Şanoya Bajer a Amedê: Em Ji Pêşeroja Şanoya Kurdan Hevîdarin

Mimesis Söyleşi/ Şanoya Bajer a Amedê (Diyarbakır Şehir Tiyatrosu)

Wek hemî saziyên kurdan hemî şanoyên kurdan jî bi bandor û zora rejîma dewletan  avabiye an jî helweşîyane. Sazîyên Kurdan yên hunerî û çandî gelek caran saziyên sîyasî zehftir li bin tundiyên rejîman de mane. Kengê Kurd di hêla sîyasî de xwedan hêz bûne şanoya Kurdan jî pêş de çûye.

Şanoya Bajêr a Amedê sala 1990’an de jî dorhêleke polîtîk de avabiye. Demeke dirêj bi tirkî lîstikan dilîzin. Demekî jî tirki û kurdî tevahî dilîzin. Demeke dirêje jî kurdî lîstikan tînin li ser sehnê. Sala 2016’an de dema qayûm tê li ser Şarederîya Amedê xebatên şanoyê diqede. Kedkarên şanoyê di vir şûnde wek şanogerên taybet rêya xwe berdewam dikin. Li koma şanoyê de aniha yek derhêner, yek teknîk, du dramaturg û yanzdeh kes jî lîstikvan xebatên xwe berdewam dikin. Ji bo roportaja me çar heval; Berfin Emektar, Ruknettin Gün, Özcan Ateş û Yavuz Akkuzu yê pirsen me bibersivînin.

Merheba ji we re. Ji bo xwendevanên me, hûn dikarin xwe bi kurtasî bidin nasîn? Şanoya Amedê kengî hate avakirin û niha di çi rewşê de ye?

Şanoya Bajer a Amedê: Şanoya Bajer a Amedê sala 1990 tè avakirin. Kadroyeka berfireh dest xebata Şanoyê dike. Heta sala 94’a gelek lîstika ji bo zaroka û ji bo  mezina derxin û gelek jî festîval ava dikin. Sala 94’a Şaredarî dikeve deste Partîya Refahê serokê Şaredarîyê Ahmet Bîlgîn şanoyê sala 95’a digre û xebatkarê şanoyê beşin cûda ava dikin. Heta sala 99’a bi vî avahî berdewam dike. Sala 99’an de Partîya HADEP tê ser Şaredarîyê. Koma belabîye dîsa tine bamhev û dîsa dest xebatê dikin. Şanoya Bajêr sala 2003’yan de cara yekemin lîstika Kurdî xiste repertuare xwe. Lîstika Murathan Mungan Tazîye tê lîstin. Kurdî nave lîstikê Hewarî bu. Piştî 2003’an de şûnde heta 2009’a her sal lîstika tirkî re tevayî lîstikeke kurdî derxist pêşberî temaşevanan. 2009’an de şûnda lîstikên şanoya bajarê gişt kurdî bû. 2011’an şûnde Baveyî Fermî hat avakirin. Heta 2016 a de. Piştî wî jî qayum hat ser şaredarîyê û kadroya şanoyê hemû kâr derxistin. Piştî wê jî em derbazî cîhekî nû bûn. Şunda me şano berdavamkir. Sibata 2017’an de şano başêr wek şanoya serbixwe hat avakirin. Şanoya Amed le xwe wek şanoyeka taybet berdawemdike. Derfetê gele kêm kadroya xwe nêzî sedî heyştê parast. Repertuare xwe de jî nîtelika xwe ne xist. Pazdeh kes wê dere a niha şanoyê berdavem dike. Du festîvale mezin hate ava kirin. Xeynî wê zevî turne bajarê Îstenbolê û bajarê Tûrkîyeyê din berdavem dike.

Di repertuara  we de kêjan lîstik hene? Hûn dixwazin di vê salê de bi hev re çend  lîstikan bînin li ser dîkê?

Şanoya Bajer a Amedê: Niha lîstika me ya Tartuffe heye em wê dilîzin. Em di nav hevdaneke din dane. Di nav derfetê şaredarîyê de me sala 2014’an de Mem û Zîn lîstibû. Em dixwazin dîsa wê lîstikê çê bikin lê qonaxekî de derxin pêşberî temaşevanan. Xeynî wê em her sal repertuara xwe de çar lîstika digrin. Lê belkê lîstika me yên par Hesap Nayên Dayîn, Qirix, Dawîya Dawî hê jî temaşevanên wan lîstikan hene û em dixwazin wan lîstika li repertuara xwe de bigrin. Em di nava salê de dem dem wan lîstikanan jî dilîzin. Lê niha bêtir lîstaka me ya sala 2016’an de me lîstibû a nave wê Bûn An  Jî Nebûn, me demeke kurt de lîstibû… Ji bo qadroya me zor e lê em dixwazin îsal wê derxin pêşberî temaşevanan. Em xeynî wê ji bo zarokan her sal lîstikên zarokan em di repertûvare xwe de digrin. Wek Keçelok wek Masî Reşka Piçûk. Repertuare me wî rengîye.

Ez dizanim ku Tartuffe lîstika we ya nû ye. Çima Molîêre û çima Tartuffe?

Şanoya Bajer a Amedê: Mijara Tartuffe hem ji bo Tirkiyeyê hem ji bo Kurdîstanê gelek girînge, mesala olê gelek girînge. Xuyeye ji alîyê siyasetmendaran û ji alîyê dagirkeriyê gelek tên bikaranîn. Ji bo wê me ew lîstik hilbijart. Em bêjin profîla bav çawa ol bikartîne malbatekî xera dike! Wek Tirkiyeyê çawa bavek(kesek) lê ser malê milkên li devletê rûnişt û çawa welatekî sedî pêncî pêncî bike dû perçe. Ew lîstik gelek dişibe rewşa Turkiyeyê. Mesela ol li Kurdistanê, li Tirkiyeyê zefhtir tê karanîn. Em bêjin jenerasyona bav û kalên me ew zêdetir lê ser wê mesela ol disekinîn û li ser jinan hukmeke mezin çêdikirin û lê ser jenerasyona nû hukmeke pir dişwar danibûn ortê. Ji ber wê jî em bejin ciwan wek  fikreke nû dernakevin ortê. Em bêjin Turkiyeyê laîk çawane? Clêante yekî laîke bi cesaret nikare hemberî olê derkeve. Ji bo wê jî loma devlet kete deste yekî oldar. Me  jî xwest rewşa Turkiyeyê wek xwastina Molîêre biken û bi henek bînin pêşberî gel. Molîêre dema ew lîstik nivîsîye xwestîye ku em bûrjûvayan bikenin û oldarên sextekar bikenin.

We ev lîstik (Tartuffe) di çiqas wextî de amade kir? Hûn dikarin hinekî behsa pêvajoya derxistina lîstikê bikin?

Şanoya Bajer a Amedê: Berê xebata lîstika me ya Tartuffe, me Boğaziçi Gösteri Sanatları Topluluğu(BGST)’de bi du hevala re xebatake Atölye Molîêre pêk anî. Özgür Eren û Duygu Dalyanoğlu re tevayî li ser diramatûjîya Tartuffe û li ser lîstikvantîyê me sê roj Atölyek çêkir. Xeynî wê wergera Yakup Karademîr me re zor hat hinekî. Ji bo wê jî hewalên me Özcan û Ruknettîn û Şexmus Sefer gelekî li ser wergerê sekinîn. Xeynî wê îsal hevalên nû jî li tevî koma me bûn. Em bi wan re tikilîbûn.  Em dukarin bêjin giştî di du mehan de me ev lîstik amadekir.

Hûn vê lîstikê pirtirîn li Amedê û bajarên derdora wê dilîzin. Vê dawiyê jî li bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîrê we lîst. Heta niha reaksiyonên temaşevanan ji bo lîstikê çawane?

