Araf li Weqfa Beşîkcî yê ye

Pinterest LinkedIn Tumblr +
Nûçe / Mimesis. Lîstika Araf ku jiyana zanyarê kurd Musa Anter vedibêje 16’ê sibatê, saet 19.00 li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derdikeve ser dikê. Lîstika ku ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Aydin Orak dike, jiyana zanyarê kurd Mûsa Anter kiriye mijar. Di lîstikê de Aydin Orak bi tena serê xwe dilîze, mûzîk Efkan Şeşen, ronahî Amed Çay, derhênerê dîmenê Huseyîn Karabey û alîkariya derhêner Bîlal Bulut û Aram Dildar dikin. Araf, bi deng û dîmenê Mûsa Anter û lîstikvaniya Aydin Orak, bi şêweyê şanoya dokumanterî hatiye amadekirin.

Lîstik bi piştgiriya Konsolosxaneya Swêdê Ya Stenbolê û Şaredariya Nisêbînê derdikeve ser dikê. “Araf/Di Navbera Du Welatan De” di mihrîcana navnetewî ya Enqere de bi eleqeyeke mezin hatibû pêşwazîkirin, li Îzmîra Tirkiyê jî hatibû qedexekirin. Lîstik 5 sal e heta niha li Swêd, Elmanya, Austuria, Swîsre, Kurdistan û Tirkiyê derketiye ser dikê.

Baran Demir/Mimesis

Paylaş.

Yorumlar kapatıldı.