Metin And (Dizê Çandê)

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

Ev nivîs ne lêkolîneke berfireh e. Lê ji bo destpêka binavkirina vê diziyê, têra xwe heye û heta ji destê min hat, ezê raste rast li ser diziya wî ya lîstika “Kose” bisekinim.

Kose, an jî li hin deveran bi navê “Kosegelî” tê zanîn, lîstikeke Kurdan e ku motîfeke ji hezar salan virde, bi rêya rojên pîrozî, lîstin û şahiyên sersalê  hatiye vê demê.  Kevneşopeke girîng e ji bo Kurdan, ku mîteke bi guherînên xwe be jî hatiye parastin. Heta vê deme jî sererastî lê hatiye kirin.

Ez hinekî wî bi we bidime nasîn. Metin And, di sala 1927an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Stenbolê beşa hiqûqê dixwîne û ji bo perwerdehiya bilind diçe Londonê. Ji wê jî derbasî New Yorkê dibe û  perwerdehiya bale, opera û şanoyê dibîne. Vedigere Tirkiyê û di rojnameya “Ulus” (netew) dest bi nivîsên xwe dike. 15 salan rexnegiriya  edebiyat, opera û bale di vê rojnameyê de dike.  Li zanîngeha Enqerê beşa “Dil, Tarih ve Coğrafya” (Ziman, Dîrok û Erdnîgar) 30 sal, wek mamoste xebitiye û endamê zanîngehê bûye.  Di sala 2008an dimire û li pey xwe nêzîkê 50 pirtûk dihêle. Çend pirtûkên wî jî ev in: 100 Soruda Türk Tiyatrosu, Tiyatro Klavuzu, Dünyada ve Bizde Gölge Oyunu, Geleneksel Türk Tiyatrosu, Atatürk ve Tiyatro, Osmanlı Tiyatrosu, Oyun ve Bügü, Türk Tiyatrosunun Evreleri, Tanzimat ve İstibdat Döneminde Türk Tiyatrosu, Meşrutiyet Döneminde Türk Tiyatrosu, 50 Yılın Türk Tiyatrosu.

Wek ku we jî xwend, Metin And peyva “Türk” ji navên pirtûkên xwe kêm nekiriye. Helbet ez ne li dijî vêya me. Lê gotineke hate bîra min. Dibêjin, di meriv de çi kêmanî hebe, ew kes wî tiştî zêde tîne ser ziman. Bi gotineke din, komara Tirkiyeyê bi sîstematîk (îdeolojiya fermî) bi hin kesan şanoya Ewropa ji xwe re mînak girtin û dane pey. Bi hin kesan jî dîrokeke çêkirî ji “Şanoya Tirkan” re nivîsandin. Şanoya wan bi destên Ermen û Rûm’an dihate çêkirin. “Ortaoyunu” û “Karagöz” ji dema Osmaniyan mabû û hunereke paşketî bû ji bo wan. Kêmanî hebû û xwe li diziyê qelibandin. Yek ji wan kesan jî, Metin And e û wek Xwedayê Şanoya Tirkan tê zanîn.  Pirtûkên wî li dibistan û zanîngehên Tirkan, wek ders tên dayîn û xwendin.

Metin And, di pirtûka xwe ya, “Geleneksel Türk Tiyatrosu” û Oyun ve Bügü” de welê qala “Kose” dike. Werger ji Tirkî: “Lîstika Kose:  Kose, ji Farisiya “Küse” ketiye zimanê me. Maneya peyvê, mêrê ku rîhê wî tuneye an  jî yekheba mû li rûyê wî hene ye. Di çîrokên gel ên Tirk de, wek karakterekî nebaş hatiye nasîn.  Di  nav lîstikên Anatolyayê de, yên li gundan têne lîstin, bi zêdebûna cûreyên xwe, lîstika Kose ye. Hinek ji van cûreyan ev in:  Kose ya ku li Qersê tê dîtin, 4 kes tê de hene. Ji vana du kes bira ne. Yek derpiyek kin û spî lê ye û di serde jî postê miyên spî li xwe dike. Pişta xwe xûz dike û ji dêvla hespê darekî dike nav çaqên xwe û qemçiyek jî di dest da ye. Mil dirêj e.  Mil, çaq û serçavên wî, bi komirê tê boyaxkirin û pot li serî lefandiye. Mêrê dûyemîn, birayê yekemîn e û di dest de qemçî tuneye. Herdû bira jî boyaxkirî ne. Kesê sêyemîn Zenne (mêrê ku kincê mêra li xwe dike û bi wan reqsê dike anjî nêremo ye.) ye û keça mêrê yekemîn e. Mêrê ku xwe kiriye şiklê jinan, ser rûyê xwe jî bi dismalê dilefîne.  Yê çaremîn beraz e û betaniyê  li xwe lefandiye. Lîstik bi “bar”a (cûreyeke reqsê ye) giran destpê dike û keça mêrê yekemîn tê revandin. Herdû bira hev tawan dikin û li hev dixin. Mêrê yekemîn birayê xwe dikuje. Mixtar jî kesê sûcdar ji nava temaşevanan derdixe tîne. Dixtor nikare birayê yekemîn sax bike. Li ser vê, birayê yekemîn hêrs dibe û bi qemçiya xwe li birayê xwe dixe, wî sax dike. Di wê gavê de, bi dev û zirne muzîka lîstika “Çeçen Kızı” lê dixin. Birayê ku sax bûye, dibêje ez sê roj e birçî me û ew darê ku ji dêvla hespê lê suwar bûbûn, dikin tifing û pê beraz dikujin. Beraz ji hev cîtî dikin, dipêjin û dixwin. Piştî xwarina beraz hemû bi hevre “Laz Barı” tê lîstin. Kose, xeyn ji Tirkên Anatolyayê, li Azêrbaycanê di pîrozbahiyên newrozê de jî, tê lîstin.”[1]

Wek ku we jî xwend, “Kose” bûye lîstika Tirkan. Azerî jî di vir de bûne xwedî û Tirk. Ji bo ku ev lîstikê ji Kurda û çanda wan bên dûrxistin, çi ji destên wî hatiye kiriye. Ji bo ku qala dîlanên Kurdan neke, stranên Çeçen û Laz’an kiriye nav. Heta beraz jî kiriye nav lîstikê. Lê qet xala wî berazî nekiriye. Karakterê wî çawa ye, diaxive yan na? Çi li xwe dike? Di lîstikê de rola wî çi ye û hwd? Tenê gotiye: “Beraz dikujin û dixwin. Ji kevneşopiyên Şaman’an hatiye ev çand.”  Metin And çavkaniya xwe ji  “Aşık Sadi Değer” digire. Ev kes bi îdeolojiya Tirkan a Fermî tevgeriyaye, stranên xwe li ser Atatürk û Tirkan gotiye. Ji ber vê yekê, gotina li ser wî zêde ye.

 Ez nizanim peyva “Kose” ji ku hatiye û ez ne Fîlolog, Etîmolog û pisporê peyva me. Tiştê ku ez dizanim peyv û lîstika“Kose” di Kurdî de heye û maneya xwe jî; Mêrê bê rîh û simbê e. (Lê Kose bi rîh û simbêl e) Simbêl ji bo Kurdan sembola mêraniyê ye. Di civaka Kurdan de mêrê bê rîh û simbêl, kesekî xav, ciwan û wek fêkiya ku negihîştiye tê dîtin. Yekî bi simbêl xeletiyek an jî xerabiyeke bikê, jê re wusa tê gotin: “Tu ji simbêlê xwe jî fedî nakî!” Ew kes, pirê caran pêkenî ye di nav gel de. Di Kurdî de bihîstina gotina “Kose”, li merivan pişirîneke peyda dike.

Ev motîf kevneşopiya gelên mezopotamyayê ye. Ez ne bawerim ji Asyayê îthal bûye û neçûye Asyayê jî. Bi gotina Alî Şerîatî: “Çand û medeniyet Kurdan ji Mezopotamyayê derbasî Yewnanan bûye.”[2]  Di şahiyên Dionysos’ê de jî şopa “Kose” heye. Lê ev nayê wê manê ku ji wan şahiyan hatiye. Kose, li her deverê Kurdistanê tê zanîn û lîstin. Li Amedê bi navê “Kose” li Mêrdîn û Batmanê “Bûk û Kose” li Rihayê “Pêlepûk”  li herêma Dêrsim û Wartoyê “Kal-Gaxend” û Gaxend” tê zanîn û lîstin.

Min di zarokatiya xwe de gelek caran vê lîstikê temaşe kiriye û ez bi dû wan jî ketime. Ev 13 sal e, di sersal, dawet û lîstikan de, ez bi xwe “Kose” lîstime. Baş nayê bîra min, lê herî kêm 30-40 caran, li Stenbol, li bajar û navçeyê Kurdistanê lîstime. Bi kurtasî li herêma Amedê û der û dora wê, welê tê lîstin: Di 13ê meha Rêbendanê (çileya pêşin-wek sersala Kurdan tê zanin) de tê lîstin.  Serê sibê xortên gund digihîjin hev. Yekê ji nav xwe dikin “Kose” û rîh ji hiriyê û pişt jî bi potan qlûz dikin. Yekê jî, cilên keçan lê dikin û dibe “Bûk”.  Kose û Bûk dikevin milên hev û zarok jî didin pey wan, mal bi mal digerin.  Li meydan û hewşa her malê Bûk û Kose direqisin. (dema ku hewa baran be, li hundirê malan de jî tê lîstin) ji xwediyê malê re: “Serê malê binê malê, Xwedê kurek bide vê malê”, “Qerqûş merqûş Xwedê kurek têxe dergûş” dibêjin. Malî jî, bastêq, goz,  mewûj, dendik û hwd. didin wan. Carinan goşt û savar jî didin wan. ew jî li hev kom dikin, li devre agir dikin, dipêjin û dixwin.

Li Wartoya Mûşê jî bi navê “Gaxend” tê lîstin. “Şeva 13ê Sermawezê, ji alî xortan ve tê lîstin. Bi dilxwazî du xort tên pêdandin. Yek ji hiriye rîh jê re tê çêkirin. Pişta wî bi potikan tê xûz kirin.Rûyê wî bi tenî an tiştekî din tê qermiçandin. Gopalekî jî didin destê wî. Ji vî kesî re “Kal-Gaxend” tê gotin. Lîstikvanê din jî, bi lêkirina cilên jinan, mîna jineke ciwan û bedew tê amade kirin. Ev kes jî dibe “Bûk”.  Kalgaxend sala çûyî, Bûk jî sembola sala nû ye. Bûk dikeve destê Kalgaxend û xort jî li pey wan, mal bi mal digerin. Li her malê Kalgaxend û Bûk govendê digirin. Carinan xort jî tevlî govendê dibin. Şahî tê pêkanîn. Malî savar, rûn, xwey, goşt, mewuj, bastêq û hwd. didin wan. Ji van tiştên hevdayî xwarin tên pijandin. Xort bi hevre xwarina xwe dixwin, govendê digirin û şahiyê dikin. Hemû malî, der dor û cîran jî tên temaşê û tevlî şahiyê dibin.[3]

Min ji Arîsto re qala Kose kir û jê pirsî: “Kose” lîstika kê ye? Ewî jî gote: “Peyva “Kose” bi Kurdî be, hemû Kurd jî pê dizanibin û heta vê demê jî lîstibin, bawerke Baran “Kose” ya we ye.” Lê ez pê qane nebûm.

Îcar em berê xwe bidine Qersê, “Kose” li wir çawaye û çawa tê lîstin. Li wir wek “Kosegelî” tê zanîn.

 “Lîstina Kosegelî li gorî herêman lîstina wî diguhere. Li hin herêman, hefteyek beriya şahiyên  Xwedirnewî (serê sibatê) destpê dike û heta 15ê sibatê didome. Li hin herêman jî, ji 15ê sibatê heta 28ê sibatê destpê dike. Di van deman de hin heywan dizên û hin heywan jî, ji bo zêde bibin li hev dicivin. Derketina ji zivistanê û bereket û zayîna xwezayê ye. Ji ber vê yekê wek cejn tê pîrozkirin.

Ji bo motîfa Kosegelî bê amadekirin, di wî gund anjî herêmê de kesê qelew û bi hêz tê hilbijirîn. Kum û maskeyek ku  ji mûyên bizinê bi taybetî hatiye amadekirin, li serê wî mêrê qelew dikin.  Di serî de du qiloç û di çenga wî de jî rîh heye. Ji navê berjor kincekî ji çermê bizinê lê dikin û bi pot û gîhayan wî dinepixînin. Li paş wî jî dûveke dirêj û bi mû pêve dikin. Li pêşiya wî jî, lebata mezin a cinsî (penîs,fallus) heye. Çîmên wî bi postê bi mûyên dirêj tên lefandin. Zengil bi stû û navmilê wî ve dikin. Di destên wî de lepikên bi mû û çowgan heye. Bi xeberdanê nizane, diqîre û dengên kes jê fam nekin derdixe û êrîşê der û dora xwe dike. Bi vî halî xweyî otantîk, erjeng xuya dibe. Ew êdî ne meriv e.  Dibe lawirekî  tevlîhev, ji mîtolojiyê. Di lîstina Kosegelî de, jin jî xwedî taybetiyeke mezin e. Rola jinê mêr dilîze. Ji bo wê jî mêrekî qelew û bi hêz, kincên Kurdan ên netewî lê dikin û kofiyekî li serê wî bi cîh dikin. Çelaq û nazdar e û bi reqsa xwe serketî ye. Ser rûyê wê jî, bi xêliya rengîn  dipêçin. Ji xeyn kesên ku vê çalakiyê amade  dikin, tu kes Kosegelî û jina wî nas nake. Di vê şahiyê de du mûzîkjenên Kurd, mûzîkên Kurdî bi tilim yan jî bi def û zirne lê dixin. Ev mûzîka enstrûmental bi sê beşan pêk tê. Ev dansên gel,(dîlan) mûzîka şer û şînê ne. Di komê de du kesên ku çalakiyê bi rê bixin û hakemiya lihevxistina bikin hene. Ev du kesji şabaşiyê (bexşîş) dikin û ji wan re jî tûrikvan tê gotin. Kosegelî li devre cihê ku herkes bibîne tê lîstin. Lê ku rewşa hewayê ne xweş be li hundir jî tê lîstin. Li hin deverean agirek tê vêxistin û li dora wî tê lîstin. Piştê lîstina meydanê, mal bi mal digerin û li deriyê wan dixin û ji wan re jî dilîzin. Lîstina bi mûzîkê, Kosegelî nahêle yek ber bi jina wî de were û wê birevîne. Lê dest davêjin jina wî û wê direvînin. Kosegelî bi fîgûrên seksê ji jina xwe re dilîze û ji xwe da diçe. Mûzîka şînê lê dikeve. Jin ji bo kefenê Kosegelî pere dixwaze û tûrikvan jî berhev dikin ji temaşevanan. Jina Kosegelî lebata wî ya cinsî bihost dike û diçe bi ser çavên wî de tiran dike. Kosegelî sax dibe û bi rabûna wî mûzîkjen tirîngî (mûzîka rîtmîk) lê dixin û lîstin bi coş didome.” [4]

 Di nivîsa xwe ya dûyemîn de ezê berfirehtir li ser vê diziye hûr bibim û bi encamekê xelas bikim.

 


[1] Metin And-Geleneksel Türk Tiyatrosu, Oyun ve Bügü.

[2] Ali Şeriati-Medeniyet ve Modernizm

[3] H. Çinar-Lîstikên zarokan yên Kurd

[4] Selahaddîn Mihotulî-Arya Uygarlıklarından Kürtlere

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Baran Demir

1 Yorum

  1. aydın öztürk Tarih:

    Türk milliyetçiliğinin Türk halkına giydirdiği bir deli gömlek vardır, tüm kültür hatta uygarlık eserlerini Türk ön takısıyla ele alıp öylece benimsetmek (en komiği Kızılderililerin de alında Türk olduğu saçmalığıydı sanırım), bunun Türk halkı için nasıl bir travma olduğunu tahmin bile edemeyiz, evet Türk halkı düpedüz zihnine yönelmiş ve zamanlaması pek de manidar olmayan bir zulümle karşı karşıya.. Yani yoğurt Türk ürünü olmasaydı sevmeyecek miydik? Bir lezzetin sevilmesi için ille de ‘benim milletimden mi olmalı arkadaş’.. İşte Türk halkına bu dayatıldı hep, Newroz’u Nevroz yapmaya çalıştı tutmadı, Kürtler dağ Türk’üdür dediler kargalar güldü, tüm dillerin Türkçeden kaynaklandığını ilan ettiler, herkesi kendine güldürdüler (bu kadar az sayıda kelime haznesiyle bu iddiaya kalkışmak, büyük cesaret), tarihten Türk’ü çıkarırsak ne kalır geriye yazacak, diye fors sattılar, ve daha neler neler, evet Türk halkı çok büyük bir zulüm altında, Kürtler’in baskısı altında olduğu zulüme daha sıra getiremedim, o da kısmetse başka yoruma, sevgiler 🙂

Yanıtla