Teatra Sî, lîstika xwe ya duyemîn, “Hirç û xwezgînî” ya Anton Çêxov, roja yekşemê wê ji temaşevanan re were ser sehnê. Derhêneriya lîstikê Baran Demir kiriye. Wergera lîstikê ji Rûsî, Têmûrê xelîl û Aysel Tabak çêkiriye. Lîstik di 31ê vê mehê roja yekşemê saet 18.00an de li Maya Sahnesi ya li Beyogluya Stenbolê derdikeve pêşberî temaşevanan. Ji kurtelîstikan “Xwezgînî”, Karakterên ku di navbera pêwîstiya şexsî û civakî de mane; bi komediyê raxistine ser sehnê. Di mîzaha kevneşopiyê de “evîn, pere û maqûlbûn” têgeh û mijarên sereke, di kurtelîstika “Hirç” de xwe dide der.
Lîstik wê di 31ê adarê de, êvarê saet di 6an de li “Maya Sahnesi” yê wê bê lîstin.
Teatra Sî Lîstika xwe Radixe Ser Sehnê
Paylaş.