Festîvala Bi Lîstikekê

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Baran Demir

Di 26ê nîsana ku derbas bû de, “Festîvala Şanoyê Ya Amedê” bi lîstika “Jina Wê  Malê” dest pê kir û festîval bi wê lîstike dawî bû.   Ji hevoka jor, we tirê ku lîstik du car hate lîstin ne wisa? Na! We baş  bala xwe nedaye hevokê. Ez ji we re dîsan dûbare bikim:  “Festîvala Şanoyê Ya Amedê” bi lîstika “Jina Wê  Malê” dest pê kir û festîval piştê wê lîstike betal bû.  Ev pirsa jorê ku min li we kiribû, çiqas avangard bû û têsîr li we kir nizanim, lê têsîra betalbûna festîvalê li min wiha bû; wek ava sar ku bi serê min de bê xwarê û spî-sar bûm.

Ev festîval, wê îsal dûyemîn bûna û naveroka xwe jî xurt bû bi hatina şanoyan. Ji xeynî Şanoyên diyasporayê, ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî komên şanoyan hatibûn, ji bo lîstikên xwe li Amedê raxin ser sehnê. (Ûrmiyê, Dûhok, Hewlêr û silêmanî)  Li gorî rîsaleya “2. Festîvala Şanoyê ya Amedê” wê 18 lîstik beşdar bibûna û ji van lîstikan 3 lîstikên bi Tirkî jî hebûn. Li gorî roja yekem heta dawiyê, raxistina lîstikan a ser sehnê ev in;  Jina Wê Malê,  Cîran (Koma Şanoyê-Ûrmiye), Cerb (Teatra Destar-Stenbol), Palyaçoyê Winda (Şanoya Bajêr a Amedê-Lîstika Zarokan), Ay Carmela (Teatra Seyr-î Mesel-Stenbol), Şeva Kujeka (Koma Şanoya Şoreşvan-Dûhok), Xewna Azadiyê (Teatra Mîtanî-Mêrdîn), Sayê Moru (Teatra Seyr-î Mesel-Stenbol), Di Nava Dûnikan De (Navenda Çandê ya Biharê-Êlih), Önce Bir Boşluk Oldu (Talimhane Tiyatrosu, bi Tirkî-Stenbol), Daf (Teatra Avesta-Stenbol), Daweta Xwînî (Şanoya Bajêr a Amedê), Hamlet (Şanoya Bajêr a Amedê), Pîlan Komeleya Hunerên Xweşik a Kurd-Silêmanî), Kadınlar Aşklar Şarkılar (Domus Sanat Çiftliği, bi Tirkî-Enqere), Defirê û Nefirê (Şanoya Hewlêrê), Hirç û Xwezgînî (Teatra Sî-Stenbol), Ne Ala Temaşa (İstanbulimpro, bi Tirkî-Stenbol).  (Min derhêneriya lîstika “Hirç û Xwezgînî” kiriye û ez tê de jî dilîzim.

Îcar ne heyfa van lîstikan bû? Ne heyfa temaşevanên Amedê bû? Hûn ê bêjin, “belê rast e heyf bûye”! Lê wê çi bê guhertin? Ne tiştek! Belkî hinek ji we bêjin; “Yê çû nede dû” Ev gotinên pêşiyan jî nebûna, me yê xwe bi çi îfade bikirana… Nizanim. Tiştê ku min zanibû, ew lîstikên ku hatibûn wê ji temaşevanan re bihatana lîstin û min bi xwe jî, ji wan re got ku bila ne wek festîval wek “Rojên Şanoyê” bidome.

Aniha hûn sedemên betalbûna festîvalê miraq dikin ne wisa? Ez jî nizanim! Ji bo betalbûnê tiştên ku ji me re gotin ev bûn: ” Problemek di navbera Şîrketa (kompanî) ku Festîvalê organîze dike û Şaredariya Amedê a Mezin de derket û Şaredariya Amedê a Mezin festîvalê betal kir” We tiştek jê fêm kir? Ne bawer im! Lê tiştên ku min ji vê hevokê fêm kiriye ez ê ji we re bi zelalî binivisînim. Şîrketa ku organîze dike HYS (Her Yerde Sanat-Li her derê Huner) ye û HYS ji bo komên şanoyên derve: “Her Yerde Sorun” (Li her derê Problem) tê xwendin.

Em hinekî bala xwe bidine pêdiviya şanoyê di vê demê de, ji bo Kurdan çi ye? Pêdiviya herî girîng ji bo ziman e. Dema ku ziman ber bi tunebûnê ve biçe, şano hêz dide ziman û wêjeyê. Lê ne tenê zimanê xwerû, zimanê sehnê û çanda ziman jî xurt dike.  Şano, kêmasiyên civakê dide ber çav. Şano, azadiya ramanan e. Dema raman ji terka derî be, şano ew derî vedike. Kî dikare bibêje pêdiviya Kurdan bi şanoyê tuneye? Helbet kes nikare bêje. Hûnê bêjin; “helbet bê şano nabe…”  Pirseke min heye: Hûn ji bo Şanoya Kurdî çi dikin?

Di şerê cîhanê yê 2. de, dema Cermen (Alman) ji şer derketin, bajarên wan xan-xerabe bûn. Welatê wan kambax bû. (Aniha ji fîlmên ku li ser cihûyan hatine kişandin hûn jî dizanin) Zanayên wan gotin; “Niha lazmatiya me bi du tiştan heye. 1. ji bo ku em nan bipêjin û zikê xwe têr bikin, firneyan lê bikin. 2. ji bo ku em pêş bikevin em ê şanoyan ava bikin.” Camêran herduyan jî kirin û ji xwe ne lazim e ez ji we re qala Elmanya yê bikim!

Jina Wê Malê

Lîstika bi navê “jina wê malê” ya Dario fo û Franca Rame ye. (Franca Rame jina Dario fo bû û heyvek berê çû ser dilovaniya xwe) Derhêneriya lîstikê jî, Karin Baystrand kiriye. Telar Hîranî jî, lîstikê bi performanseke hêja raxiste ser sehnê .

Ev lîstika Dario Fo û Franca Rame, nav daye hemû cîhanê û ez dikarim bêjim tenê bi Kurdî nehatibû lîstin. (wekî Lîstikên Anton Çêxov) Derdê Lîstikê bindestiya jînê ye û daxwaza xelasbûna ji bindestiya mêr û civakê ye. Karakter di vê lêgerîna azadiya xwe de carinan li pey metodên bê hawa dikeve û carinan jî rêya xwe dibîne, diparêze. Komedî û trajediya jineke navsere ku bi zarok û mêrê xwe re dijî, ji xwe Kuştinê heta şêt bûna wê, bi alîkariya teknîkên Commedia dell’Arte li ser sehnê xurt kiriye. Evîndarê mamosteyê xwe yê îngilîzî dibe û pê re radibe, rûdinê. Ev sehnê, bi kurtikê spî yê mamoste di mileke xwe re dike û mamoste jî tîne ser sehnê. Tevê hereketên cinsî, zilaman li bin goyê erdê dixe û hemû mêr jî pê dikenin wek ku henek be!

Dekor û kostûmên sehnê têra xwe tên bikaranîn. Bi kabloyê bihîstokê xwe bi destê xwe dixeniqîne. Ronahî ditefin, pê dikevin û lîstikvan lîstikê didomîne, pirsan li temaşevanan dike û temaşevanan dikşîne nav lîstikê. Yek ji wan pirsan ev bû: “Te vîdeoyê porno temaşe kiriye?” Têsîra li temaşevan ber bi çav bû û ji bo vê performans û wêrekiya Telar Hîranî  wek lîstikvan serkeftineke hêja bû…

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Baran Demir

1 Yorum

  1. aydın öztürk Tarih:

    Nivîsekî xweş lê feqet, ji bo hal ê festival ê u temaşavan ên Amed ê u ji bo Şaredara Mezin tişteki pir nexweş!!Pir eyb pir..

Yanıtla