Şer û Huner-mend

Baran Demir

Bêguman mijareke berfireh e, bi taybetî ji bo Kurdan. Di nivîseke de ne mûmkun e meriv vê meselê bipejirîne û lê hûr bibe. Wê ev nivîs sernivîsa xwe têr neke, lê birçî jî nahêle.

Şer û Huner du neyarên hevgirtî ne. Hunermend jî sêwiyê herdûyan e. Hunera Gel bi hunermendan dibin navneteweyî. Ev gerdûnîbûn ne bi dewlet û siyaseta wan a derveyî, bi hunermend û bi têkiliya wan a bi hevra xwe dide der. Dewlet an jî hikûmet alîkarî bidin zûtir dibe ev derbûn. “Derbûn” bi zanebûn, bal û hayeke pêwîst ve girêdayî ye. Pêdivî, bi nasiya civak û kevneşopiyên gelemperiyê ye. Ku hunermend neynika civakê be, helbet ev êş û keserên hunermend wê di pêşerojê de bibin berhem û derkevin holê. Ji hunermend re wext û hemandin divê. Ev yek ne bi dîrektîf û emiran, bi dilxwazî, bi bext, bi zanebûn û bi derfetên wan ên aboriyê ve girêdayî ye.

Wekî ku tê zanîn çand, huner û şaristanî ji Rojhilata navîn, ji Mezopotamyayê li dinyê belav dibe. Huner, piştî vê belavbûnê li Rojava bi komplekt pêş dikeve, xeyn ji serdema navîn. Rojhilat jî bi sîstemên otorîter û olê vê serdestiya xwe ji dest dide.

Li Ewropa qîmeta huner û hunermendan heye û ev tebîet ne nû ye, ji berê tê. Berhemên wan qedirbilind, hêja û hêzdar in. Ev qîmet pir bilind e û ji hêlekî meriv binêre, ferqiya bi hebandinê nîn e. Hunermendên Rojhilata navîn ji vê qedirbilindiyê bêpar in. Hebandina wek Rojavayiyan û qedirnezaniya Rojhilatiyan yek e. Meriv nikare herdûyan jî qebûl bike.

Pêşketin jî bi xwe re problemên nû tîne. Bonimûne li Almanyayê şanogerekî ji nav temaşevanan jinekê tîne ser sehnê û dest davêje wê. Dixwaze pê re be. Jinik diqîre lê tu temaşevan mudaxele nakin û dibêjin qey ev perçeyek ji şanoyê ye. Şanoger paşê li temaşevana vedigere û dibêje ev ne perçeyek ji lîstikê bû… Temaşevan vîna (îrade) xwe ji şanoger re dihêle û şanoger vê hîpnozê bi libatekê wan divarqilîne ku xwe teslîmê hunermendan nekin. Em di vê mijarê de ji wan pêşketî ne. Mesela di nasiyê de karê yekî bê pirsîn û bersiv Şanogerî be, pirs dîsa dûbare dibe. Ne tenê şanoger, hemû hunermend di vê meselê de rastî vê “libata aqilane” tên. Hunermend, bi hunera xwe dibe hunermend. Hunera wî pere neke, ew jî pere nake! Perekirina ku di vir de hatiye karanîn ne hunera erzan û bêqîmet e. Bêxwedî bûn e, kevirê sivik  û lewaz e li ber çavan. Lê li Rojava van pirsan nayên kirin. Hunermend li wir bi hêza dewletan xwedî û kedî dibin. Yên bêpar jî hene helbet. Ew jî bi hêsanî xwe digihînin peywendarên xwe. Li ba wan şert û mercên afirîneriya ji bo hunerê jî xurt in. Ji ber ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn, neketine şer.

Şer ne tenê talana mal û pereyan e. Guherînên li jiyana rojane, jibîrkirina kevneşopiyan bi xwe re tîne. Ji cî derketin, dûrketina ji çandê û jibîrkirina hînbûyiyên kevn jî bi xwe re tîne.

Huner bi hêsanî dikare şer ji xwe re bike mijar û bike berhem. Di vir de mesele divê ne raxistina şer ya wek dokûmanter be. Honandin hêsan e, ji ber ku materyal hene. Pirsa dijwar ev e: Berhem wê şer û têsîrên wî yên xerab çawa bi merivan bide zanîn? Yan jî bandora berhemê wê çawa be ku ew şer neyê jibîrkirinê yan jî xerab be wê çawa bên jibîrkirinê?  Bûyerên ku li herêmê diqewimin divê di mêjiyê Hunermend de bimehin, bipijin û hêna bibin berhem û derkevin. Ne bi xebat û pêşandeyên rojane, gerek bi temendirêjî cihê xwe di dîrokê de bigirin û bibin arşîv. Ji bo mesele bi zelalî bê famê, “Guernica”ya Picasso mînakeke li cîh e. Guernica wêneyekî ku şerê Spanyayê radixe ber çavan e û li hemû dinyê belav bûye. Bi gotineke din Şerê dijwar, bi berhemê nayê jibîrkirinê.

Di şanoyê de jî ev mînak hene. Yek ji wan navdaran Wofgang Borchert’ê Alman e. Borchert di sala 1947’an de şanoyeke Radyoyê dinivîse. Pêşî li radyoyan, paşê li ser sehneyan jî tê hemberî temaşevanan. Navê vê şanoyê ‘Li Derveyî Deriyan” (Draußen vor der Tür) e. Şano, şerê cîhanê yê 2’yemîn  ji xwe re dike mijar û vegera karakterê “Backmann” ji şerê Ûris e. Şano, vegera welat a piştî şer, guherîna mal û malbat, raman û baweriyan radixe ji muxatabên xwe re. Backmann li kîjan deriyan dixe, lê venabin û xwe davêje çemê “Elbe”yê. Çem wî vedireşe û davêje qeraxê. Şano hemû qirêjî û xerabiyên şer ji xwe re dike mijar û piştî şer li Almanyayê ev şano li hemû radyo û sehneyên wan tê hemberî temaşevan û guhdaran. Loma piştî şer Alman ji wî şerê xanxerabe derdikevin û van gotinan bi lêv dikin; “Pêdiviya me bi du tiştên lezgîn heye: “1. Ji bo ku em zikê xwe têr bikin, em ê firneyên nan ava bikin. 2. Em ê şanoyan ava bikin” . Yek meşkê, yê din jî mejî û ruh tije dike. Bi vê zanebûn û tevgerê, huner wan ji ramanên xerab dûr dixe û rê li ber wan ronî dike. Ev berhem êdî ne ya Almanekî ye, bûye navneteweyî û xwedî lê zêde bûne bi pêşandeyan.

Li ser vê sehneyê hunermendên me jî hene û karên xwe bi serketî meşandine. Bi piranî di nav tevgera azadiyê de xebatên xwe yê hunerî kirine û çiya ji wan re bûye sembola xwe îfadekirina azad. Rasteqîniya şerê li serê çiyayan bûye bawerî, xwenasî, hêvî û ev berpirsyariya wan bûye sedemê jiyana wan. Bi şert û mercên vê demê, kêm kes dikarin vê azadiyê bidest bixin. Gelek hunermend hene hê jî karên xwe yê hunerî didomînin li çiyayan.

Yek ji wan hunermendên azadiyê Sarya bû. Sarya, li NÇM’ya Stenbolê hetanî salên 1994’an, di beşa Sînema, Fotograf û di “Koma Serhildan” de xebatên xwe dimeşîne.  Di salên 94-95’an de di rojnameya “Özgür Ülke” (Welatê Azad) de ji bo rûpela Çand û Hunerê kar dike û di beramberî rojnameyê, li KADER’ê di şanoya bi navê “Govenda Hîlo” de karakterê “Sarya” derdixe ser sehnê.  Di îlona sala 1995’an de berê xwe dide refên PKK’yê. Di sala 1997’an de, di şer de jiyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovaniya xwe.

Wê li dawiya xwe huner û têkoşîna xwe hîşt. Dansa ku wê di “Govenda Hîlo” de derxistibû, bû sembol, bû Sarya û neqş bû di seriyan de.

Hunermendên Kurd çawa bikin jî nikarin xwe ji şer û derûniya wî xelas bikin. Hin hunermend hene ku ji bandora şer, ne li çiya li bajaran jiyana xwe ji dest dane. Yek ji wan, hunermenda NÇM’ê Hêlîn bû. Hêlîn di Teatra Jiyana Nû de şanoger bû. Di sala 1994’an de ji Enqereyê tê Stenbolê û di rê de bi çekan davêjin ser otobêsê. Ew bi xeletî tê kuştin. Li NÇM’ê komeke bi navê “Şanoya Hêlîn” ava dibe û min jî di wê komê de perwerdehiya şanoyê dîtiye. Grûba mûzîkê Agirê Jiyan straneke bi navê Hêlîn çêdike û Hêlîn piştî jiyana xwe jî, têsîr li hunermend û gelê xwe dike.

Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di va jinên yekemîn ên Gerîllayan e. Beriya cûntaya 80’ê tevlî PKK’ê dibe. Di sala 1983’yan de diçe Ewropayê û di avakirina”Hunerkom” û “Koma Berxwedan”ê de cîhê xwe digire.  Di sala 90’î de dev ji mûzîke ber dide û tevlî Şervanên Azadiyê dibe. Di sala 1992’yan de li Tetwanê dimîne û eskerên tirk davêjin ser malê. Ew jî xwe nade dest û xwe înfaz dike, diçe ser dilovaniya xwe. Deng û navê wê belav dibe û nemiriyê bi dest dixe.

Halîl Ûysal ji Almanyayê, di sala 1995’an de tevlî refên Gerîlla dibe. Ew li çiya “Nûçegihaniya Şer” dike.  Li çiya hinek ji wan kurt, 6 fîlm dikşîne. Di sala 2008’an de, di şerê bi artêşa tirk re tevî 3 hevalên xwe şehîd dibe. Herkes wî ji fîlmê “Bêrîtan” nas dike.

Ew neçû dû populîzmê û xwe û gelê xwe nefirot. Bi vê tecrube û zanebûna xwe dikaribû li Ewropayê di nav jiyaneke rehet de hunera xwe bidomanda, lê welê nekir!

Yek ji şanogerên Kurd ku tevlî Şervanên Azadiyê bûye, Gafûr Dogan (Hêvî Şanoger) e. Hetanî sala 1998’an li NÇM’ya İzmirê pênc şanoyan derdixe. Xwe ji Şanoya Kurdî ya Gelêrî jî dûr naxe û Kosegelî jî derdixe hemberî temaşevanên xwe.  Li çiya gelek tekstên şanoyê dinivîse, tê de cîh digire û derhêneriya wan jî dike.  Di sala 2004’an de diçe festîvala şanoyê û li Maxmûrê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide.

Hozan Serhat jî yek ji van lehengan û muzîkjenekî hêja bû. Wî kaseta xwe ya yekemîn di sala 1986’an de derxistiye. Di sala 1991’an de dizewuce û piştî demekî bi Xanima xwe re tevlî Gerîllayên PKK’ê dibe. Li wir xebatên xwe yê mûzîkê didomîne û derbasî Ewropayê dibe. Di sala1996’an de dîsa vedigere çiya û di sala 1999’an de, di şerê bi artêşa tirk re Şehîd dibe.

Gelek kesên wek van hunermendan hene û piraniya wan nayên nasîn. Ewana çand û hunera xwe erzan nekirin û nefirotin çanda populer. Li pey kêf û maaşên xwe jî negeriyan. Kredî nekişandin, mal û trembêl nekirîn. Ew li dû heqîqeta xwe çûn û nemir in.

Hunermendên ku berê xwe dane çiyayan, li dû xwe huner û baweriya xwe hîştin. Bêguman neçûna wê gelek tiştên xweş biafirandana. Ji ber ku dilsoz bûn û baweriya wan xurt bû. Ew çûn û li vir valahiyeke çêbû. Valahiyeke wusa ye ku belkî qet tije nebe. Em ketine wextekî weha, ku gelek kes (ez ji wan re nabêjim hunermend) ne bi zanebûn, huner û berhemên xwe, ji şer û ajîtasyonê têr dibin.

Merivên vê sedsalê êşê ji xwe re kirine tiştekî seyr û zû jibîr dikin. Dîmenên ji şer, di televizyonan de wek nûçe tên ber çavan û roja din çav xwe li nûçeyên nû digerîne. Do tê jibîrkirin. Îro,  rûpeleke nû ye ji bo karên rojane. Rûpel reşkirin, domandina jiyana kesayetiyê û nedîtina cîranê xwe ye. Cîran ji parçeyê din in û yekbûn ancax bi kuştinê tê. Kuştî tê jibîrkirin û rûpela nû lê diqelibe. “Bîr” tije nabe, vala dimîne. Ji bo neyê jibîrkirinê hunermend dikarin berheman derbixin da ku ew şahidê dema xwe ne. Berhemên ajît-prop û rojane di bîrê  de namînin û îro têsîra xwe jî tuneye ku derfetên navneteweyî jî di xwe de bihebînin. Estetîka berhemê çawa be wê têsîr li xanima Berlînê bike? Ciwanê li New Yorkê, wê vê êşê çawa hîs bike û li jiyana wî ya rojane bandoreke çêbike? Ev pirs divê di bîrê de bin. Hunera Kurdî ne tenê ji Kurdan re, divê xwe bigihîne netewên din jî.



  tarafından yazılan diğer yazılar.

Yorum


işlemi tamamlayınız: