Nûçe / Mimesis Lîstika Goldonî ya bi navê “Xulamê Du Xwedî” bi Kurdî û bi forma şanoya gel a Îtalyayê Commedîa Dell’ Arte hatiye ceribandin. Xulamê Du Xwedî, cîhaneke ku di nav de “nirxê” herî qedirbilind pere ye, têkilî li gorî pereyan şêwe digirin û evîn jî tên kirîn û firotin radixe ber çavan. Ne pêkan e ku mirovên sînorên wan tenê li gorî pereyan diyar dibin xwe, mejiyên xwe û giyanên xwe biparêzin. Pisûlaya pereyan kîjan hêlê nîşan bide evîn diçin wê hêlê, evîn bigihîjin hev jî, yê serketî her ew e. Dereweke ku tenê ji bo “berjewendiyan” hatiye kirin jî dikare her tiştî biguherîne, di herikîna jiyanê de diyarker bibe. Jiyan bi awayekî ji awayan dibe derew bixwe, mirov xwe di nava xirecira cîhaneke ku bi pereyan hatiye ristin de dibînin. Di vê cîhana dîn û har de tiştê ji mirovan re mayî tenê ew e ku bibin parçeyeke vê pergala hatî afirandin; qada wê diyar e, hê di destpêkê de hatiye pênasekirin.
Temsîlên “Xulamê Du Xwedî” wê 8-9-15-16-22-23 yê Sibatê saet:20.00an de li Şanoya Bajêr a Amedê pêk bê.
“Xulamê Du Xwedî”
(İki Efendinin Uşağı)
Commedîa Dell’ Arte
Nivîskar Carlo Goldonî
Derhêner Rüknettin Gün
Werger Zana Jarr
Baran Demir/Mimesis