Li Kurdistanê serpêhatiyên jineke 'dîn'

Pinterest LinkedIn Tumblr +

di nava dunikan de
PERWER YAŞ
Mîhrîcana 4’mîn a Rojên Şanoyê yên Êlihê ya bi dirûşma “Em mirov ji mirov re bi mirovî vedibêjin” îro dawî lê tê. Di mîhrîcana de lîstika monolog a bi navê “Di nava dunikan de” bala şanohezan kişand. Şanogera lîstikê Pelda Bal dibêje; “Di şert û mercên Êlihê de ne tenê şanogerî, her wiha çûyina şanoyekî û jiyana jinê jî zehmet e. Min xwest bi vî leystikê hemû klişeyan bişkînim.”
Navenda Çanda Bahar a Êlihê (BKM) ku bi salane berhem û seruveniya şanoyê dimeşîne berî demekî, piştî xebatekî dûv û dirêj bi şanoyeke nû derket pêşberî şanohezan. Şanoya bi navê “Di nava dunikan de” ku di meha borî de promiyera wê hatibû çêkirin, di Mîhrîcana 4’mîn a Rojên Şanoyê yên Êlihê de carekî derket ser dikê.
Lîstik bi awayeki monolog hatiye çêkirin û jinek her tim li riya azadî digere û di dawiyê de jî ber bi tîrêjên azadiya rojê de dimeşe. Lîstika ku ji aliyê Fewzî Bîlge ve hatiye nivîsandin û derhenerê wê Giyasetîn Şehîr e, ji aliyê lîstikvana temen ciwan Pelda Bal hate leystin. Ew ji Êlihê ye û 22 salî ye û di nava şert mercên vî bajarî de mezin bûye û ji bo vê jî ji bo lîstikek bi vî rengî pir zehmetî nekişandiye.
Lîstik herwiha ji bo şanogeran û şanoya kurdan jî mînakeke yekemîn e. Lîstikvan her tim monolog an jî her tim xwe bi xwe bi xwe re di axive. Lîstik carcaran dide kenandin û carcaran jî dide girin. Amedekariyên lîstikê 5 meh dewam kirine û tevî Pelda Bal 4 kes di tîma leystikê de cih girtine. Di rojên pêş de jî dê lîstik derkeve turneyê.
‘HER JINEKÎ KURD DIKARE XWE TÊ DE BIMÎNE’
Li gorî lîstikvan Pelda Bal şanoya kurdî hê lêgerinekî de ye û nêrinên xwe wiha anî ziman: “Her jinek dikare xwe di vê leystikê de bibîne û ez jî rastê perçeyên ku min xwe dît hatim. Ji ber vê jî bandor li ser min kir û pir bi kelecan min ev xabet kir. Niha jî her dema ez dileyîzim ez wê kelecanê dijîm. Ji ber ku di civîka me de li pêşiya jinê gelek astengî hene û ji bo bikaribe bibe rengek tekoşînekî dijwar dide. Di leystikê de jî jin dixwaze azad bibe û di nava lêgerînekî de ye. Wekî mînak bi rastî ew ne dîn e, lê ji ber ku pivanên civakê red kiriye, civak wê dîn dibîne. Li gel ku ew di gelek waran de serkeftî ye jî. Jixwe ew dibêje; Min xwe nedît, lê wan jî min nedît.
Bi rastî em civakek wisa ne ku bi taybetî tu carî jin nikare xwe bîbine. Her tim li gorî tiştên ku civakê daye pêşiya wê, ne çar dimîne bijî. Ji ber vê sedemê jî jinek tiştek wisa qebûl nake. Li hemberî vê yekê şer dike û têkoşîn dide. Dibe sedem ku civak jî navê dînitiyê lê dike. Dema ew jin qala dînitiya xwe dike. Her tim xwe dike ‘di nava dunikan” û li xwe mêze dike. Dibêje ez ne dînim û her tim li xwe digere. Di nava wî şer û têkoşînê de herî dawî riya xwe azadiyê dibîne û dimeşe.”
‘ÇIMA JINEKE KURD MONOLOGEK NELEYZE?’
Şanogera ciwan Pelda Bal dibêje ku ev leystik ne çîroka wê tenê vedibêje û li ser zehmetiyên Êlihê jî van agahiyan da me: “Di şert û mercên Batmanê de ne tenê şanogerî, herwiha çûyina şanoyekî û jiyana jinê jî zehmet e. Min xwest bi vê leystikê hemû klişeyan bişkînim. Bi vê berxwedana xwe min xwest ez kleşiyan bişkînim. Çima jineke Kurd nikaribe monologek bileyîze? Ji bo van tiştan hemû divê tu bi biryar bî. Li aliyê din leyîstina monologekî jî zehmet e.”
Li gorî wê divê monologek li ser piyan bimîne enerjiyekî pir zêde gerek e û Pelda Bal wiha dibêje; ” Jixwe ji bilî mijarê leyîstina monologê jî bi serê xwe zehmet e. Ez bawerim min vê enerjiyê nîşan daye. Ez dixwazim wekî leyîstikvanekî jiyana xwe bidomînim û her tim li ser dikê bimînim. Li aliyê din aliyê Batmanê yê ku ji şanoyê hez dike jî heye. Li vir her tişt zindî ye; temeşevan zindî, mijar zindî ye. Jin jî xwe têde dibînin; wekî mînak jin tên dibêjin; em di dema leyîstikê de giriyan.”
ANF

Paylaş.

Yanıtla