Şanoya Bajer a Amedê: Em dixwazin lîstêkên xwe bibin li hemû deran. Lê niha ji bo şertên ne baş em nikarin zêde lîstikan bibin bajarên din. Hem ji bo şertin aborî hem jî ji bo sehneyan mixabin em pir pirsgirêkan dijîn. Mixabin zehfî bajarên Kurdîstanê sehne tunene. Bajarên sehneyên wan hene jî pirî di destê qayûman de ye. Bajarên Tirkiyeyê jî kuderê sehnê me re vekin em dixwazin herin wir. Em heta niha çûne Enqerê, Stenbolê û Îzmîrê. Li pêşîya me Edene heye. Em demeke dirêje li nav karê şanoyê de ne. Em dikarin bêjin temaşevan zêde reaqsîyon nîşandan li lîstika Tartuffe re. Eyvana me çiqas piçûke jî her dem eywan tijî dibe. Gelek caran beriya destpê bike cî namîne. Ne tenê Amedê em çûne kuderê wîsa bû. Ez difikirim mijara Tartuffe balkêşe ji bo wê eleqeya temaşewanan a zêde. Molîêre ev lîstik sêsed û pêncî sal berê nivîsîye. Lê îro hê jî lîstikeke rojaneye. Lîstikên li ser gel hatine nivîsandin li ser oldarîyê hatine nivîsandin bala gel dikişîne. Di bin navê oldarîyê de gel zehf hatiye xapandin. Ji bo wê pir bala gel dikişîne.

Ez texmin dikim ku dê ev lîstik gelek cara were lîstin. Heta niha we çend caran Tartuffe lîst û hûn dixwazin çend carên din jî bilîzin?

Şanoya Bajer a Amedê: Turneya tevayî me sî û pênc lîstik danî li ser sehneyê. Bi vê eleqeya temaşevanan emê hê jî bilîzin.

Di lîstika Tartuffê de me hin lîstikvanên nû jî li ser dîkê dît û bi performansên xwe jî pir serkeftî  bûn.  Bi wan lîstikvanên nû re hûn çiqas demê tev şixulîn?

Şanoya Bajer a Amedê: Ew hevalên civanên lîstika Tartuffe de cî digrin ewana xwendevanên beşa Şanoya Konservatuara Aram Tîgranên. Ew konservatuar sala 2011’an de hat avakirin. Bi taybetî beşa muzîkê, beşa sînemayê û beşa şanoyê de perwerde dahate dayîn. Ew perwerdehî du sala berdevam dikir. Piştî wan du salan salekê jî wek stajer dixebîtîn di nav şanoyê de. Ji bin banê Şaredarîya Qayapinarê de Akademîya Cigerxwîn de jî şano hebû. Ew hewalên civan hem Konservatuara Aram Tîgran û hem jî Akademîya Cigerxwîn mezûn bûne ew bi du salan jî ji bi koma me re didomînin. Em dikarin bêjin li gorî mezinahiya rola wan di wê lîstikê de yekem car derketine li ser sehneyê ji Şanoya Şeredarîya Amedê re di nav performanseke ha de cî digrin. Em wan re du mehan derketin provayê. Bi rastî me jî hêvî ne dikir ew qas bi serkevin. Gava cara yekemin lîstik hat lîstin me reaqsîyona temaşavanan dît em iqna bûn ku gelek serkevtîne. Em hêvîdikin di pêşerojede jî yê karê şanoyê bidomînîn û nav karê cuda de tecrûbeyên nû destbixin.

Ji bo kesên ku bixwazin tevlî xebatên we bibin şert û mercên we hene û çine?

Şanoya Bajer a Amedê: Dema ku qayûm nehatibû li ser şarederîyê şertên me  ên em lîstikvanan bibijêrin ew bû ku li Akademîya Cîgerxwîn û Konservatuara Aram Tîgran re derbazbûne. Ewil heq a wan bû. Me vîsa biryar dabû. Lê ew nayê maneya ku em ên derveyên wan re girtîne. Yên li derve tên divê ewil kurdîya wan baş be û şanoyê de hinek tercûbeya wan hebe. Lê nihêrandina dinê û bi fikra komê çawaye dive ev jî nêzîkî komê be. Gava em şaredarîyê bûn derde me yê yekemîn ‘kom mezin be kom fireh be’. Salê du lîstikan bi hev re tevayî derxin. Lê îro ji bo komeke taybet, kom çiqasî fireh be pirsgirêkên wê jî zidetir dibin. Aniha ji bo eywaneke bi heyştê kesan tê dagirîn ji bo lîstikekî em tenê çar kes dikarin bilîzin û kêmasî jî çênabe. Ji xwendevanan aniha çar û pênç kes nû tevî me bûne. Aniha di van şertan de ev hejmar ji bo komê bese e jî û zidetire jî. Ji bo peşerojê û heger derfetên mezin bikeve destên mirov hewceye ku bi berfirehtîyek mezin  û şert û mercên wê ji lazim in ji xwe me anî ziman.

Ez dixwazim em hinekî jî qala şanoya Kurdî bikin. Li gorî we, îro rewşa şanoya Kurdî çawa ye? Hûn huner û şanoya Kurdî di pêş de çawa dibînin?

Şanoya Bajer a Amedê: Revşa Şanoya Kûrdî ya îro em dikarin bêjin hewdanek heye. Hê jî her sal lîstik derdikevin. Lê Şanoya Bajare Amedê her sal repertuaverekî ava dike. Em bêjin li Wanê Tiyatroya Mengel heye û nû avabûye û lîstikên nû derdixin. Stenbolê Tiyatroya Jîyana Nû heye. Ew xwe jî sala 1990’an de avabûye û her tim lîstikên kûrdî derdixin. Xeynî wê Stenbole Şermola Performans heye û Tiyatroya Sî heye. Li Batmanê Tiyatroyâ Rîtûel, Tiyatroya Aram û Tiyatroya Tov heye. Îro jî em tiştê dibinin bê derfetbûn heye. Em bêjin em gelek bajaran sehneyan nabînin. Gelek caran jî sehne têne qedexe kirin. Prodîksîyona şanoya kurdî sahneyan nabîne û nagihêje temaşevanan. Em dikarin bêjin rewşa şanoya kurdî kingê derfet dîtibe pêş de çûye. Kurdistana Başûr dema şer disekine şano û hûner gelek pêş de diçe. Dema şer destpêdike gel dikişe çîyayan. Dema Mehabadê jî dewlet ava dibe gelek şano ava dibin, wexta dewlet tê hilweşandin şano jî hemû tên girtên. Li Sowyetê jî wîsa bû. Gelek şano Gurcîstanê û Ermenîstanê hebûn û dema Sowyet hilweşîya û ev deran jî hemû ji dest çûn. Aniha mixabin ev rewşa Tirkiyeyê jî wîsaye. Em dikarin bêjin mesele gelekî girêdayî şer û sîyasetêye. Waxtê şer û sîyaset hemberî aşîtîyê diçe şano zêde dibe, wextê şer destpêdike şano an tê girtin an kadkerên şanoyê û lîstikvanên şanoyê devjêberdidin. Şanoya kurdî di wê alîyê de mixabin hinekî qels bûye.

Tiştekî din heye ku hûn dixwazin lê zêde bikin?

Şanoya Bajer a Amedê: Ji bo pêşerojê em berxwedidin. Mixabin li ser şer û sîyasetê em ser pêşerojê nikarin tiştekî jî bêjin. Tişt çêdibin û tişt xera dibin. Ji bo wê jî em nikarin tiştek bêjin ji bo pêşerojê. Tiştên baş jî dibin. Eleqeya gel a şanoyê heye. Min qurs vekir û bîst û pênç kes serî lê da. Lê ev ji bo pêşeroja şanoya kurd çî ye em nizanin. Sala 2005’a di vir de hezaran temaşevan dihatin lîstika me. Aniha hezaran na çar hezar an pênc hezar kes  tênê  lîstika me û me dişopînin. Li gor demên çûyîn gel bêhtir eleqeder dibin ji şanoyê re. Ne tenê li vir li Ewropayê jî wîsa ji me tê xuya. Ev ji bo pêşerojê hêvîyekê dide me. Li pê komekê şano pêşnakeve. Kingê komên şanoyê zidebin pêşeroja şanoya Kûrd ji hîn yê pêş de here. Em wê hêvîdariyê röportajê xilas dikin. Spas ji we re.

Hüseyin Erdoğdu/Mimesis

Yorum


işlemi tamamlayınız: