Veger

Baran Demir

Xwebîrnasî, Return to pith vegera çand û ziman e. Ev li baketin çi ye? Meriv dikare bêje “xwe nasî” ye û ne hewandina kevneşopiyên hovî ne. Nasiya kesayetiya hay ji xwe û tiştên ku di jiyanê de dibin çand; sazkirina civakê û di avakirina şaristaniyê de rehê pêşeng e. Lêgerîna netêw û meseleyên li gor vê demê ne mirî ne. Mesele bi kompleks deranîna hin mane, raman û hestên ku di demê de fetisîne, nade ser milê xwe ûraxistina wan a ber çavan jî nîn e. Li ser ramanên pêşerojê, bingeha xwerû û harmoniya paşerojê ye.

Lêkolînerên xwedî çavkaniyan bi piranî li gorî netewa xwe şîrove dikin û pê çand û dîroka xwe xurt dikin. Pirê caran sûbjektîf in û berhemên wan ne-dîtina Kurd û çanda wan e. Helbet lêkolîn û çavkaniyên Kurdan jî hene, lê bi piranî ne bi Kurdî ne û di xizmeta asîmilasyona serdestan de ne. Sedemên vêya ne-xwendin û nivîsandinên bi zimanê “malê” ye. Ev ji herkesê ve eyan e ku çavkaniyên lêkolînan bi Kurdî pir kêm in. Lê yên heyî jî nayên ber destan û nayên xwendin. Vî barê giran hinek para weşangerên Kurdî ne ku xwe li wergerên ji zimanê orjînalî asê bikin. Îro ev hewcedarî ji heman demê girîngtir e. Ji ber ku li dijî asîmîlasyonê Kurd lewaz mane û bi taybetî Bakûrê Kurdistanê di jibîrkirina Kurdî de, pêşengiya herêmên din dike.

Ne tenê Kurd, di Kurdistanê de gelên din jî bi vê mijarê ve bi me re ne. Her milet rengê xwe hebûne û li ser şopa xwe meşiyanê. Pêşxistina çanda van gelan li ser şopa wan bûye. Pirê caran rewşên aborî û siyasî ji bo pêşveçûna çand û hunerê bûne asteng. Di nav Kurdan de hê jî ev problem wek mîtê didome. Ji heqderketin ne bi gotin û bilêvkirinê ye. Bi tespîtên rast û pratîkê ye. Soberî li ser mayîna herdû çeman e. Nebûn xeniqandina bin avê ye.

Dîcle û Ferat xwedî erdeke zêrîn e û mirovahî  bi hemêza herdû çeman bûye xwedî çand, zanîn û medeniyetê. Xwedî şaristanî û zanistiyê ye. Drama di perestgeha de xurt, yekemîn cotyarî li vê axê û zanîngeha yekem li vê derê ava bûye. Rojên olî yên taybet, bûne bingeha hunerê. Drama kevntirîn li Misrê û Mezopotamyayê hatiye dîtin. Hin zanyar dramaya Grek û Ewropayê, ji bingeha van herdû herêman nîşan dikin. Yekemîniyên li ser erda Kurdistanê gelek in. Meriv dikare vana zêde jî bike. Bi min îro ne roja pesnê yekemîniya huner û çandê ye. Dîtina “îro”, xwe nasî û xwexelaskirina ji nexweşiya “yekemîn”iyê ye.  “1’emînî” ji kêmanî û kompleksa bindestiyê tê. Xwe îspatkirineke beredayî ye li dijî netewên serdest. Hamberî bi pratîkê divê ne bi gotinan. Niha em xwedî çi ne? Kurdên li welat vê pirsê li xwe nekin, dê ev tunebûn û hilweşîna yên heyî jî bidome.

Kurdên derveyî welat li xerîbiyê zêdetir bi vê meselê ve xwe girêdane. Niha îstatîstîkek li ber destên min tuneye lê di arşîva min de ew serdest in. Ev gotin bila şaş neyê fêmkirin; sedem li vir hêjayî û vîzyon e. Ne piraniya berhem û xebatên çanda Kurdî ye. Ew bi hawayekî “dinyadîtî” ne û vîzyon fereh in. Li wan deranGodot gelek in, lê venagerin! Û jixwe tu kes ne li benda wan e jî. Daxwaza parastin û xwedîkirina Kurdî û Kurdewarî di lepê hinek ji wan de bûye destokî.Xeyn ji kesên ku ji derketina welat barê çandê li xwe giran kirine. Ew kes ne li welat bin jî dikarin biafirînin û nîvê barê xwe derbasê ser zarokên xwe bikin. Hinek ji wan di “medeniyeta Ewropayê” de wenda bûne. Ewropayî jî bi mîstîkiya wan seyr mane, hinek ji wan kirine muzeyan û temaşe kirine. Wek mafê mirovahî û bi dilşewatî nêzî wan bûne. Evana jî bindestiya xwe di hîmê dilşewatê de; rebenî û belengaziyê resm kirine. Ewropayî jî heyfa xwe bi sêwiyan tînin û qîmetê didin wan, lê ne pere û derfetan!

Di nîsana çûyî de em derketin tûrneya Ewropayê û me şanoya xwe ya “Êşa Zimanekî” ku min ji çîrokeke Hesenê Metê raxistibû ser sehnê, piştî Kopenhagê, li Berlînê li sehneya “Tiyatrom” derket hemberê temaşevanan. Ev şanogeh aydê Tirkan e û di sala 1984’an de bi alîkariya Senatoya Berlînê ava bûye. Avahiyeke ku tenê ji bo şanoyê ye û derdora wî jî vekirî û şînahî ye. Yekta Arman ji destpêka şanoyê hetanî niha berpirsiyarê şanoyê ye û li Almanyayê hatiyê dinê. Xwedî Tirkiyeke fesîh e û xwe parastiye. Di xeberdanê bi piranî  behsa şanogerên Tirk dikir; hatine Tiyatrom û şanoyên xwe raxistine kir. Hinek ji wan rehmet bûne û bi bîranîna wan hêsir ji çavên wî dibariyan. Di dawiya gotinên xwe de digote: “Her şey Türk Tiyatrosu için” (Hertişt ji bo şanoya Tirkî) û xwe pê motîve dikir. Meriv rastê şanogerekî Kurdî ku bi dehan sal in li Ewropayê karê xwe didomîne nayê. Û spesîfîk jî tune ne. Li Almanyayê sehneyên tirkan gelek in. Sehneyeke wan ku Kurd vekirine heye û şanoyên bi Tirkî derdixin jî heye. Helbet ev şanoya Kurdan, nabe Şanoya Kurdî.  Dibe “Türk Tiyatrosu” (Şanoya Tirkan).  Ew ji Tirkan zêdetir qîmeta “Türk Tiyatrosu” zanin û pêşandeyan wan ne kêmî şanoyên Tirkan in. Mînakên bi vî rengî li Ewropayê gelek in. Yên bi Tirkî dinivîsin jî hene.

Dawî, tenê bi van gotinan e: Em bi bindestiya xwe li diyasporayê dijîn. Beden azad e lê psîkolojiya bindestiyê ne wusa ye.

Şanoyeke Kurdî, ku bi xebatên hêja tên naskirin “Lalish Theater” e û xebatên xwe li Viyanayê dike. Shamal Amînû Nîgar Hasîb bi alîkariya dewletê “Theater and performance culture” (Şano û Performansa Çandê) ava dikin. Bi şano û bi performansên xwe bi dehan welatan geriyane û tevlî konferansan jî bûne. Hewldaneke wan a “International Center of Voice Anthropology”  (Navenda Antropolojiya deng a navnetewî) çêbûye û di xebatên xwe de li ser Dengbêjan jî hûr bûne. Lêgerîna wan; “berê” ya Kurdan û “niha” ya gerdûnîtiyê ye. Xeyn ji sembolîzma ziman, lêgerîna zimanê orjînal yê hunerî ye. Li Viyanayê Laboratûwara Şanoyê vekirine û xebatên xwe didomînin.

Veger di bin du baskan de ye. Yek jê vegera welat e.Kuştina jiyana metropol û şevên ronahî ye. Terka kurm û pergalê ye. Hatina erd û merivên Kurdistanê ye û pirê caran di ramanan de cîhê bêxwedîtî, birçîbûnî, bindestî û statûkoya wekheviyê ye. Ya din jî, vegere Kurdî û Kurdîtiyê ye. Edaleta wijdanî û Katharsîs e. Xwe şûştina ji qirêjên metropol û nexweşiyan e.

Bi hêviya vegera heralî…



  tarafından yazılan diğer yazılar.

Yorum


işlemi tamamlayınız: