Çanda Doman û Koçekî: Hevpeyvîn Li gel Halil Aygün

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Söyleşiyi Yapan: Vedat Yıldırım

Xwînerên hêja, belgedanka me ya li ser Koçek’an berdewam dike. Vê çare jî  me li gel Halil Aygün li ser çanda Dom’an hevpeyvînek çêkir. Ji berk ku Dom’an bandorek gelek mezin li ser müzik û dîlanên Kurdan dane. Kerem kin em binerin ka ev têkilî bi çi awayî derketî holê.

Merhaba tu bi xêr hatî, em te nas bikin…

Merheba navê min Halil, paşnavê min Aygün e. Ez bi eslê xwe ji Midyadê me , ji Behwarê me.

Tu ji Tora ne?

Erê, di 2011an de me dest bi Belgefîlma Dom’ê kir. Li ser Dom’an yên Nisêbînê.. Nêzî heşt meh û nîvî berdewam kir. Belgefîlm bêhtir bingeha wê muzîk bû. Bes wekî din li ser çand û hunerê hinek jî jîyana wan a Nisêbînê çawa derbas dibe. Bingeha belgefîlmê ev bû.

Tu çi karî dikî?

Ez bi xwe belgefîlman dikişînim.

Belgefîlman dikişînî, te xwendiye yan?

Min li Zanîngeha Erciyesê çar salan xwend.

Beşa te çi bû?

Beşa min Radyo-Sinema Televizyon bû. Di 2011an de me dest bi Belgefîlma Dom’ê kir hema bibêje me di 2012an de qedand tevî montaja wê û xistina kurguyê. Piştî wê şand, nêzî 450 festîvalan gerîya. Ez bibêjim tevî plaketan nêzî 60 xelatan stend. Niha di Tirkiyeyê de jî yekemîn e di nav ên ku herî xelat stendine de. Di nav literatura tirkî de jî wisa ye.

Min jî temaşe kir.

Wê çaxê derfetên me jî nîn bûn. Çîrokeke din di vir de heye, dema em gihîştin hevdû em çar heval bûn li zanîngehê. Me got her yek ji me, dê hinek pere veşêre ji bo ku em ji xwe re pê kamerayekê bistînin pê fîlman bikişînin. Gotin; ma kî yê bikişîne kî yê kamerayê bi kar bîne? Min got, ez ê bi kar bînim. Kêfa min gelekî ji kamerayê re tê. Min gelekî pere xerc dikir, ez digerim tim digerim bajar bi bajar û li gundan digerim. Di zanîngehê de jî berî zanîngehê jî ez digerîyam. Wê çaxê min got, pere lazim e ji min re. Diya min got; welle ez ê bazinekî xwe bifiroşim. Bazinekî xwe firot, hevalan pere kom kirin me kamerayek stend. Projeya Dom’ê min ji hevalan re jî got, kêfa wan jî hat bi rastî. Pêşî weka dîmenan dest pê kir yanî bi fotografan.. Çîroka wê jî çawa çêbû? Dema çûm Nisêbînê, dizanî sê meh navber heye di zanîngehê de. Pola yekemîn bû vegerim Nisêbînê çûm ba pirîka xwe yanî diya min.. Pîrika min got; welleh ‘’Zimanekî Dom’an’’ heye, ma haya te jê heye tu van tiştan lêkolîn dikî? Dema tên Nisêbînê parsê dikin li gundan.

Çi dikin?

Parsê, parsektîyê yanî dilencitîyê.. Pîrika min: ‘’ Di nav xwe da bi zimanekî xeber didin.’’ Dema salên 80-90î  de yê ku rewşa wan baş bûn bi muzîkê re mijul dibûn. Ew jî çawa bû, li cem axayekî li cem begekî îş dikirin wek dengbêjan. Wek Mirado, Silêmanê Dengizî, Elîyê Mala Ûnis… Di wê serdemê de gelek , weka Ehmedê Fafî gelek dengbêj hebûn li ser kemançê bûn. Mesela ew jî çawa, ekolek bû belkî ji te re bibe mînak. Dema ku solîstek diçe sehnê li deverekê em bêjin berî ku herê. Em bêjin Mirado diçe gundekî berî Mirado amê wî hebûn. Yanî ev besteyên Mirado tev ji amê wî hatine. Ev tiştê ku niha jî dibêjin gelek stranên wî ji wir tên. Meseleyeke wî hebû, ez bibêjim ez ê dûre derbasî ya pîrika xwe bibim. Mesela Dom’ê ez ê bibêjim. Hinekî em ê behsa muzîkê bikin dûre em ê behsa Dom’ê bikin ka Belgefîma Dom’ê ji ku hatiye. Hevalê Mirado wilo dibêje; dibêje dema ku Amê Mirado diçû deverekî, Amê Mirad li mal dima Mirad dişiyand gund enstrumana amê xwe bi xwe re dibir. Li hespê siwar dibû diçû wir,  pêşî xelqê enstrûman didîtin diketin heyecanê dûre amê wî dihat sehnê( wek civatê). Li wir muzîkê dest pê dikir.

Merivên hevdu ne?

Gelek teorî hene Mirad ‘’Dom’’ yan  ne ‘’Dom’’ e, dibêjin bûye wek ekoleke kurdî ji ber ku stranên wî bi kurdî bûn. Gelek rexne li ser hene ‘’Dom’’ e an ne ‘’Dom’’ e, ji alî şikil ve wek Dom’an e rû weke Hîndûyan ye.

Qet bi zimanên xwe jî stran gotine yan tenê bi Kurdî?

Ez ê werim wê derê, dema ku min bi pîrika xwe(dayika dayika min) re xeber da gote min; welle divê tu li ser wan tiştekî bikî, zimanekî wan heye. Min got, de baş e.

Ez vegerîyam zanîngehê min ji mamosteyekî xwe re got, ez dixwazim xebateke wilo bikim. Min dîmenên ku kişandibûn nîşanî mamoste dan, got; welle dîmenên te xweş in. Mamoste got; ka kerem ke dest pê bike ez ê alîkarîya te bikim. Wê belgefîlmê nêzî 8 mehan berdewam kir.  Di sê demsalan de min kişand. Biharê, havînê, çile û dawiya salê ez bibêjim me kişand û qedîya. Min serê pêşî jî got li gelek festîvalên cîhanê û yên Tirkiyê jî gerîya, xelat stendin. Naveroka wê di wir de, pirsgirêka me ya belgefîlmê çi bû? Zimanê wê ne bi Domanî bû. Min ev got; piştî wê me pirtûk derxist bi Domanî. Me gotiye kêmasîya me ji alîyê ziman ve hebû. Hevpeyvînên Domanî jî bi min re hene lê min nexistin navê. Roportaj hene, ez çawa ji te re bibêjim. Dema ku diçe Wanê-li Almanyayê bi kurdî xeber dide ya- nîvî jî em bibêjin ji sedî heştê jî Tirkî ye ya, wek ‘’gelmişke, gitmşke’’… Di nava Domanî de jî gelek Kurdî ketiye navê.

Ji sedî çiqas mesela?

Yanî ez wê nabêjim bes, tu jê fêm dikî.

Gelo ev peyvên Domanî dişibin peyvên Hîndûyan?

Erê, piştî wê me pirtûk derxist bi Remezan xoce re.

Mesela peyva ‘’dayê’’, ew jî dibêjin ‘’dayê’’?

Erê, dibêjin ‘’dayê’’ ew jî. Mesela dibêjin, ‘’çaya panî, nanî, qelî, xwarina qelî, qayikê bîne’’. Peyvên wê hene, tiştên wilo ecêb hene. Ez dikarim vê çîkê jî bidim te. Min li ser lêkolîn kiriye. Tiştên ku me di belgefîlmê de kêm dîtin me xistin pirtûkê. Tişên Domanî.. Di vir de kêmasîyek hebû. Min ji wan pirs kir, min got; Ma we hîç bi Domanî stran çêkirine an çênekirine? Min ev jî got, kî bi Domanî  stranekê çêke ez ê klîba wan çêkim. Ez ê piştgirîyê bidim wan. Belkî tu jî, nizanim li ser lêkolînê bikî tu tiştekî wisa çêbikî dê di tirkî de yekemîn be ku çêbûbe. Bila haya te jê hebe. Werhasil hinekan gotin em ê helbestan binivîsin, nizanim çi… Min got; belkî yên kevn hebin. Ji ber ku çand û huner bêhtir mêjî bûne kurdî ya, weke Kurdekî Anatolyayê..  Ku bi sedan salan in xwe ji bîr kiribin Dom’an jî xwe ji bîr kirine. Çimkî li gorî lêkolîna ku me kiriye nêzî hezar salî ye ji Hîndîstanê derketine. Hinek jê çûne Misrê, berî wan jî koçber bûne lê koçberîya herî mezin ji ber ‘’Sistema Kastê’’ ye ku revîyane, çimkî di vê pergalê de ji alî çînî ve di asta herî bin de bûne.

Ji wan re jî dibêjin ‘’Mitrip’’, miturp jî ji wir tên?

Mutirp ez ê bibêjim bi Erebî ye. Bi wateya xwe ‘’yê ku lê dide/dixe yanî yê ku li tiştekî li enstrûmanekî dide/dixe’’  ye.

Bi peyva ‘Egypt’ re têkilîya wî heye?

Na, tenê bi Erebî ye. Mutirp bi Erebî ye ne tiştekî nebaş e. Qismek jê hatine Misrê hinek jî li Beyrûdê ne, hinek jî di navbera Tirkiyê û Misrê de mane. Tên Beyrûdê qismek ji wan, qismek li Îranê dimînin, hinek jî li Tirkiyê dimînin. Hinek jî di ser Rusyayê ve diçin Ewropayê.

Ew Rom in(Roman)?

Ez werim wê derê. Em bibêjin ‘gypsy’ koma çingeneyan yanî. Di vir de çi hene? Roman hene, Dom hene û Lom hene. Di nava Dom’an de îcar, mesela ‘’Poşa’’ hene. Kê çi kar kiribe bi wî karî hatiye nasîn û binavkirin. Wek yên ku diranan çêdikin.

Poşa çi karî dikin?

Yê ku esîra(esîla) çêdikin, yên ku diranan çêdikin, hinek qereçî(gerok), dom jî bêhtir yên ku bi muzîkê re eleqedar in. Lom jî hene qismek ji lom’an li Erzerumê ve hene. Li wir bêhtir dînê wan jî Xiristîyanî ye gelek ji wan.

Ew war warê Ermenan e?

Erê, yanî Xiristîyan in Ortodoks in hinek jî Katolîk in.

Ew jî bûn Xiristîyan.

Ew di zemanê xwe de Xiristîyan in, dûre niha li Tirkiyeyê bûne misilman, nizanim xwe vedişêr in.

Li Ermenistanê jî hene ji wan?

Erê, hene.

Ew Xiristîyan in?

Erê. Li Tirkiyeyê Xiristîyan an vegerîyane nizanim. Xwe veşartine. Em vegerin belavbûna wan. Em yên Dom’an bibêjin; dom çi karî bikin bi wî karî tên naskirin. Li Hatayê bi muzîkê re têkildar in. Yên Hatayê dahol û zirne ne. Li Urfayê dahol û zirne berdewam dike. Li Adıyamanê jî berdewam dike. Antep û Nîzîp jî berdewam dike.

Ji wan re jî dibêjin ‘’Gewende’’ ?

Erê, dibêjin ‘’Gewende’’. Dema tu ketî sînorê Mêrdînê dibe kemençe.

Kemançe ji ku hatiye?

Ez vîya bibêjim, em diçin qismê Wanê dîsa , Dom tên naskirin ew jî li dahol û zirnê dixin. Em vegerin dîsa şixlê Midyadê, kemançe ji ku hatiye? Kemançe li gorî ku min lêkolîn kiriye berê di ser Sûrî re dihatin ji Qamişlo dikirîn. Yê ku kemançeyek anîbûya diçûn Şamê, ji wir jî ji Beyrûdê dianîn. Bingeha cihê wan ew der e, ev yek. Ya duduyan qismek ji wan diçûn Îranê ji xwe re dianîn. Ya Îranê ji ber ku qabax bû ya vana hişk e. Ez bibêjim kemançeya wan ji tûyê çêdibe. Darê wan ne wekî yê sazê wan e. Yanî di wexta Mirado wan de diçûn Qamişloyê, Nisêbîn nêzik bû ji wir kemançeyên xwe dianîn. Lê digotin , hosteyê wan li Şam û li Beyrûdê ne, ji wir kemançeyên xwe dianîn.

Yanî ji Hîndîstanê hilneanîne?

Na, diçin ku derê çand û hunera wir distînin-ev jî pirsgirêkek e dema mirov li Libnanê lêkolînê dike dibîne ku kemançeya me û ya wan yek e lê li Îranê ne wilo ye. Dema ku rewş hat ser Nisêbînê, Midyadê form tê guhartin. Ji bo ku ji xwe re bixemilînin em bêjin masîyên beqerî hene, yên şûnikî hene dibê teq  li ser dixin ji ber ku fireh in her masîyî jî nakin, yên ku xemilandina wan xweşik be li ser kemançeyên xwe dixin. Hinek jê dibêjin, ji bo ku dê xweş çêbibe, hinek jê ji bo ku rengê wê xweş e xemilandina wê çiqas kevintir dibe ewqas xweşiktir dibe dibêjin.

Li Îranê ewqas ne teng e

Ya me wekî sêlikê ye, weka sêlê ye. Kemançeya me weka qotikê ye, dibêjin ya kotika kemançê.

Dengê wê jî xurt derdikeve.

Erê, dengê wê xurt e.

Mesela di govendan de tu bi kemançeyên din nikarî lêxî ji ber ku dengê wê kêm û ne bilind e.

Yanî tu çêtir dizanî qotika wê muhîm e. Li ser wê jî min lêkolîn kir niha kundir weka sungêran û ya vîya hişk e ji ber vîya jî dengê wê xurt e. Yanî kemançe bêhtir cihê wê li Şamê ye.  Ez çûm Şamê min lê mêzand kemançeyên wan wekî yên me bûn. Ez çûm Beyrûdê li wir jî mam. Îcar kemançeya me ji wê çaxê de hatiye ku ez bibêjim filankesî anîye na. Dîroka ku li herêmekê belav bûye ev kemançe li wir hîn bûne. Ez bibêjim hîn bûye li cihê xwe maye derneketiye. Koçberên me jî yanî wisa ne. Dema ku tu ji Hîndîstanê têyî devrekê tu koçber bî-em bêjin Dom’ên me hatin welatekî-tu dixwazî xwe bi gundekî ve girêbidî ji ber ku tu koçber î. Dema ku mirov dibêje; Ma tu ji filankesan î? Nabêje ez kemançevanê felan eşîrê me. Dibêje, ji vê eşîrê me, eşîra ku ji wan re li kemançeyê dixist. Zilamê dom dibêje, ez ji Hesina me. Yaw tu ji Hîndîstanê hatiyî ma tu yê çawa ji Hesina bî îcar? Bapîrê wî ji wan re lêdixist. Li wê derê debara xwe dikirin çûne gundê wan û xwe bi wir ve zeliqandibûn yanî xwe pêve kiribûn. Li wir mane ji ber vê yekê derneketine derve. Kurê wî ji bavê xwe hîn bûye, yê din ji bavê xwe hîn bûye û vê rewşê berdewam kiriye. Derneketine derve û kemançe jî ji me re xerîb tê. Ji ber ku li herêma Torê jî hêdî hêdî belav bûye derneketiye derve biçûçik maye.

Eşîrên Torê hemû Kurd in ?

Eşîrên Torê em bibêjin; yên Siryanî, Ermenî, Êzîdî û yên Kurd hene. Dem dem di nava sedsalê de çûne, koçber bûne gelek ji wan. Qismek eşîr mane bi piranî Kurd in. Niha yên li wê derê Kurd in.

Ji berê de li vir in an ji derekê hatine?

Kurd bêhtir çiyayî ne, di çiya de cih digirtin ne di nava bajêr de. Kurdên li nava bajêr û yên ne kurd jî, me digot bajarî ji wan re. Bajarîbûn yanî ku tu li bajar bijîyî.. Ne muhîm e ku tu Kurd bî, Ereb bî.  Xeletîyek wiha jî heye, dibêje, ‘’ez bajarî me.’’ Temam tu Mihelmî (Erebên Mêrdînê) yan jî tu Tirk î, tiştekî din î. Na, ne wisa ye tu Kurd bî jî tu dikarî bajarî bî. Ji ber ku bapîrê te di nav bajêr de maye, ji ber derfet û pereyan. Ku rewşa te baş be tu li bajêr dimayî, rewşa te ne baş bûya tu bi heywan û erdan re mijûl bûyayî tu li gundan dimayî.

Ji ber kû zimanê Kurdî Hîndû Avrûpayî ye,  di navbera peyvên ‘bajar’ û ’bazar/Pazar’ de tekilî heye.

Erê ji wir tê. Ez bêm ser Mirad-ji ber ku bapîre wan e-di muzîka Mirad de, bûye muzîka Mirad ya rastî. Ya amê wî ye ya rastî. Ya berî wê belkî em hinek navan nizanin winda bûne.

Qeydên amê wî hene?

Qeydên amê wî nîn in ji ber ku qaset qeyd nekiribûn. Camêrekî li Midyadê yên Mirad qeyd kirine. Mesela yên Silêmanê Dengizî hene ew hêj sax e. Li gundekî ye guhên wî nabihîzin. Ew jî ji serdema Mirad e. Pîr bûye êdî temenê wî 95 heye. Ji Mirad mezintir e Silêmanê Dengîzî. Wî jî li ser eşîran çêkiriye, eşîrekê gotiye bavê ser me (li ser me bibêje) em ê pere bidin te. Wî jî debara xwe wilo dikir. Ku em werin ser muzîka…

Bibore ez tiştekî bipirsim, li Rojava enstrûmanek heye dişibe ‘’buzukî’’ yanî bisk, ji ku tê ‘’bisk’’?

Seîd Yûsuf lê dixe.

Pir dişibe buzukiyê belkî ji wir tê, têkilîyên wan bi Doman re qet tune ye?

Li Sûrîyê belkî bigihên hevdu ji ber ku ew enstrûman nêzî hevdû bûn tev ji Sûrîyê hatine yanî ji Şamê hatine. Piştî Şamê em nizanin-jixwe di serdema Osmanî de sînorên îroyîn tune bûn di wê herêmê de-yanî ji wê herêma Beyrûd û Şamê derketine ev enstrûman. Berî wê em nizanin ku li Misrê ji Fîravûn re lêxistine an lênexistine. Lê tişteke wiha heye, kemançe  mirov acis dike. Ji ber vîya ji herêmê pir bi dûr neketiye li cem me maye. Guhê me jî aşîna bûye em elimîne. Dema ku dawetek çêdibû me nedigot ya şêxan e, ya axayan e em diçûn wan dewetan.

Çima ji dengê wê acis dibin?

Xişxişa wê zêde ye dibêjin zîqzîqa kemançê. Dema kesek pir û nexweş biaxive jê re dibêjin, tu wek kemançê diaxivî.  Kemançê ne baş dike li vir ya rastî. Îcar tiştekî din heye, li herême kemançe çilo bi pêş ket û çilo bi pêş neket? Di serdema şêxan de hat gotin ku ne baş e kemançe, ji ber ku reqesî heye çimkî reqs tiştekî baş nîn e. Loma jî piçekî paşde ma.

Şêx çawa dilîzin di dewetan de, bi çi?

Bi erbane û bilûrê dilîzin. Lê Tor wisa nebû, tiştekî din bû ji ber ku tenê misilman li wir nedijîn yên cûda jî dijîyan.

Hinek din azad bûn.

Erê, li wir bandora wê jî heye.

Tor konfederasyoneke ne wisa? Ji Kurd, Ermenî, Siryanî, Keldanîyan de pek hatibû ne wisa? Ereb jî hene?

Ereb na em dikarin bibêjin, Mihelmî tê de pir hene. Em bibêjin Mihelmî dê baştir bibe. Niha Mihelmî, qismek jê dibêjin em ne Ereb in, dibêjin em  serbixwe ne. Me ew wilo qebûl kirine.

Ew Sunî ne?

Erê, Sunî ne.

Şafiî an Hanîfi ne?

Yanî Şafiî jî Henîfî jî hene.

Hûn Şafiî ne?

Erê, em Şafiî ne. Malbata me Şafiî ye.

Şafî pir sirt in bi taybetî jî li alî Serhedê?

Erê, pir hişk in. Li cem jî gelek tiştên nebaş çêbûne. Rewşa politîk jî bandorê lê dike. Wexta konjonktûra dewletê ya wî zemanî çi be, bandora wê li ser muzîkê jî xuya dibe. Dema giranî li mirov dibe enstrûman jî bi paş de dimîne. Dema ku hinek tesîra ‘’dîn’’ ji ser miletê radibe enstrûman dîsa bi pêş dikeve ev jî muhîm e.

Ya rastî kêf bi pêş dikeve

Erê, kêf bi pêş dikeve. Ez tiştekî din bibêjim. Mesela li cem me li Torê , ‘’Seyîd’’ hebûn. Ev tiştekî zaf girîng e kêm hene. Heta salên heştêyî (1980..) jî cihê Seyîdan heye wek zîyaretê, li wir yanî li cihê seyîdan li kemançê dixistin milet direqisî li ser zîyaretê. Ev çand û huner tiştekî ecêb e min li ser lêkolîn kir.

Seyîd ji mele û şêxan sekulertir in?

Seyîd dibêjin em ji zurrîyeta Hz. Muhammed in. Ji dûr hatine Ereb in ya rastî. Di nava Kurdan de bûne Kurd.

Wateya lêxistina kemançê ya li ser zîyaretê çi ye?

Wekî dibêjin şahîyê dixwazin. Ji bo kêfê, Seyîd dixwazin kêfê bikin. Lê tiştek wiha heye jin û mêr ji hev veqetayî(cihê) ji xwe re kêf dikirin bi awayekî rîtûel. Li gorî konjonktûra Misilmantîyê.

Repertuara wir çawa bû?

Direqisîn, normal ya reqsê bû.

Ya Govendê yanî?

Erê, ya govendan. Ew jî projeyek e ya rastî. Lê kengê qedexe bû dizanî? Di derbeyê de qedexe bû ji ber ku milet dicivîya di govendan de. Ji ber vîya jî di ‘’Derbeya 1980an’’ de hat qedexekirin. Piştî qedexekirinê careke din êdî ew çand û huner nayê, ji holê rabû.

Yanî dibêjî repertuara wan ya kêfê bû.

Erê erê, ya reqsê û kêfê bû. Qasîde nebûn çimkî kemançe bi qasîdeyan çênabe. Ya wan ya reqs û kêfê bû. Îcar ya Lawikan heye. Ew jî evînî ye, li ser evînîyê em bibêjin. Bêhtir wekî (welle dayikêêê qurbanêêê…dirêjkirin heye) ev jî yên Lawikan in. Li cem me dibêjin, Lawik.

Çima dibêjin ‘’Lawik’’?

Lawje, lawij yanî wateya wê muzîk e. Koka wê ne pirs e, lawij e. Ew jî peyva muzîkê ye. Wateya wê nizanim ez nikarim tiştekî li ser bibêjim.

Dema ku axatî şikest û sekinî ew tesîr li ser miletê nema, Dom jî heya salên notî heya gund vala nebûbûn jî  koçber bûn di çadiran da bûn. Xwedî xanî nebûn. Diçûn gundan ji xwe re digerîyan, pîrekên wan (jinên wan) li gundan digerîyan zilamên wan jî yên ku li enstrûmanekê nexistina parsektî dikirin. Ji salên notî vir de hatine bajêr piştî ku gund vala bûn.

Têkîlîyên Doman û gundîyan çawa bûn?

Pir baş bû. Statûya wan hebû helbet. Kurd her tim di ser re bûn yanî kî bi hêz bûya li herêmekê bi çavekî mezin li xwe dimeyizand. Mesela em bibêjin Tirk çawa bi çi çavî li Kurdan dinêrin-ev rastîyeke dinyayê ye dizanî-kurd jî di bin xwe re li Doman dimeyîzinin. Tu dewlemend bî jî ji ber ku tu Dom î di binî de yî. Yê Nisêbînî bûye xwedî trîlyonan navê wî ‘’Mirtiv’’ e yan ‘’Dom’’ e, ev pirsgirêkek e tim. Li Nisêbînê, dema min belgefîlma Domê kişand min got; ‘’Mitirbî, yê ku li sazê dixe şerefek e’’. Di nav gel de bûye çi? Peyva mitirbîyê wek tiştekî recim bikî lê belê tiştekî serbilindîyê ye. Mirovekî li enstrûmanekê bixe kêfa miletê bîne hunermend e yanî.

Tê gotin ku hinek Dom ji xwe ra dibêjin ‘’Beyzade’’ ev rast e?

Yê ku ji axayan re lêdixe erê weke began e, rast e. Yên ku malbatên mezin bin weke began li xwe dinêrin.

Çadirên Doman li ku ne?

Çadir, cihên ku mera(çêregeh) ne em bibêjin nêzîkî gund golek heye -ciyê avê- li wir bi cih dibin.

Zewicandin heye di navbera Dom û Kurdan de?

Di navbera wan de pirsgirêk heye. Kurd û Dom bi hevdu re nazewicin.

Berê tune bû, niha ?

Pir kêm e niha jî. Tune ye hema hema di nav xwe de dizewicin. Hêj ew neşikestiye. Ji ber rengê xwe,  hereketên xwe,  çîrokên ku Kurdan li ser wan çêkirine û lê kişandine. Peyveke nexweş heye li ser wan dizanî. Qîza ku qereçî be nabe xatûn(çingene kızdan hatun olmaz). Dema min li ser wan lêkolîn kir ev peyv hêj di nava miletê de heye. Tiştekî nexweş e. Dema  ez çûm Kayserîyê min li wir zanîngeh dixwend weke vê peyvê li ser gundan gotin. Dema em bi kurdî dipeyivîn-hinek dengê me bilind e dizanî-zilamek acis bû ji me, ne ku ji dengê me acis bibe. Got; ‘’Tu bi kurdî dipeyîvî, hûn Kurd in’’? Min got erê em Kurd in. Piştî vîya got; ‘’Hûn pir zêde bi deng diaxivin’’. Paşê peyveke tirkan got, tiştekî nexweş bû got. Paşê ku ez vegerîm min belgefîlma Dom’an kişand, hêj min fêm kir ku ev peyv di nav Kurdan de jî hene. Pirsgirêk ji wir tê. Em bi qîzên wan re dizewicin lê em yên xwe nadin wan ji ber ku em xwe di ser wan re dibînin. Çawa ku Tirk dibêjin, ‘’Kürt kzını almışız gelinimizdir’’ wek vîya.

Zêw çi ye?

Me behs kir ya me got, li Seyîd Bîlalê zêw çêdibe yanî kêf, kêfxweşîkirin yanî. Li wir kêfşahî çêdibe, bi kemançê çêdikirin. Heta salên heştêyî piştî ku ‘’Derbeya 1980an’’ çêdibe ji bo ku mirov necivin neyên cem hevdu kêfşahîyê qedexe dikin. Ew çand û huner xelas dibe. Ew camêrên ku jê re şahiyê dikin, Seyîd Bîlal e. Seyîd Bîlal jî nevîyê Hz. Muhammed e, ji Mûsilê hatiye li wir bi cih bûye û zarokên wî çêdibin sisîleyên? wî mezin dibin. Îcar tirba wî li wir heye em bibêjin zîyaretgeha wî heye. Li wir, ew şahî çêdibûn. Tê gotin ku wî gotiye, lê nizanim ku wî gotiye an hinekan gotine.

Meqamê wî heye..

Erê miqamê wî li wir e.

Te li ser muzîka Dom’an lêkolîn kir navê meqaman çi ne, di muzîka wan de çi dibêjin?

Bêhtir meqam li cem wan nîn in.

Mesela di nav Kurdan de dibêjin, meqama Mihemmed bi vî şiklî navek heye?

Erê, dibêjin meqama Miradê Kinê. Kê berî wan pêşengtî kiribe bi navên wan tên binavkirin meqam.  Meqeameke ku em bibêjin wekî Kurdî Hîcazkar tune ye.

Di nava lîstikê de-di govendan de-çend form hene û li gorî herêman tên guhartin ev form?

Erê, yanî yên ku direqisin li gorî herêman tên guhertin. Ya kemançê ya milan e-milên xwe li hev dixin ya-bêhtir ya milan e. Yanî bi sîng û milan e ya kemançê. Bêhtir li ser vîya ava kirine.

Ew dizanin stranên Diyarbekirîyan lêxin ne wisa?

Yên bi tirkî jî lêdixin lê bes komedî çêdibe. Tiştekî wilo ecêb çêdibe.

Stranên wan ên Kurdî-Tirkî jî hene, min hebek guhdar kir.

Erê erê, ew ji bo kêfê wilo dikin. ji ber çi ew çêbûne? Min got ya em werin salên 90î em ê bêhtir fam bikin. Di salên 90î de  Dom hatin bajêr. Dema ku hatin bajêr reqabet çêbû. Ji bapîrên xwe hînî muzîkê bûbûn lê li bajêr kemançe derbas nabe. Berê li gundan civat çêdibû bi kemançê kêf dikirin, di odeyekê de li kemançê dixistin. Lê dema ku hatin bajêr dîtin ku org, tembûr û enstrûmanên din hene  ev yek jî bû sedema reqabetê. Kemançe bû enstrûmaneke kevn li bajêr. Te got ya enstrûmaneke gundan.

Wan jî paşê xwe guherandin, mesela ew jî li elektro-sazê dixin niha û piranîya wan Dom in?

Erê Dom jî hene. Bi Kurdan re reqabet çêbû. Kurdan dest pê kir çimkî kemançe cuda bû enstrûmanên din cuda bûn.  Wek bibin dijminên hevdu. Dema hatin Nisêbînê li taxan hêj kemançê berdewam dikir wek çand û hunerê. Qismek jê salonên dewetan vekirin. Em bibêjin sînemayeke kevn hebû dora wê vala kiribûn xistibûn salona dewetê. Ev tên bîra min yên ku bavê min ji min re gotine. Îcar reqabetek çêbû, nelihevkirina bajar û gundan derket holê û bi hev ketin ji alî kemençe, org û tembûrê ve. Îcar yên ku kemançe bi kar dianîn ji bo ku hînî enstrûmanên din jî bibin dest bi perwerdehîyê kirin. Xwe elimandin org û tembûrê ji bo ku ji xwe re orkestrayê çêkin. Kemançe tenê nedibû êdî. Kemançeya xwe berevajî zivirandin, ew keman zivirandin kirin kemançe.

Li kemanê jî dixin?

Erê, wek mînak li Dêrsîmê Silo Qiz heye, bi eynî miqamî li Nisêbînê jî lêdixin. Ters li kemanê dixin.

Li Tunusê jî wisa ters lêdixin.

Belê, isûla wê ew e wisa lêdixin. Divê mitirban nasnemeya xwe nîşan bidana ji alî muzîkê ve. Ku hatin bajêr nasnameya xwe jî hinda kirin. Mesela, çanda wan yek jê kew bû kewar bûn, hêdî hêdî ew hinda kirin. Kemançe hêdî hêdî hinda bû. Yanî muzîk zêde bû, kemançe kêm bû ji hindabûnê mebest ev e. Lê niha xortên wan ji yên 90 salî bigire heya bêjin 7-8 salî li kemançê dixin, hevdu hîn dikin. Got ciyê kêfê ku der e? Got, Serê avê ye loma jî berê xwe dan Serê avê. Niha ew çand û huner li Serê avê, ya mitirban berdewam dike.

Ew di dawetan de ribabê bi hev re jî lêdixin wek sê kes, çar kes an pênc kes?

Erê bi hev re lê dixin. Komên wan hene. 10 kes jî lêdixin. Pere hebe 20 heb jî lêdixin. Mesela Doman ya îroyîn ev e. Tevlihev bûne org jî kemançe jî ketine nav hevdu. Ev xetere jî heye, em dîsa werin sel olê. Ku emrê wan bû 50-60 tobe dikin li cem Şêx. Bav dev ji kemançê berdidin lê dibêjin bila zarok jî îdare bikin, berdewam bikin. Ev hemû tespîtkirî ne. Di terîqatekê de an deverekê de dê tobe bikin ji kemançê dûr bisekinin.

Niha em herin alî lîstikvanîyê, Dom tenê lêdixin an dileyîzin jî?

‘’Mirad bi xwe opera ye’’ berîya çend salan min ev gotibû. Stranên ku Mirad lêdixe an yên lawikan, yên çîrokbêj hene di nav stranan de. Ji xeynî stranan, stranên çirokbêj em dibêjin. Çîroka xwe dibêje heke meydana wî hebe dilîze. Di nav de lîstik heye çimkî. Stranê dibêje û behsa meselê dike û meselê dilîze jî, tevdigere. Em bibêjin operaya kurdî… Yekem operya kurdî yek ji wan jî li Torê derketiye dibêjin. Ne îdiayek e tiştekî wisa heye li cem min.

Qeydên bi wî şiklî hene di destê te de?

Erê, hene. Ez ê ji te re bişînim. Çend dîmenên Mirado jî hene. Wekî din jî yên zarokan hene di odê de dema dilîstin. Yanî çawa dilîstin? Dibê, ‘’Malê, (teq teq teq li derî dixe) hûn li mal in’’? Di stranê de heye ev. Weke şanoya radyoyê ye.

Şanogerî jî heye?

Di radyoyê de şano hebû ya wek trt radyoyê, eynî wisa ye. Tu fêm dikî ku di wir de lîstik heye.

(foto 3)

Di çîrokan de behsa çi dikin?

Em bibêjin li gundekî meseleyek çêbûye, evîndar in.

Ne yên dîrokî ne ?

Yên dîrokî jî hene. Ez ê yên dîrokî jî bibêjim.

Lê behsa şeran nakin ne wisa?

Yên şeran jî hene. Mesela Elîyê Batê, ya şer, serhildan û berxwedanê ye. Ew di nava hemû stranê de dibêje jî û dilîze jî û çîroka wê jî dibêje. Dema ku tu lê guhdar diki-em nabêjin ji sedî sed wek pirtûkê her tiştî fam dikî- bes tu çîroka wê bi gelempêrî fam diki. Ji fragmanekê bêhtir wekî di sînemayê de senaryo heye di bin senaryoyê de tretman heye dawî jî sinopsis e. Sinopsis ya herî biçûk e -fireh e-kurtasîya wê ye. Tretman jî em bibêjin weke hestû, senaryo jî goştê ser e. Dibe mirov, dibe însanek. Kûrahîya wê nabêje ji te re.

Di dawetan de an di dîwanan de ?

Na, li dîwanan. Mîsal Eşîra Mala Batê, diçe wê derê strana Mala Elê Batê dibêje dê xweşk e û qotîka xwe jî dagire paşê dê vegere.

Ji wan çi hiltînin (zemanê berê ceh bû, rûn bû)?

Zemanê berê ceh û rûn bû çi hebûya êdî. Wek mînak, diçûn Torê li wir tirî hebû ew hildigirtin. Li Torê genim çênabe bêhtir tirî heye. Li Torê Dom dihatin ji xwe re berhev dikirin. Yên Nisêbînî genim didan wan, ji xwe re jî helîl û bastêq distendin an dimist distendin.

Ew şarabê vedixwin?

Na, venaxwin misilman in. Mirad vedixwar, demekê hatibû Diyarbekirê bajar bi bajar digerîya. Wî araq jî vedixwar çimkî di derdora wî de vexwarin hebû. Yekî Suryanî videoya wî kişandiye. Li Diyarbekir di civînekê di ku lêdixe girtine qeydê. Tê Diyarbekir cem Celal Güzelses. Hevalekî wî li Diyarbekirê bûye, hatiye ba wî. Hevalê Mirad digot, ‘’Qeydeke Mirad li cem min heye’’. Li cem camêrekî din jî heye qeyda wî. Ji min re got; qeyd lazim be ez dikarim te bibim wir. Kemançe bi hezaran hene.

Li ser lîstikvanîyê gotina te ev e?

Lîstikvanîya wan ew e yên ku min gotin. Di muzîka wê de yên şerran hebûn lîstikvanî di nav de.

Bê enstrûman nalîzin ?

Li Serhedê hene dibêjin, enstrûman nîn e direqisin. Herêma Hekarî-Culemergê dengbêjîya, ya reqsê ye dibêjin.

Li wir kîjan enstrûmanan lêdixin?

Def-zirne û tembûrê lêdixin. Kemançe wek min got li vê herêmê heye. Kemançe li torê ye. Gundek li vir kemançe ye gundek li wir tembûr e ya din bi orgê ye.

Li herêma we koçekvanî heye, ew yên ku solo dikin hene?

Çîk heye ne ya Kurdan, rehanî heye ya Mêrdînîyan e. Reqsa rehanî heye ya Mihelmîyên Mêrdînê ye. Koçekî li wir heye.

Di nav Kurdan de tune ye dibêjî.

Di nav kurdan de tune ye.

Çima li Diyarbekirê heye çima li vir tune ye ?

Ya Diyarbakirê bi kurdî ye bingeha wê bi kurdî ye gelo nizanim.

Lêkolinerek dibêje dewlet piştî 1950an dest diavêje govendan, sîstematîze dike û ê ku solo sergovendî dike jê re dibêjin, ‘’köçek’’. Koçek li Adıyamanê jî hene. Min di fîlma Beynelmilel de dîbû.

Yanî li cem me min nedîtiye nizanim. Ew çand hêj ji wir nehatiye, rihanî û hinekên din hene.

Serjimara Doman çiqas e?

Li Mêrdînê em dikarin bibêjin ji sedî 6, 7 an 8 heye.

Ne hindik e ha, niha li Diyarbekirê jî Helim Omerî heye. Pir navdare. Nas dikî?

Erê, ji Omerîyan e, ew ji wan hîn bûye, ne Dom e. Kurê apê min jî li kemançê dixe lê kurd e ji Domekî xweştir li kemançê dixe.

Nabêjin tu çima hînî vî karî bûyî?

Kemançê weke kêmasîyekê dibînin Kurd, weke enstrûmaneke ne baş lê dinêrin.

Domên Diyarbekirê  li dûdik(dilli kaval), zirne û dahole dixin

Rast e li vir heye heta komeleya wan heye. Gelek ji wan çûne Ewropayê, pir kêm bûne. Di nav Êzîdîyan de jî hene. Dibêjin em Êzîdî ne lê ew dom in. Mesela Koma Hezex hemû dibêjin, kirîbên me ne Êzîdî.

Ji bo te koma herî baş kîjan e?

Niha koma herî baş ya ‘’Koma Hezex’’ e, li Ewropayê ne. Yanî yên ku di kemançê de bi kom lêdixin li Nisêbînê hene. Yên ku li kemançê dixin û jê pere qezenc dikin gelek ji wan çûne Ewropayê. Li Ewropayê bi qîmet bûye niha weke ku tiştekî nû dîtine.

Têkilîyên Domên Amedê û yên Mêrdînê çawa nin, ew merivên hevdu ne?

Na, ji hev qut bûne. Pismamên wan li vir hene. Min yekî Nisêbînî dît li binîya Kelehê ye, li kemançê dixist ez çûm cem. Min got, tu ji Midyadê yî? Got,erê pismamên min li vir in. Koçberî vir bûne. Min got, çi karî dikî? Got, ez li tembûrê dixim. Forma wan jî hatiye guhartin ji ber ku hatine bajêr. Xwe hînî tembûrê, orgê kirine.

Li Rojava?

Li Qamişloyê hene, li wir jî li kemançê dixin. Li Kurdistana Başûr-li Iraqê jî hene serjimara wan gelek zêde ye li wir.

Lİ kîjan herêma Iraqê?

Li Duhokê zaf in. Hevalê me belgefîlm li ser wan kişand di 2013an de.

Ew kengê çûne wir?

Jixwe li wir in ew.

Ew li rebabê dixin?

Qismek jê gelek hindik in yên ku li rebabê dixin. Bi piranî dahol û zirne ye.

Li herêmên we Elewî jî hene?

Na, min nedîtine. Yanî ku hebin jî belkî yek-du hebin. Li Diyarbekirê Elewî hene. Em bibêjin yên ku wek sirgûn hatine hene lê li Mêrdînê tune ne. Bûkên me yên Tirk hene hînî kurdî bûne. Ew jî çawa ye? Em bêjin yekî/a mamoste ye ji bo kar hatiye lê li vir maye hînî kurdî bûye.

Eşîrên Tirkan

Eşîrên Tirkan hene li vir. Em wê rojê li wir bûn di nava wan de bûn. ‘’Tirkan’’ bi xwe heye navê eşîrê ‘’Tirkan’’ e ji xeynî ‘’Karakeçiler’’.

Ew asîmîle bûne ne wisa?

Erê bûne Kurd.

Muzîka wan çawa ye?

Dahol û zirne ye dîsa li cem wan. Kemançe wek ku min got li wê herêmê derneketiye. Lê dahol û zirne pir belav bûye. Ew jî ji çi ye? Temam di dewetan de jixwe heye. Ew tiştekî din e. Li vê herêma Hatay û Urfayê piştî ku bi psîkolojîya qehremanîyê  Kahramanmaraş , Şanlıurfa çêbûn, ev psîkolojî zaf muhîm e bi dahol û zirnê zarokên xwe dişînin leşkerîyê. Ev çand li wir zaf e. Dema ku diçî Entabê-Urfayê, dahol û zirne ji bilî dawetan wilo bi kar tînin, jê re dibêjin ‘’uğurlama’’. Bi lêxistina dahol û zirnê zarokên xwe dişînin leşkerîyê. Ew psîkolojî di nav de heye.

Doman ji te pir hez dikin?

Ez ê meseleyeke girîng bibêjim li ser belgefîlmê. Belgefîlma min çawa dest pê kir? Di zanîngehê de mamosteyek me hebû, piştî kişandina belgefîlmê mamoste ji min re got; ‘’Xelîl tu çawa ketî nava wan te çawa belgefîlm kişand?  Pirsgirek in ez çûm min li Kilisê dikişandin, min di nîvî de hişt ez revîm û proje nîvî ma.’’ Paşê heman mamoste ji min re got, ‘’projeyê bide min belav neke ez ê ji te bikirim’’. Min jî got, na welle ez nafiroşim ez ê bidim te, tu têra xwe temaşe bike. Pêşî mirov bi mirovatî diçe wê derê. Pîrika min gelekî alîkarîya wan kiribû. Li Nisêbînê du bavik hene, bavikê mitirban jî hene yanî bapîrên wan. Ji wan mitirban yek, yê ku ez çûbûm cem navê xwe ji pîrika xwe girtibû. Dayiksalarî(anaerkil) bûn navê xwe ji dayikan girtibûn. Dibêjin, Mala Nazê. Û qismek jê heye dibêjin Mala Sûvik. Du eşîrên Doman li wir xurt in. Îcar ez çûm cem Mala Nazê-pîrika min nas dikir ya- min got ez dixwazim hevpeyvînê bikim bi we re ez bixim belgefîlmê. Got; ‘’Yaw 100 rojnamevan tên vê derê jixwe em navdar in’’. Profesyonel in pir jêhatî ne. Serê wan pir dişixule.

Ji alî şixûlîna mêjî ve ez dibêjim. Ez çûm cem min kamera vekir kes napeyive. Ez odê de derdorê dikişînim, her kes bi domanî dipeyive. Pir kêfa min hat min got jixwe ez ji bo wê hatime. Jinika mezin rehmet kiriye-ya ku xaltîka min miriye-karaktera min hebû ya. Got; ‘’Xalîl ez ê tiştekî ji te re bibêjim: Tu dibêjî ji bo te hatime, em evqasî bi domanî dipeyivin tu hîç acis nebûyî?’’ Min got, na welle pir kêfa min hat jixwe ji bo wî hatim. Got,tu rast dibêjî? Min got, erê. Got; ka kameraya xwe veke ez ji te re bişitexilim. Got; were devê çadirê. Behsa cerdevanan (korucu) kir. Ket nav sohbeteke sîyasî-polîtik ji ber ku bawerîya xwe bi min anî. Ji ber ku ez ji zimanê wê acis nabim û hatime cem wê. Ez ji dil samîmî dîtim loma. Îro niha tu ji bo mijarekê diçî deverekê, tu dibêjî dixwazim ji bo sêvan belgefîlmekê bikişînim. Dema ku mirov dest bi belgefîlmekê bike, bibêje kêfa min ji sêvan re nayê hema ez mecbûrî hatime vê derê. Mirov samîmî nebe bi mirov re hevpeyvînê nakin. Ku te ji zimanê min û ji min hez kiriye û tu ji min acis nabî em ê roportajê bikin. Telefon da zarokên xwe ji hemûyan re got, alîkarîya Xelîl bikin. Min wilo kişand.

Ji çand û zimanê xwe hez dikin nexwe, lê ew jî ditirsin xwe vedişêrin.

Erê hez dikin. Min got, ez çûme masîyan-min masîyên biçûk digirtin. Xwe li ciyê avê digirin ji ber ku mislixê wan nîn in. Devera ku biçinê pîrketê xwe deyîninê, avê dikişînin. Jiyana wan  seyar e dizanî. Çiqas li nav bajêr bin jî di nav çadiran de dijîn. Malên xwe li cem avê-em bibêjin kanîka serê avê hebû ya-li Nisêbînê ji xwe re malên xwe li wir bi cih kiribûn. Li wir min jî masî digirtin di zarokatîyê de. Hatin li min xistin gotin li vir masîyan negire. Îcar min ji wan re got, we li min xist lê nebû kîn û nefret. Piştî zemanekî jî ez çûm min belgefîlma wan kişand.

Paylaş.

Yazarın bütün yazıları için: Vedat Yıldırım

Yanıtla