Çûyîna Moskowê

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

“Çi bû wê çaxê bû mîrê min”

Hesenê Metê (Epîlog)

Di 20ê nîsanê de em bi lîstika xwe ya “Hirç û Xwezgînî” çûne Moskowê û me di 21ê nîsanê de, li Teatra Jar-Ptîsa lîstika xwe raxiste ser sehnê. Ji ber ku lîstika Anton Çêxov bû di serî de ez ditirsiyam, ka bê temaşevanên Kurdî yên Moskowê wê biecibînin yan na? Min van pirsan li xwe dikir, lê haya min ji hunera min hebû û ez ji nava xwe têr bûm. Ne ku lîstika min e û ez tê de dilîzim; temaşevanên me ji lîstikê hez kirin.

 Navdariya Çêxov li cîhanê bela bûye û ne hewcê pesndayinê ye. Lîstikên wî ji bo me rîskek mezin bû. Ji ber ku heta niha lîstikên wî bi Kurdî nehatine ser sehnê û wek mînakek li ber çavên me  tunebûn. Min lîstikên wî yên bi Tirkî û li ser înternetê jî bi Îngilîzî temaşe kiriye û xwendiye. Lê ez bi hêsanî dikarim bêjim; nivîskarek beyanî encax ewqas dikare li Kurdî li hev bê. Balkêşiya karakterên wî û di nav lîstikên wî de lîstikên veşartî (Ku bê ferqkirin û derkeve holê) hêza wî xurttir dike.

 Dema em tevî dekor û kostumên xwe çûn “Teatra Jar-Ptîsa”, (Teatra Sîmûrg) nehîştin em bi solên xwe yên derve derkevin ser sehnê. Me bi ya wan kir û em pêxwas derketin ser sehnê heta ku me sol û gîzmeyên ku em di lîstikê de li xwe dikin, me ji valêzan derxist. Ji xeynê lîstikvana me Dawn, tu kesî bi Rûsî nizanibû, lê paşê mamoste Şalîko Bêkes bi hewara me de hate û gote; “Stanîslavskî şanoyê pîroz û ser sehnê jî cihekî pîrozî dîtiye ku ew toz û qirêja derve neyê ser sehnê. Loma naxwazin hun jî bi solên xwe yên derve bên ser sehnê.” Piştê van gotinan ew xerîbî û xemgîniya min li ser rûyê min firiya û me dest bi haziriya lîstika xwe kir.

 Bê tefaq û bela lîstik xelas bû û ji reaksiyanên temaşevanan diyar bû ku “Hirç û Xwezgînî’yê” ecibandibûn. Me li kûlîsê kostumên xwe ji xwe dikir, mamostê hêja Şalîko Bêkes, bi kêfxweşiyek mezin hate me yek bi yek hemêz kir û gote; “zû werin temaşevan li hêviya we ne.”

Temaşevanên me jî piranî Kurdên Sovyetê bûn. Çend ji temaşevanan, şanogerên Rûs jî hebûn di nav wan de. Wek ku em ji Kurdistanê hatibûn û ew jî li xeribiyê. Welê kêfxweşiyê xwe ji me re parve dikirin. Lê ne wusa bû. Em jî ji xerîbiyê ji Stenbolê çûbûn wê derê.

Wek ku mamoste Şalîko Bêkes gote; “Şanoya Kurdî êdî ne kêmî şanoya cîhanê ye û wê xurttir û navdartir bibe.” Di wê gavê de baweriyek xurt li min peyda bû ku ez di nav xebateke çawa de me. Ku mirov hay ji xwe û hunera xwe hebe û qîmeta hunera te hebe, zêdetir mirov xwe lê asê dike. Ez nabêjim bila hinek pesnê me bidin û me bilind bikin. Lê şano dema qîmet û temaşevan nebîne, wê bicehime hare û birize di nav xwe de.

 Keda şanogerên Kurd divê bê dîtin. Temaşevanên Kurdî yên sereke divê, hunermend nivîskar û muzîkjenên Kurdan bin. Ez vêya ne ku ji bo temaşevanên me zêde bin dibêjim. Ji bo hunera xwe xurttir û ramanên xwe geştir bikin, ev ji bo wan pêwîst e. Ji bo xurtbûna şanoya Kurdî, nivîskar û muzîkjen dikarin serê xwe pê bihêşînin. Dibe ku gotinên min li hewayê bên dîtin! Lê ez di vê baweriyê de me û ez bawer im ew jî bi vê yekê dizanin, lê li hesabê wan nayê û xwe ji me dûr dixin. Heta em “îlerî gelenekî” (Nivîskar û Hunermend) vexwînin ku lîstika me temaşe bike, îmana  me diçikînin. Min destên xwe ji alîkariya wan şûştiye. Bi sedan muzîkjenên me hene lê em nikarin muzîkên lîstika xwe bi wan bidine çêkirin. Pozbilindî bûye êşekî û di nava wan de digere. Helbet herkes ji wan ne wusa ne. Di nav nivîskaran de jî û di nav mûzîkjenan de jî merivên maqûl û hêja gelek in. Lê ew hêjabûn û maqûlbûna wan, tenê ji bo hunera wan e. Gotina min ev e ku divê nivîskar pirtûkên xwe bi zorê bi şanogeran bide xwendin û hez neke jî bê lîstikên wan temaşe bike. Mûzîkjen muzîka xwe bi wan bidine gotarîkirin û têkiliyeke ku hay ji hev hebin, bê ka çi diqewime çi dibe di hunera Kurdî de. Ruheke netewî tune be, alîkariyeke ku kêmasiyên hev ji hev re bêjin tunebe wê hunera Kurdî zûtir pêş nekeve.

 Dibe ku hin kes bêjin; têkilî di nava we şanogeran de tuneye, çawa bi me re çê bibe?

Rast e ez nabêjim bi hev re dixebitin û xebatên hevpar dikin. Lê em hay ji hunara hev in. Tu kes nikare bêje hûn hev nas nakin. Pirseke weha bê, ez ê li ser vê meselê jî binivîsim.

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Baran Demir

Yanıtla