“Ji Bo Me Hemûyan Şano”: Ciwanên Mêrdîn Bi Teatroyê Re Digihêjin Hev…

Pinterest LinkedIn Tumblr +

Mimesis Nûçe / Mardin Kültür ku li herêmê, meşandina çalakiyên di qada çand û hunerê de bi perspektîfek piranîparêziya çandî armanc dike, bi rêza teatroya ciwanan a BGSTê, di mehên Mijdar, Berfenbar û Çileyê de ciwanan bi tearoyê re digihîne hevdu.

moliere

Di hundirê naveroka projeya bi navê “Ji bo Me Hemûyan Şano” de ku bi alîkariya Komeleya Mardin Kültür û BGSTê tê kirin, wê li lîseyên navçeyên Artuklu, Qoser, Midyad û Nisêbînê pevgihîn bi ciwanan re pêk bê, bi awayê lîstikên teatroyê û atolyeyan.

Di hundirê naveroka vê projeyê de, lîstikên BGSTê bi navê Molière Efendi, Selam Sana Shakespeare û Musahipzade ile Temaşa, ku tê de hunermendên teatroyê yên navdar tên danasîn û xwediyê hêjahiyek belgefîlm in, wê bên sehnekirin. Paşî, di atolyeyan de hin beş ji lîstikên hunermendên teatroyê ku tên lîstin, wê bi ciwanan re bên provakirin û sehnekirin.

Mardinkultur350*200_kucuk

Di projeyê de, ewil lîstika Selam Sana Shakespeare û atolyeya lîstikvaniya Shakespeare di meha Mijdarê de li lîseyên Artuklu İMKB Anadolu, Kızıltepe Cumhuriyet Anadolu û Midyat İMKB Anadolu pêk hat.

Wê di meha Berfenberê de proje, bi lîstika Molière Efendi û atolyeya lîstikvaniya Molière berdewam bike.

Projeya “Ji Bo Me Hemûyan Şano” ji terefî Sabancı Vakfı Toplumsal Gelişme Hibe Programı tê destekkirin.

Têkilî: http://mardin-kultur.org/

facebook.com/mardinkultur

Paylaş.

Yanıtla