Mezopotamya -II-

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

Di nivîsa xwe ya heyva çûyî de, min danasîna pirtûka Muhsîn Osman kiribû. Pirtûka wî ya bi navê “MEZOPOTAMYA”, bi Kurdî hatiye çapkirin û ez  zêdetir li ser destana Gilgamêş hûr bûbûm, ku ew destan ji bo dîroka şanoyê xwedî taybetiyeke mezin e. Nivîskar destanê, bingeha qehremanê Grekî “Herkul” nîşan dabû û vekolîneke berfireh kiribû. Di pirtûkê de, ji lêkolîner û nivîsmendên biyanî jî mînakan dabû û ev jî pirtûkê û têgihîştina mirov xurttir dikir.

Di vê nivîsê de ez ê li ser “dramayê” bisekinim. Di Mezopotamyayê de “şano” çawa û li ku derê destpê kiriye? Di derheqê dîroka şanoyê de belge çiqas kevn in? Rojava, bingeha şanoya xwe çawa û kengê ji Mezopotamyayê girtiye? Ferqiya şanoya berê û ya niha çi ye? Ez ê bersiva van pirsan ji pirtûkê derînim û ji we re raxim ser kaxizê û heta ji destê min were, ez ê nivîskarê hêja Muhsîn Osman bi we bidime naskirin.

Di serdema dêrîn de karê dramayî têkhelî çandîn û perestinê bûne. Vî şêweyê “Çandin û Perestin”ê  cih û demên karên dramayî destnîşan kirin. Rojên olî yên taybet û werzên berhemhênanê  bûn bingeha hunerê, “Perestgeh jî wek cihê bikêrhatiyê vê verêranê bû”* Ji ber hindê serkêşên olî rola sereke di van karan de dîtiye. Ev aheng û bidûmahîk hatina demê, serdariya desthilatdarên Misrî yên kevn bom e dibin belge, ku “cara yekemîn diyardeya şanoyê li sînorên sala 1500 b.z. li nik kevnarên Misrî serî hildaye. Piştî hingê bi 1000 salan Thepsis 543 b.z destpêka diyardeyên awêrd û hevîvendê wek bingeha şanoyê li Ewropayê tê dîtin. Her wusa yekem belgeyên werara awêrda  ber bi şanoyê ve xwe di kultura naverasta împeretoriya Misrê re (1500-2000 b.z) dibîne”**

 Prof. Dr. Inge Nielsen, bal dikşîne ser olê û cudabûna hebûna şanoya berê û îro dide ber hev. Drama awêrdî di kultura rojhilat de wek diyalog li ahengên olî dihat gêran. Ev şêweyê awêrdeyên dramayê li Mezopotomya û Misrê tên dîtin. Ev pêrabûnên olî li derdorên sedsala heftemîn a b.z. derbasî Grek û Îtalyayê bûn. Min guman di hindê de nîn e, ku bingeha awêrdên dramayê carna Grekî û Îtalî, ku trajedî, komedî û satîrî hevterîbê (Paralel) pêşketina piştî hingê ya dramaya Latînî ji vê deverê, ji Mezopotamyayê hatiye wergirtin. Pênaseya şanoyê xwe li cihê pîroz dibîne. Helbet şengiştê vê şanoyê jî ne mîna depê şanoyê û holên îro ye, belkî cûreyeke teqçilkar ji darê yan ji berî hatibû, çêkirin.”***

“Her wekî ya xuya diyardeyên destpêka dramayê wek şêweyê awêrdên gelêrî li çolê dihat kirin. Piraniya karên vê serdemê li ber ronahiya rojê/hîvê dihatin gêran. Ev pêrabûn her bo encama ol û dramayê dihatin kirin. Ew jî bi rengekî leyîzîn û mitediyalog (diyaloga bêdeng) dihat gêran. Paşê ev diyarde derbasî derdor û nav avahiyên perestgehan bû û şanogerî (lîstik) êvaran dihatin pêşkêşkirin. Helbet tekstên van diyardeyan jî bi şêweyekê zardevkî bûn. Ev çavlêkirin û şêwe di olên erd û esmanê de tên dîtin, ku pirtûkên esmanî jî di destpêkê de bi şêweyekî zardevkî bûn. Werwusa şanogeriyên Yûnanî jî yên destpêkê Thespis û fîlozofê  Yûnanî Sokrat jî, gotin û tekstên wan mîna zargotin bûne.”

“Zanayên antropolojiyê dibêjin, şano diyardeyeke di navbera ditînî û eqilî de wek hesteke navxweyî mirov pal daye yarî û leyîzînê. Di destpêkê de wek karekî kesane dihat kirin, paşê derbasî karê tevayî bûye. Şano pabendiyê li ser kiryar, hevrikî û danûstendinê ye û hebûna zarveker û bînerî, zêdebarî stran, gata û leyizînê dike. Lê di rewşenbîriya Ewropî de derhêner, avahî û depê şanoyê yê ku bi nîvbazinî, bazinî û hwd. ber bi çargoşeya Îtalî ve çûye, zêde kir û herwusa dekor, sînograf, hunerên dîtin û rîtmê li ser hatine zêdekirin. Şano wusa gihîştiye şêweyê xwe yê balet, (bale) ku wek bavê hunerê hatiye binavkirin.

 Bi vê şopê her milet di qonaxên serhildana jiyana xwe de ev reng diyarde hebûne. Lê ya girîng çawa kawdanên van gelan rê hatiye xweşkirin, da ku berdewamî di vê şopê de bin. Çunkî gelek caran rewşên aborî, siyasî, olî û hwd. bo pêşveçûna vê pêvajoyê bûne derebend. Em Kurd jî yek ji van cure gelan in, bi dehan caran sîstema jiyana me bi hemû rengan ve hatiye têkdan. Bêyî li berçavgirtina vê rewşê em naşên bigihên serê davên tevna vî babetî, wisa peydabûna drama/şanoyê digel jidayîkbûna mirovî bûye. Serhildana şanoya vê deverê jî bi reng û rûyê xwe ve, li gor rewşa deverê hatiye ker kirin.”

Muhsin Osman, di sala 1963yan de li Duhokê ji dayîk bûye.  Di sala 1985an de dibistana sereteyî li Duhokê xilas dike, lê di 1980ê de,  li Amêdiyê di lîstika bi navê “Bizav” ku Bayîzê Omer nivîsiye, Azad Sadiq jî derhêneriya wî kiriye tê de wek lîstikvan cih girtiye.  1982yan de yekem car çîrokek bi navê “Nemelevaniyek di viyanê da” nivîsandiye û di rojnameya “Hawkarî” a  Bexdayê de çap dibe.

1985 û 1989an de li Bexdayê, Akademiya Hunerên Ciwan a beşa  şanoyê xelas dike.

 Di salên 1991 û 1994an de li Duhokê, wek desteya birêvebera kovara “Serhildan” û “nûyxazî” û mamostayê beşa şanoyê a “Peymangeha Hunerên Ciwan”  kiriye.

 Di sala 1994an de  derbasê welatê Elmaniya dibe.

 Ji sala 1997an heta niha, birêveberê kovara “Havîbûn” e, ku ew kovar li Berlînê çap dibe.

Di sala 2011an de, tê Kurdistana başûr û dibe endamê desteya kovara “nûserî nwê” Hewlêr – Endamê yekîtiya nivîskarên Kurd/ Hewlêr. – Endamê Sendîka Hunermendên Kurdistanê û  Endamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê.

Pirtûkên wî yên çapkirî:

“Mêzopotamya”/ vekolîneke dîrokî di bajêrvanî, kultur û dramayê da. Sipîrêz 2008/   Duhok.

 “Hizirkirin di pirsên rexnê da”, Çapxaneya wezareta rewşenbîrî û lawan 2010/ Hewlêr.  “Hizirkirin di pirsên şanoyê da” Vekolînên raveyî di têora şanoyê da 2011/ Silêmanî. “Hizirkirin di pirsên felsefê da”/ Bizav û geryan li mêtodekê rexnê 2011/ Hewlêr

Pirtûkên jêrçapê:

“ Hizirkirin di pirsên guherînê da”/ vekolîneka sosyolojî li ser karakterê mirovê kurd.

*Dr Fazil Abdulwahid Alî. jêdera berê Rû78.

**Peter Simhandl-Theatergeschichte in einem biand- Henschel Verlag Berlîn1996 S.12.

***Prof. Dr. Inge Nielsen-Kultische Theater und Ritwele Dramen – uni-hamburg.de

Paylaş.

Yazar Hakkında

Yanıtla