Şaliko Bêkes: Di nava dîroka Kurdên Soviyêtê de ewil Elegezê çanda teatroyê di nav me de pêş xist…

Mimesis / Di çalakiyên 2014a yên İATGê (Rojên Teatroya Amator a Stenbolê) de, di çarçoveya Roja Teatroya Kurdî de lîstika şanogerê Kurd Şaliko Bêkes, bi navê Kurd û Tûtû, hate pêşkêşkirin. Weke Koma Teatroya Piranîparêziya Çandî ya BGSTê, me bi Şaliko Bêkes re ev hevpeyvîn lidarxist.

T1-1506-048

Mamoste tu dikarî ji me re bi kurtasî behsa rewşa Kurdên Yekîtiya Soviyetê bikî? Di dîroka Soviyetê de rewşa çanda Kurdî, zimanê Kurdî çawa pêşket, ji kîjan merheleyan derbas bû?

Meriv dikare bêje ku çend êtap hene ji bo gelê Kurdên Soviyêtê. Di serê sedsalê de, di nav sînorên Osmanî de hin qewimandin çêbûn. Êrîş hate ser wan, mecbûr man koç kirin; bawer im di 1912an yan jî 1914an de bû. Gelek Kurd koç kirin, hatin ser erdê Împaratoriya Rûsyayê. Hin ji wan ji Qersê, hin jî ji Wanê û wê derdorê hatibûn. Piştî koçberiya ber bi Rûsyayê şoreş çêbû. Bolşêvîk hatin û sînor hatine diyarkirin. Ew Kurdên ku hatin ser xaka Rûsyayê êdî hew karîbûn vegeriyana welatên xwe.

Piştî Bolşêvîzmê rewşa Kurdên ku koçkiribûn, hêdî hêdî diyar bû; êdî bicîhbûn. Gelek ji wan nasnameyên wan tune bûn helbet. Gelek ji wan belengaz, feqîr, nexwendî bûn. Paşnavên wan tune bûn, bi navên bavên xwe, kalên xwe dihatin naskirin. Malbeta me jî hatin ser erdê Ermeniyan. Ermeniyan dipîrsiyan, “Paşnavên te çi ye?” Kes nizanî bû ku “paşnav“ çi ye. Îca digotin, “Navê bavê te çi ye?” Mînak digot, “Nave bavê min Keso ye.” Paşnav dikirin “Kesoyan” yan jî navê bavê wî Cango be, dibû “Cangoyan”. Ez bawer im ev yek ji Ermeniyan re pêwîst bû. Çunkî bi vê yekê nufûsa xwe jî pê mezin dikirin. Gotin, ev Kurdên bi ser me hatine em ê wan asîmîle bikin û wê hejmara me zêde bibe. Lê di vê hêlê de şaşiyek kirin. Şaşiya wan ew bû ku Kurd xwe ji Ermeniyan dûr xistin. Yanî Kurdên Êzîdî jî yên Misilman jî ji Ermeniyan dûr, li gundên cihê jiyan dikirin û bi vî awayî nebûn Ermenî. Bi zimanê wan axivîn lê zimanê xwe jî ji bîr nekirin. Zimanê xwe, folklora xwe, çanda xwe, erf û adetên xwe, dawetên xwe, şînên xwe ji bîr nekirin û ne tenê ji bîr nekirin di ser de jî xurttir kirin. Ermenî nikarîbûn êrîşî ser gelê Kurd bikirana. Çunkî tirsa Moskowê hebû. Û her wiha çaxa şoreşa Bolşêvîk her tişt zevt kirin û her tişt xelas bû, programa xwe çêkirin, gotin em milethez in, em întêrnasyonal in, em ji her miletê hez dikin, mafên millet yek e. Ji ber vê yekê kesî newêribû ku êrîşî ser miletên biçûk bikin. Yanî ku hez dikirin hez nedikirin ew tiştekî din e, lê mecbûr man xwe ji hizra ku Kurdan asîmîle bikin dûr bigirin. Yanî nikarîbûn kûltûra me, zimanê me qedexe bikin. Ji ber vê jî nêzîkî pêncî salî ji bo Kurdan “demek zêrîn”, demek xurtbûnê çê bû. Wê demê Kurdan li Yêrêvanê radyo vekirin, gelek komê reqasê û dîlanê çêkirin, komê dengbêjan çêkirin, rojname û kovar derxistin, yekîtiya şaîran, nivîskaran ava kirin. Tenê mecbûr man ku xwe ji herfên Latînî dûr bixin û herfên Kirîlî bikarbînin. Ji ber ku ev siyaseta Soviyetê bi xwe bû, bi her awayî nedihiştin çanda împêryalîstan têkeve nav sînorên wan.

Ez jî di 1956a de ji dayika xwe bûm. Berî bûyina min, Kurd hêdî hêdî ji Ermenîstanê derbasî Gurcîstanê dibûn. Çunkî di gundan de êdî kar kêm bibû. Wisa her çû hejmara Kurdên Gurcîstanê zêde bû.

Helbet, li Gurcistanê û bi tevahî li Soviyêtê sîstêma perwerdehiyê tiştekî balkêş e. Em bêjin mesela, li Gurcistanê, li Tilbîsê pênsed dibistan hebin; sed ji wan Gurcî bûn û çarsed jî Rûsî bûn. Yanî piraniya xwe bi Rûsî bû, kêmaniya xwe jî Gurcî bû. Gava te di dibistana Rûsan de dixwend tu bi awayekî înternasyonal mezin dibûyî. Gava te di dibistana Gurcan de dixwend tu bi awayekî nasyonalîst mezin dibûyî. Sedî sed gerek te bi Rûsî bizanîba. Rûsan bi awayekî global miletên biçûk asîmîle dikirin. Li hêla din jî, ew miletên biçûk jî di nav xwe de dixwestin hevdu asîmile bikin. Ev siyaseta asîmilasyonê bi du awayî li ser Kurdan dihate meşandin. Tu mecbûr bû hem Rûsî fêr bibî, hem jî Gurcî. Li hin ciyan, em bêjin heke Kurda bixwesta, mesela li Tilbîsê li dibistanek dudan, dersên Kurdî dihat dan. Ev jî saetek du saet didan. Lê mesela li Ermenîstanê li gundên Kurdan dibistanên Kurdî hebûn.

T1-1505-011

Em dixwazin hinekî werin ser şanoyê, teatroyê. Gelo eleqeya te ya li ser teatroyê çawa destpêkir, te li ku dest bi teatroyê kir? Bi tevahî di derbarê xebatên teatroya we û dîroka teatroya Kurdî ya li Soviyêtê tu dikarî ji me re çi bêjî?

Meheleyek Kurda hebû, li bajarê Tilbîsê, paytextê Gurcistanê. Jê re digotin gundê Êzdiyan. Mala me li wê mehelê bû. Bawer im ez deh, danzdeh salî bûm wê çaxê. Min gelekî ji sînemayê hez dikir. Carekê bavê min, ez birim sînemayê. Min wê çaxê nizanibû gelo teatro heye yan tune. Lê min gelek xwest ez jî di wê ekranê de hereket bikim. Tê bîra min ew fîlm; Piştxûzê Notre-Dame. Piştî wê tim xeyala min bû ku bibim artîst, lê artîstê Kurdan. Dawiya dawiyê ez çûm ketim teatroya Rûsan a amator. Ez çûm wê derê û hinekî fêrî zimanê teatroyê ya sehneyê bûm li Tilbîsê. Mamosteyê min Mîxayîl Mîxayîlovîç Çavçavadzê bû. Mamostekî pir hêja bû. Piştî wê ez ketim dibistana teatroyê ya Anatolî Rafaêlovîç Yênûkaşvîlî. Piştî ku min ew dibistan xelaskir, min xwest ez xwe bispêrime teatroya Kurdî. Lê wan ev yek qebûl nekirin. Ji ber ku divêt yan Rûsî, yan Gurcî, yan Ermenî, yan jî Azerî be. Yanî divêt tiştekî resmî be. Kurdî nedihat qebûl kirin.

Di sala 1976a piştî ku ez ji eskeriyê vegeriyam, min li Tilbîsê da pêy karê teatroya Kurdî. Min xwe gihand gelek hevalan ji bo em teatroyek Kurdî ava bikin; Keremê Anqosî, Yûrayê Nabîyêv, Şamil Nadîrov, Cerdoyê Esed, Lamara Paşayêva. Dawiya dawiyê, di sala 1979a, 4ê meha Îlonê de em hatin ser hev. Dewletê cih da me ji bo em xebatên xwe bikin. Yanî bi awayekî nîv-fermî bû ev cih. Karê me bi xwe hebû, piştî ku ev kar diqediyan em dihatin li teatroya xwe diciviyan, me xebatên xwe dikir. Me karekî amator dikir. Me pereyên bilêtan teslîmî dewletê dikir. Bilêtên me nîn bûn; bilêt bilêtên dewletê bûn. Dewletê mecal dida me. Jixwe me nikarîbû bi pereyên bilêtan tiştekî bikira. Ew pere ne têra kireya salonê jî dikir. Her tişt dewletê dida me. Sîstêma li Soviyetê bi vî awayî bû: em bêjin, ez û tu em kom dibin û em dixwazin skeçan çê bikin. Bi vî awayî komên teatroyê hebûn. Ji vê jortir, teatroya amator hebû, ne profesyonal. Ji vê jî bilindtir, paşê dibû teatroya gel û piştî tiyatroya gel jî dibû teatroya dewletê. Ji teatroya dewletê jî bilindtir teatroya akademiyê hebû. Ya şexsî tune bû. Te nikaribû teşebusek şexsî çêbikira jî. Lê mesela, gava rejîsorekî mezin, şexsiyetek pir bi navûdeng dimir teatro dikirin ser navê wî. Yanî dîsa jî teatroya dewletê bû. Weke em bêjin, Vaxtangov, Meyerhold, Bernard Shaw,  Stanîslavskîy. Lê piştî hilweşîna Soviyetê êdî herkesî teatroyên şexsî ji xwe re vekirin, firotina bilêtan jî serbest bû, kes qarişî te nedibû êdî.

siuce giga xwe dide mer.mpg_002523864

Welhasil, me hêdî hêdî teatroya xwe ava dikir, lê dewletê min weke derhêner qebûl nedikir. Yanî weke ez bibim xwediyê teatroyê. Şairekî me hebû, Cerdoyê Esed. Me ew kir xwediyê teatroya xwe, bi awayekî formalî. Piştî wê mehek dudu, Cerdo dît ku nikare vî karî bimeşîne. Got, “Ez nikarim vî barî dînim ser milê xwe, kî dixwaze bila ew bike, ez diçim.” Me hîşt û çû. Em dîsa li kesekî geriyan, yanî kesek ku koma me weke resmî temsîl bike. Keçek hebû, bi navê xwe Zîna Evdo, me ew anî. Û ew dema ku me civîn çê dikir, me digot “Em kî bînin?”, “Kê çawa bikin?” Wê demê, rojnamevanek hat kete nav civîna me. Ew bi xwe jî Kurd bû. Lê rojnamevanê Ermeniyan bû. Li Tilbîsê rojnameya Ermeniyan hebû, bi navê xwe Sovêtakan Virastan (Gurcistana Soviyêtê). Ew li wê derê rojnamevan bû û pê hesiyabû ku li Tilbîsê tearoya Kurdî destpêkiriye û dixwest nas bike; ka çi ye, çi diqewime, hîn bibe. Belkî nûçeyekê çê bikira. Balkêşa wî kişandibû. Hat, bi navê xwe Mirazê Ûzo, rûnişt. Me demek dirêj, du sê saet civîna xwe derbaskir. Piştî ku civîn xelas bû, herkes çû malên xwe. Min lê nêrî ku Miraz cînarê min derket. Min got em bi metroyê neçin malê, ka em bi piyên xwe herin, hem hinekî jî em biaxivin. Em wisa ketin xebardanekê, wî got “Li Tilbîsê teatroya Ermeniyan heye.” Min ji wî pirsî “Têkiliyên te û wan heye?” Wî got, “Ez li wir dixebitim jî, redaktortiya piyêsên wan dikim û bîst sal in jî ez vî karî dikim.” Min jî got, “Dêmek tu ji me re lazim î, Miraz. Haya te ji teatroyê heye. Tu qeydên teatroyê zanî. Çima tu xwe paş dixî? Were tu bibî derhênerê koma me.” Got, “Na, ez nikarim vî barî hildim ser xwe.” Birastî, hinekî cidî nêzîkî vî tiştî bû, ne weke lîstikekê nêzî wê bû. Min got “Miraz, ez li rex te me, zêde ji te re çi lazim e? Em ê karibin vî barî hildin û niha ji xwe tiştekî giran tune weke ku em bitirsin. Emê bere bere xurt bibin.” Got, “Ez ê bifikirim.” Min got, “Zû bifikire.” Ew çû mala xwe, ez çûm mala xwe. Piştî saetekê min telefon kir, min got “Tu fikirî?” Got, “Rojekê duda bihêle ez bifikirim.” Min got, “Na, rojek dudu tune, were.” Neyse, min kaş kir anî. Me Miraz kir derhênerê teatroya xwe.

Miraz, dema teatroyê dît, bi wî xweş hat. Me xebata xwe saz kir. Wiha pirsgirêkek derket; gelo kîjan şanoyê em hazir bikin ji bo teatroya xwe bi awayekî resmî vekin. Werger çênedibû, bi me xweş nedihat. Em pê nerazî bûn. Rêjî jî tune ne. Piyesên kurdî tune, em çi bikin. Vir de wê de, em çûn. Em çi bikin? Wê demê, min jî kurte şano dinivîsîn. Min werger jî çê dikirin, dinivîsî jî. Got, “Ka were kurte şanoyên te bigihînin hev, em piyesekê çêkin.” Min got, “Na, ew çê nabin. Ya ewil kurte şanoyên min gelek tune ne, yên hene jî me lîstiye. Ya duda jî, di nava wan de gelek werger hene, wergerên ji Rûsî. Wê jî ez naxwazim. Ew jî nabe.” Lê em hatin wê nuxteyê ku, me got heger em tiştekî peyde nekin, em mecbûrin ku bi vî cûreyê bikin.

Vir de wê de, ji Ermenistanê bihîstin ku li Tilbîsê weke teatroya Kurdî ava bûye. Întelektûelên Ermenistanê gelekî dihatin Tilbîsê û diçûn. Merivên wan jî hebûn. Yek ji wan Eskerê Boyîk bû, nivîskarê Kurda ye, ji Ermenistanê. Xortekî hêja û delal bû. Wî piyêsa xwe, komêdiya xwe anî, bi navê Senco Qîza Xwe Dide Mêr. Êdî me negot erê yan na, me negot, çima yan çawa. Me piyêsa wî hilda di sala 1979a de. Me destpêkir li ser wê piyêsê xebitî. Me artîstên Kurd peyda kir, rol belav kir. Me dest bi xebata xwe kir. Di sala 1980ê, 30ê Gulanê de, me lîst. Salona ku em tê de dixebitîn ciyê 300-350 kesî hebû. Roja 30ê mehê weke 1500 temaşevan hat. Wisa qerebalixî hebû ku bilêt kê kirriye yan nekirriye ne diyar bû; ji xwe tê 1500 kesî çawa bikî. Ew dîrêktorê bînaya teatroyê gazî polîsan kir. Ne em bêjin ji bo mudaxaleyê, lê ji bo, Xwedê neke, heger bîna hilweşe yan tiştekî din, wê demê xelkê xelas bikin. Bi qasî 100-150 polîs hatibûn ji bo heger tiştek biqewime temaşevanan biparêzin. Neyse, salon tije bû. Me piyêsa xwe bi awayekî serfirazî pêşkêş kir. Gelekî hate ecibandin.

Bere bere, sal bi  sala em gihiştin wê derecê ku temaşevanê me êdî baş dihatin. Bi hurmet dihatin, êdî kincên xwe weke ku eydekê, cejnekê, baş li xwe dikirin. Êdî zarokên xwe dianîn. Êdî temaşevanên me li teatroya me xwedî derdiketin bi her awayî. Bi vî awayî me temaşevanên xwe çêkir. Weke 200-300 kesî temaşevanên me çêbû. Me bi vî awayî 13 salan xebatên xwe berdewam kir. Di nava wan 13 salan me 13 şano çêkir. Hinek tişt min tercume dikir, hinek tişt birayê Miraz tercume dikir. Miraz weke derhêner bû. Me muzîka xwe çêdikir, dêkora xwe çêdikir. Dekorê me Liyova yê Cindî, weke wênekêşekî profesyonal dixebitî û karê xwe gelekî baş jî dikir.

T1-1505-002

Em tevî koma xwe bi piyêsên xwe li gelek ciyan çûn tûrneyê. Em çûn Qirgizîstanê, Ermenistanê, bajarên Gurcistanê, Rûsyayê, Krasnodarê. Di sala 89a de em çûn Fransayê. Piştî ku sala 89a em ji Parîsê vegeriyan, tevlihevî kete teatroya me. Ez ji komê derketim, teatroya me bû du sê grûp. Tevî min pazdeh heval jî hatin. Me jî ji xwe re li Tilbîsê sînema-stûdiyo vekir, di sala 1989a de. Me got em li hemberî wê teatroyê weke alternatîvekê teatroyekê çênekin. Me got em ê li ser sînemayê bixebitin. Me ji xwe re komek ava kir, aparatorên xwe, çiqas me karîbû, kom kir. Du sê kamerayên sînema bi me re hebûn, wê çaxê hêj vîdeo tunebûn. Em bûn endamê Sînemavanên Amatûr ya Piştî Moskowê. Me hinek pêşkarên xwe jî hazir kir. Serwêrê stûdyoyên amatûr jî hate mêvanê me, me ziyaret kir. Paşî salek derbas bû, me dît ku sînema ji hêla aboriyê ne weke teatroyê ye. Ji ber ku ji her tiştî re pere lazim bû. Û ne pereyên hindik, pereyên mezin lazim bûn. Em dîsa vegeriyan ser karê teatroyê. Me li Tilbîsê teatroya bi navê Cegerxwîn vekir. Wê teatroyê heta 93a emir kir. Wê demê me çar şanoyên xwe hazir kir: Yên Xwedê Ji Wan Standî, Neferên Elewat, Hezar Guneh, Kurd û Tûtû, Berevok. Yanî pênc şeş şano me pêşkêşî temaşevanên xwe kir.

Mijarên piyêsên te bi taybetî li ser çi ye?

Mijarên piyesên min, bingehiya wan bi temamî li ser komêdiyê ava ye. Mijarên sosyal, jiyana sosyal, jiyana rojane, ne tiştekî zêde giran e, ne tiştekî fîlosofî ye, tiştekî hêsan e. Weke Tûtû, weke Xwezgînî. Ez dixwazim tiştekî hêsan bidim hildanê, ji bo bi hêsanî bê daqurtandin. Bi derbekê temaşevanan nexeniqînim. Ez li ser vê esasê xebitîm.

Wekî din komên Kurdî hebûn. Di semînerekê de, te behsa Teatroya Elegezê dikir.

Dikarim bibêjim, ku di nava dîroka Kurdên Soviyêtê de ewil Elegezê çanda taybetî, çanda teatroyê di nav me de pêş xist. Navê koma wan Teatroya Kurdî ya Elegezê yan jî Teatroya Kurdî ya Ermenistanê bû. Komek amator bûn, paşê ez dibêjim qey bûn teatroya dewletê, bi awayekî profesyonalî. Yanî bi awayekî resmî xebatên xwe dimeşandin. Bawer im, deh pazdeh salan berdewam kirin, paşî hilweşiya. Kalikê min, bavê min, apê min ji min re digotin, Teatra Elegezê hatiye Tilbîsê. Mem û Zîn aniye, Sîyabend û Xecê aniye. Ne tenê em bêjin, dê û bavê min, Kurdê me gişt. Kî li wê derê, wî çaxê hazir bûn, dihat bîra wan. Îcar digotin, cî tune bû em biketina û me temaşe bikira. Yanî tiştek, wek şoreşekê çêdibû nav wan de çaxa Teatra Elegezê bi lîstikên xwe dihat. Bawer im, ev teatro di salên 1920an yan jî 1930an de ava bibû. Ez baş nizanim bi rastî, lê di resmiyetê de jî min ev yek nedîtiye. Xebatên wan nebûye pirtûk, yanî tu belge tune li gorî tiştê zanim. Belkî di rojnameyan de hebe, lê encax kesek balkeşiya xwe bikişîne û here bikeve di nav arşîvan de bibîne, derxe holê.

Ev koma teatroyê bingeha xwe klasîkên Kurdî dilîstin. Çima klasîk? Çunkî ji ser wergerê dixebitîn. Werger ji Ermenîkî dikirin. Çima wisa dikirin? Çunkî dramaturgê Kurd wê demê jî tune bûn. Klasîkên folklora Kurdî hildibijartin, mîna Xal û Xarzî, Xecê û Siyabend, Memê û Eyşê, Mem û Zîn. Derhinêrên wan Ermenî bûn. Zimanê teatroyê, yê ser sehneyê Kurdî bû, lê wextê provayê, xebatên wan bi zimanê Ermenîkî bû. Helbet ji ber ku derhinêrên wan Ermenî bûn, zêdetir hewa çanda Ermenî dida rengê şanoya wan, xebatên wan.

Berî hilweşîna Soviyêtê û piştî wê, di rewşa teatroyê de, bi taybetî jî ya Kurdî çi hate guhertin? Di heyama Gorbaçov de rewşa teatroyê ber bi çi ve çû?

Ya rastî, piştî Soviyêt hilweşiya, rewşa teatroya me xerab bû. Li her derê teatro belav bûn; yên Rûsa, yên Gurca, yên Ermeniyan, yên Azeriyan, gişt sekinîn, paralîze bûn. Demek hebû me got li Soviyêtê êdî teatro mir. Demek kin bû lê fikrek wîsa bû. Ew bîna û salonên teatroyan dihatin firotin, heta kulav dihatin firotin. Teatro kirin bazar. Ne tenê teatro, her der kirin bazar. Teatroya dewletê ku ewqasî mezin bû dimir, helbet em jî belav bûn. Me nikarîbû debara xwe êdî bikira. Di salên 91 û 92a de li her derê birçîbûneke mezin hebû. Ez di 1993a de hatim Stenbolê. Me got belkî Kurdên vir alîkariya me bikin. Lê me dît ku halê wan ji yê me xerabtir e.

Di dema sîstêma Soviyêtê de kesekî zorê li me nedikir. Me propagandaya karê xwe dikir, ya Kurdîtiya xwe dikir, ya zimanê xwe, alfabeya xwe û folklora xwe dikir. Kesekî jî tiştek ji me re nedigot. Lê helbet divê te bi zimanê rejîma sosyalîzmê xeber bida, bi qeydên wê. Lê propagandaya wan rasterast tune bû. Yanî em bêjin, li ser sehnê me bigota bijî Lenîn bijî Stalîn… Na, tiştek wisa tune bû. Tu serbest î, çi dixwazî bibêjî. Lê tenê propagandaya kapîtalîzmê neke, ya împêryalîzmê neke. Mesele, em bêjin me piyêsên Ermen, Gurc yan jî Azeriyan digirt. Kê biçûya pirtûkek bigirta, dikarîbû bê îzin li ser wê bixebitiya. Kesekî nikaribû bigota “Way ev pirtûka min e, tu çawa bê îzina min hildidî?” Na, tiştekî wisa li Soviyêtê tune bû. Li Soviyêtê tiştek heger derket, bû pirtûk, wê demê êdî ya herkesî ye. Ez serbest dikarim hildim û daynim ser sehneyê. Lê gava Soviyêt hilweşiya û 15 dewletên cihê derket holê, êdî hemû sîstêm hate guhertin. Êdî ji bo vî karî divê tu pere bidî.

Em dizanin ku kevneşopa teatroya Rûsan pir xurt e. Li gorî te kîjan şanoger, dramatûrg û nivîskar girîng in? Li ser teatroya we zêdetir kî xwedî têsîr e? We li gorî kîjan rê û rêbazan şanoya xwe dihanî ser sehneyê?

Stanîslavskîy, Nêmîrovîç-Dançênko, Mêyêrhold xwediyê tesîrek mezin in, heta îro jî. Helbet, em di bin tesîra dibistana Rûsa de man. Ne tenê em, lê Gurc jî, Ermenî jî, Azerî jî. Bertolt Brecht û Bernard Shaw jî xwediyê tesîrek mezin in. Lê teatroya me bi xwe zêdetir di bin bandora sîstêma Stanîslavskîy de ye. Ez sîstêmeke din ji ya wî pêşketî ne nas dikim û ne jî dixwazim ji sînorê wê derkevim.

Gelek spas…

Yorum


işlemi tamamlayınız: