Mezopotamya -I-

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

Mezopotamya ew der e ku, bi xêra Dîcle û Feratê xwedî axeke zêrîn e û mirovahî bi ava  herdû çeman bûye xwedî çand, zanîn û medeniyetê. Xwedî şaristanî zanistiyê ye. Di dinyê de yekem car, cotyarî li wê axê hatiye kirin û zanîngeha yekem li wê derê ava bûye. Mirov dikare van mînakan zêde bike.

Dema ku em bixwazin di derheqê Mezopotamyayê de bibin xwedî fikir û zanebûneke, em serî li çavkaniyên serdestan dixin. Ji ber ku çavkaniyên bi Kurdî pir kêm in. Bi piranî Kurdên Bakûr ji Tirkî, Başûr û Rojava ji Erebî, Rojhilat ji Farisî, Kurdên Kafkasya û Rusiyayê jî bi Rûsî û Kurdên dîasporayê jî, bi zimanên ku lê dijîn, ji nivîskar û lêkolîneran dibin xwedî hizir û dîtinan. Lêkolînerên xwedî çavkaniyan, bi piranî li gorî netewa xwe şîrove dikin û pê çand û dîroka xwe xurt dikin. Ev tiştek sûbjektîf e û ji bo dîroka Kurdan tunekirineke  mezin e, ku Kurd bi zimanê xwe li dîroka xwe xwedî dernekevin.

Ez ê di vê nivîsa xwe de, qala pirtûka “MEZOPOTAMYA” bikim, ku vekolîneke Muhsîn Osman e û bi navê; “VEKOLÎNEKE DÎROKÎ DI BAJARVANÎ KULTUR Û DRAMAYÊ DE” hatiye çapkirin. Taybetiya vê pirtûkê ya herî mezin ev e, ku bi Kurdî hatiye amadekirin û çapkirin..

Di vê danasîna pirtûkê de, ez ê zêdetir li ser hîmên şanoyê bisekinim. Weke ku tê zanîn destana Gilgamêş, bi navdariya xwe deng daye. Muhsîn Osman, ji bo Gilgamêş di pirtûkê de van hevokan bi rêz kiriye; “Gilgamêş navdartirîn teksta edebî ye, di dîroka bajarvaniya kevn de. Gilgamêş ne efsane ye, dastan e. Efsane li ser Xwedawendan bûn. Lê dastan, li ser mirovên qehreman bûn. An jî nîvmirov, mîna Kanmerkar û Gilgamêş.* Navdartirîn malbata Sumerî jî Werka bû, ku bi şahê xwe Gilgamêş bi komeka bûyerên qehremanên nemir ên Sumerî û dastanên Babîlî yên dirêj tê nasîn. Bûye havênê piraniya nivîskaran. Bi rastî ev gewhereke edebî, ya bajarvaniya Mezopotamyayê ye. Helbesteke dirêj bi fonta mîxî û bi zimanê Babîlî, li ser donzdeh lipnên (Tablet) heriya qimandî hatiye nivîsandin. Piraniya wê li pirtûkxaneya Şah Aşor Banîpal û Senharîb di 668-626 b.z. li Nînovayê hatiye dîtin.** Destan cara yekemîn di sala 1853yan de, ji nişka ve li cihekî şûndarî, li pirtûkxaneya şahê Aşorî, Aşor Banîpal li Nînovayê hate aşkerekirin.

Muhsîn Osman, destana Gilgamêşê, ji bo nivîskaran wek feyîzekê nîşan dike û destana Herkul a Grekî binyada gilgamêşê dibîne. “Bi rastî gelek gengaşî û vekolîn li ser vê dastanê hatine kirin. Dastana Gilgamêş (2700 b.z.) bi zimanê Sumerî, Akadî, Hîsî û zimanên din ên kevn ên Rojhilat hatiye nivîsîn. Naveroka sereke ya dastanê geryana dermanê nemiriyê ye. Dastan, bingeha hizirî ya dastana qehremanê Grekî Herkul e.

Li ser Arşîvologê Îngilîz Layard Austan, Hormuz Rassam û Georg Smith, di naverasta sedsala nozdehê zayînî de, bi rêya lêkolîna dumahîka paytexta Aşoriyan Nînovayê, li pirtûkxaneya perestgeha Xwedawend Nabû û pirtûkxaneya koşka şahê Aşorî Aşor Banîpal (668-626 b.z.) hatiye dîtin. Ji hingê û vir ve gelek ji tekstên mîxî, ku girêdayê vê destanê bûn, hatine aşkerekirin.

Nivîskar li ser binemayên dramî de, li têkiliya destanê û şanoyê hûr dibe û ji nivîsmend û lêkolînerên biyanî jî mînakan dide.

