav dibe. Mirov, naxwaze li girtiyên wê demê û li “komkujî, tecawuz, hovitî…hwd” bifikire. Bi temaşekirina vê lîstikê, ne bawer im ku dîmenên vê girtîgehê werin ji bîr kirin…

Mijareke mezin û êşî, di vê kurtedemê de tê vegotin. Zimanê êşa vê lîstikê, ne ji bo “ajîtasyonê” ye, ji ber vê yekê dengeya lîstikê xweş hatiye hûnandin. Bi hêsanî mirov dikare bibêje lîstikvaniya Mîrza Metîn û rejiya Berfîn Zenderlioğlu serkeftî ye. Mirov texmîn dike ku kedeke mezin di vê lîstikê de heye. Lîstik neketiye xetereyên derveyî şanoyê… Heta, gelek tişt ji bo ku ajîte nebe, kurt hatine birîn… Ev jî, lîstikê nahêle ku bibe mîna “melodramekê”. Vegotina zimanê ajitasyonê xweş hatiye parastin. Êşa bûyer û çîrokên lîstikê, di hedê xwe de tê ser sehnê û rejiya lîstikê rê nedaye ku “Disko 5 nolî” têkeve zemîna ajiteyê…

 Lîstikên ku bi yek kesî tên lîstin, xwedî rîsk in. Lê Mîrza Metîn, di “Dîsko 5 No’lî” de ji heq ve rîskê derdikeve û xwe li ser sehnê îspat dike… Mîrza Metîn, dizane enerjiya xwe kontrol bike û bide hîs kirin. Bala temaşevan, hertim li ser xwe zindî dihêle.

Ji 2008an heta niha, di repertuara DestAR-Theatre de “Reşê Şevê, Cerb, Qeşmerên Apoletî, Bûka Lekî, Dîsko 5 No’lî, Antîgone 2012” bi van lîstikan mirov dizane ku, ji bo şanoyeke Kurdî  bi gotina wan “ceribandin” lê weke hewldaneke şanoyî bi encam dibe… Taybetiya van lîstikan ew e ku, lîstikvanên Destar Teatro bi xwe dinivisînin û dilîzin. Şanoya xwe li ser tekstên xwe diafirînin…

Ji bo hemû şanogeran domdariya xebatên lîstikvanî û hunerî, ji bo motivasyoneke afirandinê pêdivî ye. Destar Teatro, bi lîstikên din û bi xebatên atolyeyî mijûl dibin. Ji ber vê yekê xebatên xwe weke “ceribandinekê” dibînin. Jixwe her şanoger, bi kêmaniyên xwe û bi kêmaniyên şanoya Kurdî dizane; lê kêm kes serê xwe bi xebat û ceribandinên hunerî diêşînin. Destar Teatro, bi lîstik û xebatên xwe dixwaze ji şanoya kurdî re alternatifekê derxîne.

Kêm kom hene, xwedî repertuarekê ne; lê Destar Teatro, ne li ser lîstikekê tevdigere. Her sal bi kêmanî lîstikeke nû derdixîne pêşberî temaşevanên xwe. Heta niha şeş lîstik derxistine. Ji 2008an heta niha, ji bo şanoyeke “xwedî taybet” tevdigere û di van salên dawî de bi lîstikavanî û şêweyeke nû, lîstikên xwe dertîne… Xebatên xwe yên lîstikvanî û atolyeyî didomîne, ev jî weke encamekê di lîstikên wan de derdikeve û helwesteke nû bi xwe re tîne.

Careke din mirov ji bo “Dîsko 5 No’lî” dikare bibêje ku “dîtin û gotin nabe yek!” Divê mirov bibîne û biêşe…

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Çetoyê Zêdo

3 yorum

  1. hayati Tok Tarih:

    Ben de Kürt’üm, Malatyalıyım ama Kürtçe bilmiyorum. Ben bilmiyorsam benim Türk arkadaşlarım nasıl bilecek? Lütfen sitede yazı yayınlarken iki dilde de yayınlayın.Kürtçe yayın yapılması da çok iyi bir gelişmedir ancak bu yazının burada çevirisinin olmadan yer alması gerçekten hiç doğru değil. Mimesis profesyonel bir site ve oluşumdur. O zaman biri de Çince yazsın. Amatörlük yapmayın, bu adam burada ne yazmış? Adam akıllı çevirisini de yayınlayın beraber okuyalım.

  2. Editör Tarih:

    Sayın Hayati Tok,
    Mimesis Sahne Sanatları Portali olarak kültürel çoğulcu bir perspektifle yayıncılık yapmayı bir ilke olarak benimsiyoruz. Bu çerçevede, bu topraklarda yaşayan dillerin Mimesis’te teatral bir zeminde yer almasını önemsiyoruz. Kürtçe yazıları da bu anlamda değerlendiriyoruz. Kürtçe yazılarda da Türkçe yazılar gibi editöryel düzenleme işlemlerinden geçmektedir ancak yazıların Türkçe çevirileri ile birlikte yayınlanıp yayınlanmaması konusundaki tasarruf tümüyle yazarlara aittir.

  3. Baran Demir Tarih:

    Hayati Tok’un yorumuna hiçbir biçimde katılmam mümkün değil. Kürtçe var olma mücadelesi veren bir dil. Durumu egemen dil olan Türkçe ile kıyaslanamaz. Gerek ben, gerekse arkadaşım Çetin’in yazılarıyla birlikte, başta Güney, Batı ve Doğu Kürdistan olmak üzere Sovyet ve diaspora Kürtleri, Mimesis Portal ile tanışmış ve takip etmeye başlamışlardır (özellikle tiyatrocular ve yazarlar). Bunların en az %90’ı Türkçe okuma yazmasını bilmeyen kişilerdir. Bu kişiler için Kürt tiyatrosunun Kürt dilinde tartışılması önemlidir. Bana sorarsanız Mimesis Portal’de çevirisi yapılması gereken yazılar sayıları henüz çok az olan Kürtçe yazılar değil, Kürtçe’ye çevrilmesinde büyük fayda olacak Türkçe yazılardır.

Yanıtla