Êşa Zimanekî

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

“Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivîsandin!

Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!

Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê

Li zinaran bihatana kolanê ku her û her bimana.”*

“Êşa Zimanekî” ji çîrokeke Hesenê Metê, bû lîstika şanoyê. Çîrok, di  pirtûka wî ya “Epîlog”ê  de, bi navê “Êş” hatiye nivîsandin û min jî teksta şanoyê jê derxist û raxiste ser sehnê. Dema ku min Epîlog di sala 2005an de xwend û bi min ewqas xweş hate ku, min di heman rojê de  xwendina çîrokê dûbare kir. Te digote qey ne çîrok e, wek ku ez teksta şanoyê bixwînim, hevok li ber çavên min diherikîn û êşa “Darînê Daryo” diguvişî serê min. Hesenê Metê bi  hizira sehnê, “Êş” nivîsandibû. Di wê gavê de fikra derxistina tekstê û raxistina lîstikê li min çêbû. Lê mijar giran bû û diviyabû tişteke baş bê çêkirin, ku ev berhema hêja nehetike û neherime. Min xwe ji bo derxistina vê lîstikê kêm didît û ez bêyî nivîskar 5 sal li hêviya xwe mame ku bigihîjim berhema wî. (Xwedê kir ku piştî çapkirina pirtûkê, 10 sal kesî dest neda çîrokê ku bibe lîstika şanoyê) wekî din jî, li ber destê me, du  lîstikên din hebûn û em li ser wan dixebitîn. Sal 2010, meh Îlon bû. Me bi navê “Êş–Epîlog” dest bi xebatên lîstika xwe kir. Piştî lîstina bi salekî ev nav bû “Êşa Zimanekî” û heta par van çaxan jî, ji temaşevanan re hate ser sehnê.

Di destpêka lîstikê de “Sadûn” piştî şanzdeh salan birayê xwe li penaberiyê dibîne û dibe mêvanê wî. Hêviya Sadûn ew e ku, “Darînê Daryo” pirtûkên qelew nivîsandibe û ew jî bi xwe re bibe welat.  Lê Darîn pirtûk nenivîsandiye. Sadûn naxwaze destvala vegere û li dora Darîn diçe û tê, hêviya malbat û eşîrê radigihînê û daxwaza pirtûkên qelew jê dike.  Darîn, naxwaze binivîsîne û ji birayê xwe re dibêje; “Nivîsandin jî hunerek e, hewesek e, lê ew tiştana li ba min tuneye”.

Sadûn destvala diçe welat û piştî çendekê ji birayê xwe Darîn re nameyekê dişînê. Di nameyê de wesiyeta bavê xwe û daxwaza diya xwe jê re dibêje; “Ji Darîn ra bibêjin bila pirtûkeke lê bike” Darîn, li ser daxwaza malbat û eşîra xwe dest bi nivîsandinê dike. Hewl dide ku binivîsîne, lê her tişt berevajî dibe.  Di odeya xwe ya biçûk de, bi portreyê  Ehmedê Xanî û Mîr Celadet Alî Bedirxan re diaxive, ji wan  hêz digire ku binivîsîne, lê bi ser nakeve û têk diçe. Di dawiya lîstikê de,  Darînê Daryo bi şertê nivîsandina vê çîrokê, daxwaziya xwe ji  nivîskar re bi lêv dike: “Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendinê, divê her û her bi zimanê xwe î malê (bi Kurdî) bimîne”. Darînê Daryo, di gotina xwe ya dawî de, li hemberî “Seydayê erd û asîman Ehmedê Xanî”**, Mîr Celadet Alî Bedirxan û  malbat û miletê xwe stûxwar dibe!

“Êşa Zimanekî”, bi qerfreşiya xwe ji berhemê dertê û tê ser sehnê. Pariyeke vê lîstikê parodiya nivîskarî û problemên Kurdî ne. Lehengê lîstikê îroniya xwendin û nivîsandina Kurdî li ber çavan radixe. Hebûn û tunebûna edebiyata Kurdî, bi Mîr Celadet Alî Bedirxan û Ehmedê Xanî jî hatiye pirsîn û di çîroka Hesenê Metê de jî, xwe dide der.  C.A. Bedirxan, di nivîsa xwe ya bi navê “Zilamek û Zimanek”*** de,  ku bi navê Herekol Azîzan di kovara Hawarê de nivîsandiye; li ser Cihûyekî ye ku çawa zimanê xwe î Îbranî pêşiyê tenê li mala xwe axiviye aniyê û dû re bûye zimanê welat û dewletekê.

Seydayê erd û asîman Ehmedê Xanî jî, di “Mem û Zîn” a xwe de, ji bo Kurd û Kurmancî welê nivîsandiye:

“Da xelk nebêjitin ku Ekrad

Bê marîfet in, bê esl û binyad

Şerbeta xwerû berda, tort vexwarî

Zimanê Kurdî mîna yê mirarî

Vêkxist, xist dûzanê û bi hev gihand

Û jibo xizmeta bi giştî di vê rê da cefa kişand

Da ku da ku xelk nebêje herçî ku Kurd in

Nezan in, bê esl û bêbingeh û nemerd in

Enwayî milel xwedan kitêb in

Kurmanc tenê bê hesêb in”****

Di berhema Mem û Zînê de, E. Xanî bala xwe dide pêwistiya nivîsandina bi Kurdî. Ruhekî netewî pê re heye. Di wan deman de maneyek xwe î bi qîmet hebûye. Ji ber ku nivîsandina bi Kurdî kêm bûye. Lê ji bo vê demê, em nikarin  li dû vî hişmendiyê bikevin. Hesenê Metê di “Êş”a xwe de, cudabûna “Nivîskar û Nivîsende” li ber çavan radixe. Nivîskar diafirîne (xwedî pîvan û hunerek e) lê nivîsende berhev dike. (wek rojnameger û arzûhalciyên ku em ne ji berhemên wan, ji parvekirinên wan ê li ser facebookê û hwd. dibînin û em pê diwestin)

Pirtûkên bi Kurdî, ku rê û rêbazek, huner û afirîneriyek xwe tunebe, ji bo edebiyata Kurdî bêqîmet e. Wê zirarê bide wêje û xwendevanên Kurdî. Di warê edebiyatê de, mînakên “xerab” çiqas zêde bin, wê nivîskarên nû li dû wan zêde bin. Têsîra nivîskaran li ser xwendekaran berfireh e. Di vê gavê ev pirs wê cihê xwe bigire: Çima em berhemên hêja ji xwendekar û nivîskarên xwe yê nû re nenivîsin? Helbet li gorî herkesî pîvan û ecibandin diguherin, lê tenê rastiyek heye, ew jî afirînerî û bal û hayeke taybetî ye.

Nivîsandin hewesek e, daxwaz û heskirinek e. Şano jî wusa ye. Ez ne ji bo şanoya Kurdî li pêş bixim lîstikvanî û derhêneriyê dikim. Jê hez dikim, loma serê xwe pê dihêşînim.

Di hunera şanoyê de nexweşiyek hebû. Hin kesên ku bi temaşekirina lîstika ku tiştekî jê fam nekirana, digote: “ Min tiştek jê fam nekir, wê demê hunerî ye”. (Ev nexweşî hê jî di hin mêjiyan de dijî) Kêmasiyê ne di hunermend û berhemên wan de, divê meriv di xwe de  bibîne. Ev nexweşî, ji salên 90’î û vir de, di wêjaya Kurdî de jî xwe di pirtûkan de çap kir û hatin ber destên me.

Hesenê Metê weke hinekan, pirtûkên xwe yê Kurdî neda ber wergera Tirkî û herdûyan bi hev re dernexist! Ewî serê xwe, bi çi binivîsînim nehêşand. Li ser “Êş”ê çawa binivisînim ponijiye. “Romantîzma” wî, ji jiyana rasteqîn e.

Êşa Zimanekî, xwe li nivîskarên çê û “xerab”(yên di berhemên xwe de ne li pey afirandinê ne û ne hunerî ne) diqelibîne û bi me dide zanîn ku xwendekar jî dikarin nivîskaran binirxînin. Û herweha nivîskar jî divê xwe binirxînin.

Çîroka “Êş”ê  bi mijara xwe trajediyeke mezin e. Ji bo bê temaşekirinê me zêdetir giraniya xwe da ser komediyê, ku bigihîje temaşevanan. Bi tarzeke ebêsî (Absurd) û qerfreşiyê hate ser sehnê.

Lîstik yekem car di Adara 2011’an de, li Amedê ji temaşevanan re hate ser sehnê û dûre li Stenbolê hate lîstin. Ev nêzîkê du meh e em di ber lîstika xwe ya nû “Kurd û Tûtû” de, dîsan li ser dixebitin ku ji bona vê sezonê amade bibe.

*Tewrat: Hz. Eyub XIX:23-24)

** Epîlog-Hesenê Metê

*** Hawar hejmar 40 Rû. 5-6-7

**** Ehmedê Xanî – Mem û zîn, Weşanên Deng-M. Emîn Bozarslan, Rû.170-171-172-173

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Baran Demir

Yanıtla