Di van parçeyên dastanê de diyaloga şanoyê tê dîtin. Vegêran wekî şêweyê, Hezar û Şevekê ye. Lê monologekê bêhudeyî (absurd) mîna trajediya Yûnanî Eshîlos (Aiskhylos) û Sofokles (sophokles) xuya dike. Bi van peyv û dîmenên efsûnî, wergirê îro zû bi vêraçûn û formên ciwan ên edebî dike. Belkî berhema yekemîn e, di cîhanê de wusa kevnar û belav. Mirov berhemeke wisa dêrîn hatiye nivîsîn, hêşta biyaveke girîng ji kultura cîhanê vedigere, ango em dişên bibêjin ev dastan bo tevahiya mirovahiyê gencîneyeke girîng e. Her wekî duh hatiye nivîsandin, tê xwendin. Ev dastan cih û deman nas nake. Ji ber hindê Gilgamêş bûye sembola cîhanê.

Di çarçoveya vê dastanê de, hemû cureyên kulturî, felsefe, dîrok, mîtolojî, endîşe, helbest, drama û çîrok  cihê xwe tê de digirin.

Gilgamêş yekem dastan e di dîroka edebî de. Ev çar hezar sal di ser re desbas bûn. Ev dastan hezar salan ji Odesiya û Îlyadayê kevntir e. Hêşta bihayê wê yê edebî li rêza pêş e. Her wekî rexnegirên biyanî ev dastan karekî şanoyî dibînin. Bi vê boçûnê em li hemberî yekem teksta şanoyê, ya di dîroka edebî de ne.

Bi rastî ev dastan havênê şanoyê, ku çav jê şaş nabin, hildigire û karakterê dastanê din av diyalogê de pêş de diçin : Sara Diennîng Bole, di pirtûka “Pendan a Edebiyata Akadî” ya de (Wîsdom În Akkadîan Lîterature) xwe de, piştrast dike ku diyalog pişkeke sereke ya dastana Gilgalmêş pêk tîne. Di rêya şîrovekirinê de xuya dibe, ku pêkhata dastanê nêztirîn diyaloga şanoya helbestî radigihîne.

Silverto Fiore dibêje: Mirov bi rêya şîrovekirinê hest pê dike, ku teknîka şanoyê di vê dastanê de heye.  Çi wek kursî, helwesta xelkê Ûr bi hatina Enkîdû bo bajarî û hindek caran jî teknîka yek kesî hemberî kursî, îna dîmena Gilgamêş, ku digel rihspîyên Ûrûkêprojeya kuştina Hûmbaba behs dike. Me pirtir ji sê zarvekeran hene, serbarî kursî: Gilgamêş, Enkîdû û rihspiyên Ûrûkê,ku her sê pişkdarên dramayê ne.

Temple dibêje: Dema wî dastan werdigêra zimanê Îngilîzî, hest dikir, yê serderiyê digel teksteke dramî ya pîroz, lê belê li ser aliyê zarvekirina dastana Gilgamêş li ser depê şanoyê, Temple îşaretê dide gotara herdû şûnwarnasên Rûs, ku gotar di kovareke Almanyayê ya taybet bi Aşoriyan ve, li naverasta 1990î hatiye belavkirin. Ev herdû şûnwarnas hizir dikin ku xatûneke elamî ji ber şûkirinê ber bi welatê Ûrartû û Ermeniyan  ve hat û komek ji bo zarvekirina parçeyek an tevahiya dastana Gilgamêş bi zimanê wê pêşkêş bikin, bi xwe re anî Ermenistanê…

Bi vê vêraçûna dîrokî bo mirovî xuya dibe, ku çano ango hunera livînê, hunera gotinê û ji gotina leyizînê hatiye dotin, ava dike. Hindek gelên cîhanê wisa hizir dikin, ku leyîzîn şêweyekê baweriyê ye. Wisa şano di hemû pêrabûnên olî, civakî û hwd. de hebûye. Çunkî hemû livîn “rabûn, xwarin, nivistin, razan û hwd. di jiyanê de leyîzîn in.

Ji bo kesên ku bixwazin derheqê Mezopotamyayê de tiştek bixwînin û hîn bibin; ev pirtûka Muhsîn Osman ji bo wan gencîneyeke mezin e. Yekem car e pirtûkeke bi Kurdî, ku li ser Mezopotamya yê hatiye nivîsandin, ketiye destê min û ez hêvîdarim wê ev mînak zêde bibin.

 

*Dr. Harî Sakîz.  Jêdera berê, rû 57-59

**  Dr. Fazil Abdulwahîd Alî. Jêdera berê, rû 116

 

                                                                                                       

              

Paylaş.

Yazar Hakkında

Yanıtla